Thursday, June 24, 2021

Hêj cejn nehatiye welatê me

Di van rojan de em zêdetir di kudikên dilê xwe de bi şîrê xwedawendan helbestan dimeyînin ji wan re. Ji ax û avê, nan û baranê, ji ba û bahozan, ji rondikên çavên me, hezkirin û evînên me, ji keserên kûrahiya dilên me, ji çiyayên pişt û pala baweriya me, ji deştên sîng û berê welatê me zêdetir bêhna wan tê van rojan.Wekî dayîk û bav, xwişk û bira, yar û dildar pêçekên janêyên di dergûşên dilê me de bê hedartir dibin van rojan. Rondikên me ji baranan zêdetir,keserên me ji deryayan kûrtir, bêriyên me ji şadiyên me pirtir dibin di van rojan de. Di van rojan de xelk diçin geşt û seyranan, em diçin goristanan û wan bi bîr tînin, ji bo xatirê rêza xwe ya ji jiyan û heqîqetê re.

Roja 12’ê gulanê salvegera şehîdbûna şoreşgera kurd Leyla Qasim bû. Di keseyatiya Leyla Qasim de, hemû dildarên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim.

Belê,cejnek din, biharek din jî xatir dixwaze ji me. Rojek din ya dayikan derbas bû ji 365 rojên salê. Lê her roj û meha salê cardin êşeke zebêdax da dilê dayîkên vê axê. Ji giraniya hemû dem û demsalan zêdetir bû barê keser û bêriyên me. Dilê me bi jana veqetînan cardin derizî, lêvên me bi volqanên kelegirî nelerizîn û rûyê me yê li rojê cardin bi xunav vebûn li berbangan di van rojên cejnê de.

Yekşema hefteya duyem a vê mehê Roja Dayikan bû. Xelkê bi gul û kulîlkan, bi diyarî û xelatan roja dayîkên xwe pîroz kirin. Di roja beriya cejn û pîştî cejnan de heman gotin ji lêvên dayîkên me rijiyan: ‘Kengê azadî li welatê me vegeriya, em gihiştin zarokên xwe, wê rojê ji bo me cejn e.’ Ji ber bêyî azadî li vî welatî hemû jiyan girêkek kor e. Nan û av, xweşî û şadî, hezkirin û evîn, cejn û dîlanên me temenkurt in û li hemû rojên cejnan dasiyên di qirika me re diçin zêdetir dibin.

Em zêdetir bêriya welat, hezkirî, yar û zarokên xwe dikin. Em zêdetir bi êş û janên veqetînan, neyariyan, zordarî û bindestiyan dihesin di rojên cejnan de. Xelk diçin geşt û seyranan, em berê xwe didin goristanan û hezkiriyên xwe yên li goran bi bîr tînin. Ji axa me, ava me, nanê me bêhna wan tê. Bêhna dildarên evîn û azadiyê, şîrhelalên dayîkan û dildarên vê axê yên rast. Di rojên cejnan de bahozên li şewatên me didin dijwartir in û hestên me belavî çaraliyên welat dibin. Geh bêriyên me dibin lorîkek bijan, geh hêviyên me dibin kenekî ducan, geh li ser zinarek bilind em çelengeke pordirêj bi birînên wê ve hembêz dikin; geh zendên me dibin ber pala egîdekî dilşewat û li ser zimanê welatekê dibe sonda tolhildana rondikên me.

Di van rojên cejnê de, dişewite dar û daristanên welatê me, bêhna barûtê ji ya axê nasyartir e li gel hemû zindiyên warê me. Cardin guleyek li bedena ciwanekê dikeve, evîndarek ji dildarê xwe, keçek ji bavê xwe, kurek ji dayika xwe, dayîkek ji kezeba xwe tê veqetandin. Di van rojan de jî em birînên xwe bi lewendiyên hêviyê dipêçin. Dilsozî û hezdariyên me, evîn û evîndariyên me dibin vîna ji pola û em hemû dilê xwe li ser kenên zarokek ber bi pêşerojê ve dinêre nexş dikin. Ji derveyî azadiyê ti nûjdar nîne ku bicebirîne birînên dayîkên me.Dibe ku ji zanîna vê heqîqetê be zarokên Kurd li şûna destegulan dest diavêjin çekan, berê xwe didin cengan, hêj di bihara temenê xwe de dilê xwe dikin destegul ji bo daxwaza dayîkan û dikevin hembêza axê, dibin zarokên şîrhelalên dayîka nîştîman.

Êşên me yên bi tu cejnan hêmin nabin, bi her cejnê hartir, dijwartir û xedartir dibin hene. Ji ber hêj cejn nebûne pirên hevgihînê li gel me û em bi dayîk û bav, ax û welat, yar û dildar veqetînan dijîn û her veqetîn kulmekî din xwê li birînên me wer dike. Nîvçe ne kenên me, şahiyên me, cejn û xweşiyên me. Aliyek me tirs, aliyek me derbederî, aliyek me bindestî, aliyek me kuştin û mirin, aliyekî me zilm û zordarî, birçîbûn û hejarî, aliyekî me hêvî û bawerî, hêrs û tolhildan, serhildan û xweragirî…

Dibe ku bi sedan, hezaran pirtûkan jî neyê vegotin ev heqîqeta ku dayikên me bi çend peyvan tînin ziman. Di wateya rast de hêj cejn nehatiye her çiqas 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî be jî. Ji ber hêj zimanê me qedexe ye. Ji bo azadiya ziman, rûmet, xak û welat em hêj cangoriyan didin. Hêj em parî û parçe ne, xêrên me li kesî naçin di cejnan de. Ji ber em hêj nebûne xwe. Xayîntî ji nav me xilas nebûye, haşayî lixweanîna me bi dawî nebûye. Hêj di civaka me de, yên ji nijada xwe, gelê xwe, zimanê xwe şerm dikin, ji bo ji vê şermê xwe rizgar bikin dibin kûçikên ber deriyê ziman û çandên dijberî hebûn û xwebûna xwe hene. Ger ziman giyan be û nîvê civaka me ji zimanê xwe nizanibe, em ê çawa bikaribin behsa civakbûn, netewa azad, mirovên azad bikin? Gelo ne ji ber vê rastiyê ye ku em evqas qurbanî didin û bi her qurbaniyekê re dilê dayîkek din dişewite li ser vê axê? zimanê kurdî ne zimanê dayîkê ye tenê. Ji ber di zikê diya xwe de em fêrî ziman dibin. Çi şad in zarokên vî welatîyên bi zimanê xwe yê zikmakî mezin dibin, hîn dibin, dijîn û didin jiyîn. Ji ber ew giyanên rast ên vê civakê ne. Ji wê ye dibin lêgerînvan, parastvan, şervan û têkoşerên rast ên heqîqet û evîna vê axa niştiman.

Ger şîrhelalî, rêzdariya ji dayîkê re, evîn û hezkirina welat ya rast ne ev be çi ye? Tevî hemû êş û azarên gelê me, civaka me, bi taybetî dayîkên me, li gorî baweriya min hêza sereke ya me ye ku me li ser piyan digire, heyîna van lêgerînvanên heqîqet û evînê ye me li ser piyan dihêle, hêz û vîna azadiyê di me de zindî dike û dihêle em li nav xelk û civakên din bêjin em jî mirov in. Çawa dayikên me heta roja îro bi parastina vê çandê û zimanê me mirovatiya me parastine, wekî pêdiviya bi ehlaqbûn û wijdanî divê em jî ji bo hatina cejnên rasteqîn ên dayîkan bi hemû hêza xwe ve têbikoşîn û deynê xwe yê li beramberî wan rast bidin. Pîvana mirovbûnê ya sereke ev e.