26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avê wek çek bi kar tînin!

Tirkiyeyê ji 27’ê çileyê ve ava Çemê Firatê li ser şêniyên Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye. Qutkirina ava çem bandorê li ser ceyrana malan jî dike û ceyran jî her diçe kêm dibe. Di encamê de li gelek taxên Helebê av û ceyran dem bi dem qut dibin.

Di 10 salên derbasbûna aloziya li ser Sûriyeyê re û piştî ceribandina her rengê gef û êrîşan ji aliyê hêzên cuda ve, vê carê jî Tirkiye ava çemê Firatê wekî gefeke mezin li hemberî gelên herêmê bikar tîne û dixwaze ku zêdeyî 2 milyon mirovî tî û bê ceyran bihêle. Her wiha dixwaze ku deriyê rizqê wan ê bi tenê ango çandiniya wan zuha û bê av bihêle.

Bi kêmbûna ava Firatê re karesateke mezin a mirovî li pêşiya xelkê herêmê ye. Ji niha ve gelek stasyonê ku ava vexwarinê vediguhêzin bajarên wekî Dêrazor, Hesekê, Kobanê, Tebqa û hin deverên din ên ji ber kêmbûna avê, nema dixebitin.

Para Sûriyeyê

Diviyabû ku para Sûriyeyê ya ji ava Firatê di saniyekê de bigihê 500 metrekûpî lê piştî ku hikûmeta tirk pêşiya avê Firatê girtiye ew para Sûriyeyê ya li gorî peymanên ku beriya 30 salan di navbera her du welatan hatibû destnîşankirin de, binpê dike. Niha li şûna 500 metrekûpî rêjeya avê daketiye di saniyekê de 200 metrekûpî.

Heta niha ne hikûmeta Sûriyeyê û ne jî saziyên navneteweyî li ser van binpêkirinên Tirkiyeyê tu daxuyanî nedane û tu tiştek nekirine. Bê guman ev yek bandoreke mezin li Iraqê jî dike lê tu gavên berbiçav di vî warî de ji aliyê hikûmeta Iraqê jî nehatine avêtin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kêmkirina ava Çemê Firatê bertek nîşan dan.

Bertekên şêniyan

Şêniyê bi navê Omer Fewzî yê ji taxa Şêx Mexsûdê axivî û wiha got: “Dewleta tirk bi qutkirina avê li ser gelê Sûriyeyê bi taybet şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku vîna me bişikîne. Tirkiye di şer de bin dikeve û pişt re jî pey kiryarên bi vî rengî dike. Ava Çemê Firatê qut dike. Em tev dizanin ku îro Tirkiye di hemû komplo û siyaseta xwe ya dagirkeriyê de bin ket.”

Avê weke çekekî bi kar tîne

Omer Fewzî diyar kir ku qutkirina avê kiryareke dijminane ye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi rêbazên cuda gelê Sûriyeyê dikuje, herêman dagir dike, vê carê jî avê wekî çekekî li hemberî me bi kar tîne.”

Sedemê qutkirina avê çi ye?

Têkildarî bandorên qutkirina ava çemê Firatê şêniyê bi navê Mihemed Îsa da zanîn ku ev yek bandorê li çandiniyê, avdanê û peydakirina ceyranê jî dike û wiha pê de çû: “Dewleta tirk çi ji me dixwaze. Çima li her deverî dijberiya gelê kurd dike. Çi gunehê me heye ku heta avê li ser me qut dike?”

Bêdengiya civaka navneteweyî

Di berdewama axaftina xwe de Îsa bal kişand ser bêdengiya rêxistinên mirovî û civakên navneteweyî û wiha got. “Çima hûn îro vê neheqiya dewleta Tirkiyeyê nabînin. Bes e êdî zextê li dewleta tirk bikin da ku şerê qirkirinê û kiryarên sûcdar rawestîne.”

Kiryarên derexlaqî

Şêniya bi navê Lîna Mihemed jî sûcên Tirkiyeyê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qutkirina ava Çemê Firatê şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirk dixwaze gelan qir bike. Banga îslamê dike lê di meha Remezanê de ava Çemê Firatê li ser şêniyan qut kir. Ev kiryareke derexlaqî û dermirovî ye.”