spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bertek nîşanî girtinan dan: Ev gel tu carî serî natewîne

Serhat Eren li pêşiya Edliyeya Amedê bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên navenda wan Amedê da û wiha got: “Ev, operasyoneke hilbijartinê ye. Daraz jî bûye şirîkê vê operasyonê. Gelê kurd li hemberî van operasyonan tu carî serî natewîne.”

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 134 kes hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, 14 kes sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Rojnameger Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Oruç û Remzî Akkaya piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin û hatin girtin.

Bi pêşengtiya Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û malbatên rojnamegeran jî tev li daxuyaniyê bûn.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ê HDP’ê Berpirsyar Serhat Eren di daxuyaniyê de axivî û operasyona heyî weke “Operasyona qirkirina siyasî” nirxand.

Eren, diyar kir ku operasyonê têkiliya xwe bi hilbijartinê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daraz jî bû şirîkê vê operasyonê. Ne ev partî û ne jî ev gel tu carî serî li ber operasyonên li dijî wan tên kirin serî natewînin. Nûnerên mafên mirovan û hiqûqnasên ku ji bo hilbijartineke bitendurist dê bixebitiyan hatin binçavkirin. Lewma ev operasyon, operasyona hilbijartinê ye. Divê hevalên me tavilê bên berdan.”

Piştre jî dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.

Lêpirsînên kesên sewqî edliyeyê hatin kirin ên li dozgerî û dadgeriyê berdewam in.