spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bêrû’ rûyê wan ê rast nîşan da

Şanogerên kurd bi dehan sal in li hemberî astengî û qedexeyên dewleta tirk, bi derfetên xwe yên hindik hunera xwe didomînin û heta niha gelek berhem afirandine. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çand û zimanê kurdî naguhere û rêbaza qedexeyan didome.

Qeymeqamitiya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, lîstika Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt a wê ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve li dika Şanoyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata lîstin qedexe kir. Qeymeqamtiyê berî lîstik bê lîstin, beriya bi saetekê bi hinceta “pergala cemaweriyê xera dike” qedexe kir.

Şanogeran biryar şermezar kir

Li dijî vê biryarê rêxistinên şanoyê bertek nîşan da. Îzmîr Bagimsiz Tiyatrolar Înîsyatîfî, Kadikoy Tiyatrolari Platformû, Karadenîz Tiyatrolar Bîrlîgî Dernegî, Oyuncular Sendîkasi, Tiyatro Ureticileri ve Yapimcilari Dernegî û Tiyatromûz Yaşasin Înîsyatîfiyê bi tirkî û kurdî daxuyaniyeke hevpar dan û biryara qedexekirinê şermezar kirin û piştgirî dan şanogerên kurd.

Cîgirê Wezîrê Karê Hundir Îsmaîl Çatakli û waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya tekîldarî mijarê daxuyanî dan û di daxuyaniyê de şanoger kirin hedef. Çatakli îdia kir ku lîstika şanoyê ya ji aliyê nivîskarê  bi nav û deng Dario Fo ve hatiye nivîsandin propagandaya PKK’ê dike û careke din şanoger kirin hedef.

TJN li ber xwe dide

Teatra Jiyana Nû (TJN) di vê serdemê de jî di nav çend komên şanoyê kurdî de, bi lîstikên xwe çalak e. Kom ji sala 1992’yan ve li Stenbolê, bi awayekî domdar û bi lîstikvanên nû re her tim bi lîstikên kurdî heta îro di bin banê NÇM’ê de karên xwe didomîne. Di van 28 salan de gelek şanoger di TJN’ê de cih girtin. Îro jî weke malnîşaneke şanoya kurdî li ber xwe dide û hunera xwe pêşkeş dike.

Cara ewil evqas bû rojev

Şanoger û dramaturg Çetoyê Zêdo têkildarî mijarê ji rojnameya me re axivî û destnîşan kir ku heta niha li Tirkiyeyê gelek lîstik hatine qedexekirin, dest danîne ser sehneyan lê cara ewil e evqas dibe rojev û wiha got: “Ji roja roj de li Tirkiyeyê, bi qasî vî çendî şanoya kurdî nebûbû rojev. Qedexeyên bi salan e weke rûtîneke dewletê her tim pêk dihatin, vê carê çi bû sedem ku ji berê bêtir kete rojevê? Ev qedexekirin ne tiştekî nû ye. Berî her tiştî refleklekseke desthilatdariya dewletê ya giştî ye ku hêza xwe ji tirkbûnê distîne.”

Helwesta çapemeniya tirk

Çetoyê Zêdo diyar kir ku ji berê de şanoya kurdî ji rê û dezgeyên “sehneyên giştî” bêpar û bêwar e û wiha got: “Berî ku lîstika TJN’ê ‘Bêrû’ li Stenbolê were lîstin, ewil di çapemeniya tirkî de bi du awayî cih girt; yek jê, vê pêşandanê weke bûyereke ‘dîrokî’ nirxand û tev li nav 106 saliya ÎBŞT’ê dikir. Şanoya Bajêr a Stenbolê (Dâru’l-bedâyi-i Osmânî, 1914) cara ewil bû û ew ê cih bidaya şanoyeke bi kurdî. Li aliyê din a çapemeniya tirkî antîpropagandaya vê şanoyê dikir û şaredariya Stenbolê bi hevkariya terorîstî tohmet dikir. Piştî qedexekirinê ji bo vê tohmetê îspat bike ‘lêpirsîn’ da destpêkirin lê îro reng û aliyê lêpirsînê ber bi Qeymeqamtiya Gazîosmanpaşayê ve zivîriye, dibe ku dîsa li şanogeran vegere. Li Tirkiyeyê her tişt guherbar e. Xuya ye ew ê encamek jê derkeve lê mirov nizane wê kî li xisar an li fêdê be?”

Zêdo di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ka em careke din bifikirin? Helbet esasê vê bûyerê, ne huner û şano ye. Şanoger û rewşenbîrên tirk ku li ser vê qedexeyê careke din fêm kirin ku ev qedexe li ser hebûna kurdî ye! Bi hêviya ku ew ên piştgiriya huner û zimanê kurdî dikin, bikaribin bibin xemxur û hevkarên huner û zimanê xwe, ne ku bi devkî bibe ezbereke gotina dawî ‘rûmeta me ye’.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê