10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Sêmalka ket roja 72’an

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5’ê cotmehê de li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên endamên HGP’ê yên ku hêzên PDK’ê kemîn danîn pêş wan û jiyana xwe ji dest dan, çalakî dabû destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 72’an de berdewam dike. Duh endamên Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê serdana çalakiyê kir. Her roj saziyek û rêxistinek civakî serdana kon dikin. Her rojê saziyek li kon nobedê digirin û roja din dewrî koma dikin. Berdevka Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyid, li ser rewşa dawî û serdanan konê nobedê agahî dan.

Heta niha hikûmeta PDK’ê daxwazên malbatan guhdar nekiriye

Hêvî Seyîd, anî ziman ku nobeta Konê çalakiyê 72 roj in berdewam dike û wiha got: “Serdana kon rojane berdewam dikin. Çalakvan rojane nobedê digirin. 72 roj in heta niha PDK’ê daxwazên malbatan li ber çavan negirtiye. Heta ku PDK şehîdên me radestî me bikin em ê çalakiya xwe berdewam bikin. Heta em şehîdên xwe bînin ser axa xwe û oxir bikin em ê çalakiya xwe bidomînin. Li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê 2 hezar û 400 ciwanên şoreşger ji Qamişlo derketin rê û dê di 16’ê kanûnê de bigêjin Konê Nobedê yê li Sêmalka. Du roj berê li Goristana Şehîdan dest bi meşê kirin û dê sibê bigêjin qada nobedê. Em jî wekî malbatên şehîdan a herêma Cizîrê sibê emê li kon wan pêşwazî bikin. Ciwanên şoreşger dê 3 rojan meşa xwe bi dawî bikin. Em jî dê wan pêşwazî bikin.

Hikûmeta Başûr şert û şûrtan datînin pêş me

Hêvî Seyîd, bal kişand ser helwesta hikûmta Başûr û wiha got: “Helwesta wan pir zelal e. Helwesta xwe pir xurt bikar tînin. Dixwazin em konê xwe rakin û dawî li çalakiyê bînin. Dibêjin ‘Bes we bi vî konî em pir êşandin’. Dixwazin em vî konî rakin. Şert û şûrtan datînin pêş me. Lê em van şert û şûrtan qebûl nakin. Şertê wan ê yekemîn dibêjin ‘Konê çalakiyê rakin em ê piştre daxwazên we pêk bînin’ Lê mixabin ew vê baweriyê nadin me. Me jî gotiye ev çalakî dê bidome. Me gotiye salek jî derbas bibe heta hûn cenazeyan radestî malbatan nekin ev çalakiya kon dê bidome. Ji ber xiyanet di xwîna PDK’ê de ye qet baweriyê nadin me. Ji ber destê wan di hevkariyê de heye û bi destê wan li dijî gelê kurd qetlîam çêdibin qet baweriyê nadin me.”

Xaça Sor hêj bersîv nedaye me

Hêvî Seyîd, li ser armanc û hinceta PDK’ê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Dema cenazeyan radestî me bikin xîyaneta wan tê aşkere dibe. Naxwazin ev xiyaneta wan aşkere bibe. Wê bê xuyakirin ku xayin in. Birayê xwe yên kurd qetil dikin. Ji bo rûreşiya wan dernekeve naxwazin van cenazeyan teslîmî be bikin. Me têkilî bi Xaça Sor a navneteweyî re danî. Me gelek caran serdawa na kir. Nêzî 25 roj derbas bûn, hêj tu bersîv nedane me. Gotin em ê eleqeder bibin, lê heta niha tu bersîev nedane. Em li benda bersîva wan in. Lê hêj tu agahî j wan tune. Dema kuştî û cenaze hebin Xaça Sor mudaxale dike û serî li wan dewlet û rayedaran dide û dibe navbênkar. Me serî li wan da. Gotin ser seran û çavan. Lê heta niha tiştek nexistine destê me. Heta niha Xaça Sor gelek caran cenaze ji destê me girtine û dane dewletê din. Lê cenazeyên zarokên me nagirin. Ji xeynî Xaça Sor me serî li gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dane. Lê wan jî heta niha tu agahî nedane me.

Rêxistinên ku tên me ziyaret dikin jî heta niha tiştek nekirine

Hevî Seyîd, herî dawî bal kişand ser serlêdana saziyên mafên mirovan û rêxistinên siyasî ku hatine serdana wan dike jî û wiha got: “Heta niha gelek saziyên sivîl û rêxistinên siyasî serî li me dane. Gelek soz dan me. Lê mixabin yên hatin soz dan û çûn heta niha tiştek nekirine. Tenê gotin têrê nake. Divê pratîk jî hebe. Gelek saziyên hatin wekî Xaça Sor soz dan me. Lê mixabin heta niha tu tişt nekirin. Partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan jî hatin soz dan lê tiştek nekir. Hêj êrîş li ser serê me û hevalên me didomin. Hêj çekên ku li cîhanê hatine qedexekirin li dijî me tên bikaranîn. Banga me ji partiyên kurdan ewe ku piştgiriya me bikin. Em dixwazin ew jî bimeşin serhildanê pêş bixin û li ser piyan bin. Em dixwazin li dijî hêzên ku êrîşê me dikin helwesta xwe bînin ziman. Bêjin zimanê me çanda me û nasnameya me jî heye û em van êrîşan qebûl nakin.”