7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 13’an de didom e

Berxwedana penaberên wargeha Mexmûrê ya dijî têlkirin û dorpêça ser wargehê 13 rojin bê navber dewam dike. Leşkerên Iraqê hîna li dora wargehê bernedane.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 13 rojin, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 13 rojin şev û roj di nava berxwedanê de ne, her wiha leşkerên Iraqê jî di dorpêçkirinê de bi israr e û 13 rojin her roj hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Xelkê Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigre. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargehê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.