6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîdê serî li CPT’yê dan

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li CPT'yê da û diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, 24 meh in tu agahî nayê wergirtin. Herî dawî Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axaftineke kurt kir û ji vê dîrokê desthilata AKP-MHP’ê destûr nadin ku bi tu awayî bi Ocalan têkilî bê danîn. Li dijî vê rewşê her hefte parêzer û malbata Ocalan û girtiyên li cem Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ji bo hevdîtinê serlêdan dikin û serlêdanên wan bi hinceta cezayên “dîsîplînê” tên redkirin.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Buroya hiqûqê ya Sedsalê di 9’ê gulanê de serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê da. Di serlêdanê de tecrîda li ser Ocalan weke “Încommunicado” (bêragihandina mutleq) hatiye pênasekirin û hatiye gotin ku qedexekirina îşkenceyê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Di serlêdanê de hatiye detsnîşankirin ku di navbera 15’ê Kanûna 2022’yan û 30’yê Nîsana 2023’yan de parêzeran 43 caran û malbatan jî 26 caran ji bo hevdîtinê serî li cihên têkildar dane, lê belê hemû serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Her wiha di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku piştî erdhejên Mereşê ku di 6’ê Sibatê de çêbûbûn jî destûra hevdîtinê nehatiye dayîn û mafê pêwendîdanînê hatiye astengkirin.

Redkirina serlêdanan

Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku hewl dane bi nameyan pêwendiyê bi muwekîlan re bê danîn, lê nizanin bê ka nameyên ku berê şandine û du nameyên vê dawiyê şandine gihaştine ber destê muwekîlan an na. Li gel vê parêzeran diyar kiriye ku ji Îmraliyê jî tu name negihîştine ber destê wan. Her wiha hatiye diyarkirin ku Yildirim, Konar û Aktaş ku ji serê sala 2015’an, ji roja çûne Îmraliyê, heya niha tenê carekê jî hevdîtin bi parêzerên xwe re nekirine. Parêzeran, di serlêdanê de bi bîr xistiye ku serlêdanên wan û yên malbatan ên ji bo hevdîtinê ku li gel yên li Serdozgeriya Komarê û Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê yên li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî bêyî hinceta hatine redkirin.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku 6 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê Cotmeha 2022’yan de hatiye pesendkirin di 27’ê Nîsana 2023’yan de bi dawî bûye û piştî vê ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane, lê piştî dadgeriyê bersiv nedaye vê carî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê dane û dadgehê di 2’yê Gulanê de biryara redkirinê teblîxî wan kiriye. Parêzeran diyar kiriye ku di 26’ê Nîsana 2023’yan de cardin 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re li muwekîlên wan hatiye birîn.

Serlêdanên li AYM’ê

Parêzeran di serlêdanê de diyar kiriye ku ji ber erdhejên ku di 6’ê Sibatê de çêbûne, heya 17’ê Sibatê ji bo hevdîtina bi parêzeran û malbatê re serlêdan kirine, lê serlêdanên wan bi tu awayî nehatine bersivandin. Parêzeran ragihandiye ku van qedexeyan hemûyan veguhastine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û gotine ku lê AYM serlêdanên wan bi derengî xistiye û bi vî awayî ew bêbandor kirine.

Parêzeran destnîşan kiriye ku Wezareta Dadê têkildarî serlêdanan dîtina xwe ragihandiye û bandor li AYM’ê kiriye ku bi awayekî giştî serlêdanan bibersivîne.

Di serlêdanê de serdana rapora CPT’yê piştî serdana di navbera 10-17’ê Gulana 2019’an de eşkere kiribû hatiye bibîrixtsin û hatiye gotine ku cezayên disîplînê yên tên birîn kêfî ne. Her wiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî hatine bibîrxistin  û hatiye gotin ku ne ev biryar ne jî biryarên tewsiyeyî yên CPT’yê esas hatine girtin.

Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê daraz di bin emrê desthilatê de ye û hatiye gotin ku rêgezên CPT’yê bi tu awayî nayên pêkanîn û mekanîzmayên hevsengî û kontrolkirinê bêerk hatine hiştin.

Parêzeran di berdewama serlêdanê de diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.

Daxwazên di serlêdanê de

Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kirine ku pêkanînên li Îmraliyê bêhempa ne û xwestine ku CPT demildest rapora xwe ya der barê serdana xwe ya dawî de eşkere bike. Parêzeran di berdewama serlêdanê de ev tişt daxwaz kirin:

* Demildest divê parêzer bikaribin hevdîtinê bikin û dawî li biryarên dadgehê yên dijî hiqûqê bê anîn.

* Divê malbat û wasî bikaribin hevdîtinê bikin û cezayên dîsîplînê û astengiyên li dijî hiqûqê bi dawî bibin.

* Divê serdêr karibin -mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbatên xwe û xizmên xwe re bi kar bînin.

* Divê hemû astengiyên li ber name, telgraf û faksşandinê bên rakirin.

* Divê pêkanînên dijhiqûqî û fiîlî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.

* Divê şert û mercên îşkenceyê, pêkanînên dijî mirovahiyê û muameleyên xirab û awayê încommunîcadoyê ji holê bên rakirin û ji bo vê tevdîr bên girtin û demildest divê xala 10/2’yan a Peymanê bê pêkanîn.