4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîtîkaya hestan

Di gengeşiya hilbijartinê de ku taybetî li ser civaka medyayê bi şerê peyvan -tijî bi gotinên tîr û tûj- dimeşe. Bandora hestan a li ser siyasetê jî di bin lingan de diçe. Ya ku di bin siya rexne, analîz, pejirandin an nepejirandin, şîrove û nirxandinan de tê kirin, pirî caran hestên me ne û ev hest helwest û pozîsyonên me yên ser buyeran diyar dikin.

Di felsefeya siyasî ya modern a rojava de ji sedsala 17’an vir ve du nêzîkatiyên paradîgmatîk ên hestyariyê hene: Lîberalîzmê û komarparêzî. Wateya hestan di her du nêzîkatiyan de bi awayekî bingehîn ji hev cuda dibe. Komarparêzî di kevneşopiya xwe de mirovan bi tevahî weke beşdarên civaka siyasî dibîne,  berjewendiya hevpar a civakê esas digire û  bi dil û mêjî qenciya hevpar a civakê esas digire. Lewma di navbera rêveber û girseyan de têkiliyeke hestyarî jî tê avakirin. Ligel vê lîberalîzm li pey ronahîbûnê têdikoşe, rasyonalîzekirina pêvajoya siyasî esas digire, li ser esasa berjewendiyên siyasî her tiştê hestyarî wekî “nerasyonel”, “bi kêmasî”, “ne nêtar” dibîne. Ev nêzikatiya dawî bandora xwe li ser pratîka siyaseta sedsala dawî xist.

Heya destpêka salên 1990’an, zanist jî hestyariyê bêtir wekî mijareke neurozanistî, psîkolojîk dît. Têkiliya wê ya çandî-antropolojîk û civakî-zanistî bi taybetî bi vekolîna rexneyî ya lêkolîna li ser hest, etnolojî, antropolojî û lêkolîna zayendî re pêş ket. Li aliyê din têgîna hestyariyê bi têgîna jinbûnê ve hat girêdan. Ji ber vê yekê, dubendiya hestyarî û rasyonel têgînên bi dubendiya jinbûn û mêrbûnê ve hatin rewakirin. Hestyarî weke kêmasiyek û jarbûnekê li jinan hat birîn; rasteqînî û nêtarbûn bi mêran ve hat girêdan û bi vê sedemê siyaset jî bû karê mêran, ji jinan re guhdarîkirin û li gorî xwesteka mêran tevgerîn ma. Mafê jinan a hilbijartin û dengdayînê bi vê hincetê hatibû astengkirin. Lê lêkolîn destnîşan dikin ku ne siyaset, ne jî serdest tu carî ji hestyariyê xwe neşûştine, heta “hest” bandoreke sereke li ser polîtikayên rojane xistine û hîn jî dixînin. Taybetî jî li erdnîgariya Rojhilata Navîn. Dema em li nîqaşên niha yên li derdora hilbijartinê diqewimin binêrin, dibînin ku hemî gotin li ser bandorkirina hestên mirovan dimeşin. Kes xîtabî mêjiyan nake. Û dîsa beravajî îdiaya lîberalîzmê hemî siyasetên hestyarî ji lêvên siyasetmedarên mêr direşin.

Piştî salên 1990’an bi lêkolînên rexneyî ev helwesta rasyonalîst a siyasetê hat rexnekirin û ji çarçoveyeke din hat nirxandin, hat dîtin ku dema buyerên dîrokî tev li hestan bên analîzkirin, encam dikarin cuda bên şîrovekirin. Mînak dema hestên wekî “tirs, nifrîn, hêvî, êş û hwd.” tev li analîzê dibin, wê demê têkiliya navbera gel û birêvebiran de wêneyekî nû derdikeve. Heta lêkolîner Ute Frevert vê yekê weke “polîtikaya hestan” bi nav dike. Ango li gorî wê siyasetmedar bi taybetî û bi awayekî aktîf hewl didin ku girseyên xwe bi awayekî hestyarî bi bandor bikin, da ku hêza xwe û desthilatdariya xwe li ser wan qewîn bikin. Hest di destê desthilatdaran de dibe amûra manîpulasyonê.

Lê dema em hestyariyê weke yek ji parçeyeke mêjî û ramanê bifikirin, ji parzûna dil û mêjî bi hev re derbas bikin û zanibîn em ê çawa pê re tevbigerin, wê demê helwestên bi hest/hestyarî dikarin bibin weke hêzên jipola. Lewre hestên bêkontrol dikarin zû bên manîpulekirin lê yên bi rêxistinkirî wekî di mînaka dayikên şemiyê de tê dîtin, hestyariyê dikin kirdeyeke polîtîk.

Li aliyê din tevlêbûna cihereng a mirovan û ketina wan a nav siyasetê hestên di nav siyasetê de jî cihereng dike. Lêkolînên li ser hestyariyê û bandora wê ya li ser siyasetê hatine kirin, bi giranî siyaseta ku tê de mêr desthilatdar e, dike mijar. Lê êdî ne siyaset tenê di destê mêran de ye, ne jî mijar li gorî çarçoveyên ku ew datînin, diyar dibin. Êdî aliyên cuda yên civakê, çi olî, çandî, etnîkî û zayendî bin, bi rengên xwe û hestên xwe tev li siyasetê dibin. Ev jî dihêle ku hest êdî ji hêla siyasetmedaran ve jî û ji hêla girseyan ve jî cuda û cihereng bên dîtin. Ev yek empatiyê jî pêş dixîne. Li hemberî hestên kesên din hişyariyeke ava dike, tabî ger mirov di nav hestên xwe de kor nebûbin. Li aliyê din ev dewlemendiya hestan, bandora manîpulatîf a desthilatdariyê li ser hestan dikare kêm bike.

Bi giştî hestyarî mirovbûnê ve girêdayî ye. Nikare ji rasyonelite û siyasetê qutkirî bê fikirîn. Lewma jî marîfet hem di naskirin û têgihiştina hestên xwe de û hem jî rêzgirtin û fêmkirina hestên hemberî xwe de ye.