Sunday, December 5, 2021

Bêsûc tê cezakirin

Hevşaredarê Liceyê Tarik Mercan bi sûcdariya ku tev li bernameyan danasîna bernamzetan a partiya xwe û kongreya partiya xwe bûye ji adara 2020’î heta niha di hebsa malê de girtî ye. Lê hêj îdanameyek jî nehatiye amadekirin. Mercan anî ziman ku ji ber tu sûcê wî tune ye nikarin îdanameyê amade bikin û wiha got: “Ji bo min ceza bikin niha li sûcekî digerin.”

Di 31’ê adara 2019’an de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî pêk hatin. Di vê hilbijartinê de HDP’ê bi giştî rêveberiya 65 şaredariyan bi dest xist. Lê piştî hilbijartinê, mazbataya 6 hevşaredaran xesp kirin û nedan HDP’iyan. Ji ber vê astengiyê tenê rêveberiya 58 şaredariyan ket destê HDP’ê. Ji van şaredariyên ku ketine destên HDP’ê 8 şaredarî yên bajar ku 3 jê bajarê mezin, 50 şaredarî yên navçeyan û bajarok bûn. Piştî vê hilbijartinê desthilatdariya AKP/MHP’ê qeyûm avêt ser 48 şaredariyên HDP’ê  û gelek hevşaredar avêt zindanan. Yek ji van şaredariyên ku desthilatiyê qeyûm tayîn kir, şaredariya navçeya Liceyê ya Amedê ye.

Di hilbijartinên 31’ê adarê de HDP’ê li Liceyê zêdetirî ji sedî 75 deng girtibû. Tarik Mercan û Rûken Yilmaz bûbûn hevşaredar. Lê di 23’yê adara 2020’î de hevşaredar Tarik Mercan hat binçavkirin û li şûna wî qeyûm teyînî şaredariyê kirin. Mercanê ku hat binçavkirin, cezayê hebsê yê malê li wî birîn. Ji wê demê heta niha 20 meh in di hebsa malê de ye. 20 meh borîn lê hêj der barê Mercan de îdanameyek nehatiye amadekirin. Hevşaredar Mercan ji bernameya Podcasta Rojnameya me re axivî û bêhiqûqiya li dijî xwe nirxand. Mercan anî ziman ku sûc tune ye û ji ber vê yeke nikarin îdanameyê amade bikin û niha li sûcekî digerin.

Tu dikare qala vê pêvajoya bêhiqûqî ya ku tu pê re rû bi rû maye bikî?

Qeyûm avêtina ser şaredariyên HDP’ê ne cara yekem e. Di 2016’an de jî qeyûm tayîn kiribûn. Di 31’ê adara 2019’an de em çûn hilbijartinê û gelê Licê îradeya xwe beyan kir û ji sedî 75 deng dan me. Wê demê diyar bû ku dê qeyûm tayîn bikin. Lewre berdevkên hukumetê digotin; “Ew şaredariyan bigirin jî em ê carek din qeyûm tayîn bikin”. Me jî got emê bi gel re îradeya xwe beyan bikin dixwaze bila saetek şûne qeyûm dîsa bavêjin. Lê em tu carî wê zilma ku li me dikin qebûl nakin. Ji xwe piştî hilbijartinê heta 15 rojan mazbataya me nedan me. Me dizanîbû niyeta wan destdanîna ser şaredariyan e. Ji xwe piştî 2 meh û nîvan qeyûm avêtin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ew qeyûm têkiliyên xwe bi me re qut kir. Dahatiya şaredariya me jî ji sedî 40’ê wî qut dikirin û tu xizmetek ji me re nekirin. Me jî bi derfetên xwe yên kêm hin xebat kir. Bi vî rengî 11 mehên me derbas bûn. Piştî 11 mehan qeyûm avêtin ser şaredariya Liceyê. Ez binçav kirim û derxistin dozgeriyê. Pişt re jî dadgehê cezayê hebsa malê li min birî. 20 meh in ez di hepsa malê de girtî me.

Bi çi hincetê cezayê hebsa malê li te birîn?

Sûcdariyên ku li min hatin kirin bi rastî jî kenê mirov pê tê. Yek jê di pêvajoya hilbijartinê de ji ber ku ez tev li wê danasînê bûme. Em bernamzet bûn. Partiya me ji bo me bernameyek çêkiribû. Danasîna bernamezetên xwe dikir. Em jî tev li wê bernameyê bûn. Ev wekî sûc hesibandin. Bernameyeke fermî bû. Ya duyemîn di Newrozê de dîsa bernamzet bi gel dan nasîn. Me gel silav kir. Ev jî wekî sûcdarî hat pêşiya min. Ya sêyemîn, piştî hilbijartinê partiya me pîrozbahiyek li dar xist. Wekî pîrozbahiya serkeftinê em jî tevli bûne. Ev jî sûc dîtin. Ya din jî ji ber ku ez tev li kongreya partiya xwe ya Amedê bûm sûc dîtin. Tevlibûna min a Kongreya DBP’ê wekî sûcdarî hat pêşiya min. Dîsa ji ber ku me li dijî qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bararê Mezin a Amedê kirin, daxuyanî da çapemeniyê ev yek sûc dîtin. Sûcdariyek din jî li Navenda Bajêr a HDP’ê civîna jinan pêk hatibû. Qaşo ez tev li vê civînê bûme min sûcdar kirin. Ji xwe tevlibûna zilamekî ya civîna jinan nepêkan e.

Ma dozger nizane ku di civakî exlaqî û hiqûqî de bi van hincetana sûcdariyek çê nabe?

Ew jî dizane. Lê ji bo ku qeyûm tayîn bikin û me ji peywirê bigirin li hincetekê digerin. Ji bo şaredariya gel desteser bikin, xesp bikin serî li van hincetên vala dan. Ji xwe dema li emniyetê ev pirs ji min dikirin ez dikeniyam. Min got vana henekan dikin çi dikin? Wekî lîstika şanoyê ye bi rastî.

* 20 meh in tu di hebsa malê de ye û hêj îdanameyek jî nehatiye amadekirin. Sedema vê çiye?

Dema cezayê hebsa malê dan, min got qey dê di mehekê du mehan de îdaname amade bikin. Lê 20 meh derbas bû. Çend caran parêzerê min pirsî. Dîsa ji bo cezayê hepsa malê rabe du meh berê bi serdozger re hevdîtin kirin. Lê bersîva ‘Hêj lêpirsîn didome’ didin. Çiye lêpirsîn? Ji bo ku sûcekî peyda bikin ku dikaribin îdanameyekê amade bikin. Ji xwe li welatekî hiqûq lê heyî dadgeh van sûcdariyan wekî sûc qebûl nake. Yanî niha li sûcekî digerin.

Dibe ku te ji bîr kiribin?

Belê carna ez difikirim ku, min ji bîr kiribin. Ji ber wê ez li parêzerê xwe jî geriyam. Min got dibe ku vana ez ji bîr kiribin. Çû bi serdozger re hevdîtin kir. Serdozger gotibû em ê binêrin. Niha bersivekê jî nadin me.

Mirov dikare bêje ev rewş siyasî ye?

Rast e, wisa ye. Armanca tayînkirina qeyûman bi xwe siyasî ye. Bi vê yekê dixwazin gelê kurd ji siyasetê bêpar bihêlin û destkeftiyên gelê kurd ji dest bigirin. Ji ber vê li ser çand û nasnameya gelê kurd êrîşeke pir dijwar heye. Bingeha vê ji despêka komara Tirkiyeyê û planên Şarq Islihatê tê. Îro jî destdayîna ser şaredariyan jî ji vê derê tê. Li ser navê kurd û kurdewariyê tiştekî li holê nahêlin. Niha dixwazin kurdî û kurdewariyê ji hişê mirovan derbixin. Ji ber vê yekê di warê hiqûqû de tiştek tune ye. Bi tevahî siyasî ye. Bi her awayî dixwazin civaka kurd bivetisînin. Gel em wekî îrade hilbijartin. Di şexsê hilbijêran de dixwazin gel bifetisînin. Hilbijêr û gel ji hev qut dikin. Ku îro ez ne di hebsa malê de bûma, ez ê bi hevalên xwe yên meclisa şaredariyê û rêveberiya navçeyê re di nava gelê xwe de bûma.

Ji ber hebsa malê hûn nikarin karê xwe bikin. Li pêşberî rewşeke wiha nerazîbûna gelê Liceyê bi çi awayî ye?

Gele kurd çawa nêzî van polîtîkayan dibe gelê Licê jî wisa nêzîk dibe. Vê yekê jî qebûl nakin. Îradeyek hatiye xesp kirin. Êrîşeke pir alî heye. Tundiyek heye rast e. Lê nayê wê wateyê ku gel serê xwe li ber wan bitewîn e. Gel jî li benda tîrêjekê ye. Tu carî vê xesp û dagirkeriyê qebûl nake.

Hûn dikarin ji dûr ve karê xwe yên şaredariyê organîze bikin an na?

Dan û stendinên me çê dibin. Lê dema mirov ne di nava pratîkê debe, nikare ji kesî re bibêje vî tiştî û wî tiştî bike. Em tenê dikarin pêşniyarên xwe bikim. Ên ku di pratîkê de rastî zehmetiyan tê endamên meclisê û rêveberiya navçeyê ne. Dema mirov di nav xebatekê de nebe tiştê ku mirov bibêje wekî tehlîmat tê xuyakirin ev jî ne li gorî çanda me ye. Belê em ji pêywirê hatine dûrxistin. Lê dixwazim niha di xizmeda gelê xwe de xebatên xwe bimeşînim lê hebsa malê li pêşiya me asteng e.

Sînorê gera te çiqas e?

Dibêjin sînorê derketina min heta 50 metreyî ye. Ew jî tu dikare dakeve heta hewşa sîteyê.

Di rewşên awarte yên wekî şîn, nexweşî û şahiyan de tu çi dike?

Di vê pêvajoyê de gelek merivên me, nas û dostên me şîn û şahiyên wan çê bûn. Lê tenê ez karibûm bi telefênê bigerim. Nikarim biçim şîn û şahiyan. Ew jî şert û mercên min dizanin. Elbete zehmet e. Mirov dixwaze êşa wan parve bike. Lê ew jî tenê bi telefonê sînor e. Ji ber wê jî mirov hinekî hestewar dibe.

Di hebsa malê de dema te çawa derbas dibe? Cudahiya zindanê û hepsa malê çiye?

Dema ku ez ketim zindanê piştî salekê min hêj nû hîs kir ku ez di zindanê de me. Heta salekê di nav hevalan de moralê me di cih de bû. Kelecanek hebû. Piştî salekê min hîs kir ku ez kengî bixwazim nikarim derbikevim der ve. Piştre min zorê girtîgehê hîs kir. Di hebsa malê de jî çiqas diçe giranî çê dibe. Niha ez di hebseke cuda de me. Bêguman cudahiyek heye. Dibe ku mirov li malê be. Hevalên min kengî bixwazin dikarin bêne cem min. Lê mirov bi sînor e. Mirov carna tengav jî dibe. Carna pirsgirêkên malbatî yan jî yên siyasî, yên gel çê dibin. Lê mirov nikarebe biçe ev tangavbûnekê çê dike. Li malê jî dema min bi xwendina pirtûkan, temaşekirina belgefîlmên dîrokî, şopandina pêvajoya siyasî ya Tirkiye, Kurdistanê, Rojhilata Navîn û bi tevahî ya cîhanê re derbas dibe.

Te di 20 mehan de herî zêde bêriya çi kiriye?

Di van du salên dawî de pir alî êrîşî siyaseta kurd dikin. Hevalên ku di nav saziyan û partiyê de bi gelê me re dixebitin, çiqasî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin dizanim. Li pêşberî têkoşîna hevalan ez hurmetê nîşan didim. Bi rastî jî dixwazim li kêleka wan vê xebatê bimeşînim. Dîsa di vê pêvajoyê de herî zêde min bêriya Liceyê kiriye, min bêriya xwezayê kiriye. Di kêliya ku hebsa malê rabe gerek ez di heman kêliyê de biçim Liceyê. Di nav gel de bigerim û li cihê mayî berdewam bikim. Ez hêvî dikim ku di demek kin de rabibe.

Herî dawî tu dixwaze ji bo gelê Liceyê çi bibêj e?

Belê gelê Liceyê me bijartiye. Em wekî xizmetkarê gelê Liceyê li xwe dinêrin. Em ji gelê Liceyê hîn bûn ku berxwedan çi ye, berdêl dayîn çi ye? Gelê Liceyê heta roja îro çawa li hemberî dagirkeriyê, zilmê serî netewandiye ez bawerim serî natewîne jî. Bila gelê Liceyê, hêviyên xwe tu carî winda nekin. Ên ku îro dixwazin zilmê li ser me bidin meşandin, bi berxwedana gel her ku diçe ew hêz lewaz dibe û dê hesab bidin vî gelî. Emê bi ser bikevin. Dixwzim ku gelê Liceyê jî vê hêviya xwe biparêz e. Sibêrojê em ê dîsa bi hev re bin. Bi vê minasebetê di şexsê gelê Liceyê de silavên xwe ji tevahî gelê me re dişînim.