27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi dizî kêlên goran şikandin

Kesên nav û nasnameyên wan nehat zanîn li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi awayekî dizî êrîşî gorên 6 endamên HPG û YJA Starê kirin û kêlên goran şikandin. Malbatên ku doh çûn serdana goristanê dîtin ku gor hatine xerakirin. Malbatan anîn ziman ku kêlên gorên şehîdan hatine şikandin û beşek ji goran hatine kolandin. Hamşî Cagli a gora kurê wê Osman Cagli yê sala 2015’an li Cizîrê hate qetilkirin nerazîbûn nîşanî êrişa li ser goristanê da û got: “Doh em çûn serdana goristanê. Me dît ku kêlên gorên zarokên me hatine şikandin. Çawa dibe ku mirovekî miriye bi vî rengî êriş lê bê kirin? Çawa dibe ku mirov vî tiştî li miriyan bike?”

Şemsiye Lewent a gora kurê wê Mehmet Emîn Levent ê ku li Cizîre hate qetilkirin jî got: “Ew ne misilmanin. Tiştekî bi navê maf û hiqûqê nemaye. Çiqasî dixwazin bila bişikînin, em ê ji nû ve her carê çêbikin.”