17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn

Partiya Çepên Kesk li Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan re buroya hilbijartinê vekir.

Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi vekirina buroyên hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk li Kolana Şirîn a navçeya Nisêbîna Mêrdînê buroya hilbijartinê vekir. Bi namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk re bi hezaran kes beşdar bûn. Girseya li qada bi alên Partiya Çepên Kesk hatiye xemiland, bi dirûm û tilîliyan re govend gerandin.

Di vekirina buroyê de ewilî Hevserokê HDP’a Mêrdînê Mehmet Alî Yîgît axivî û pişt re namzetên parlamenteriyê axivîn.

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hate vekirin.