17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdianame: ‘Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê!’

Di îdianameya rojnamevan Omer Çelîk de, gotinên wî yên der barê tecrîda Îmraliyê û zextên li ser kurdan wekî "Zirar daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê" hatine îdiakirin

Îdianameya der barê rojnamevan Omer Çelîk de ku di 8’ê Hezîrana 2022’yan de li Amedê hatibû binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de hatibû girtin, hat qebûlkirin. Çelîk dê tevî 14 jê girtî 17 hevpîşeyên xwe di 11’ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê derkeve pêşberî dadger. Di îdianameyê de bernameyên ku rojnamevanan çêkirine, hevdîtinên wan ên bi mêvanên bernameyan re û hevpeyvînên wan wekî hincet hatine nîşandan û bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Mezopotamyayê Azad Altay di îdianameyê de nîqaşên di bernameyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de hatine destnîşankirin.

Mijarên di bernameya “Amed’ten Bakiş” ku Çelîk her hefte bi mêvanên cuda çêdikir, sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de şîrovekirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser kurdan wekî “Zirara daye dilsoziya kurdan a ji bo dewletê” hatine îdiakirin.

Di îdianameyê de ji bo gotina “komploya navdewletî” ku Çelîk wiha bilêv kiriye, hatiye îdiakirin ku Çekîk “li gor argumanên rêxistinê” hereket kiriye. Di îdianameyê de dozger van gotinan spartiya hin daxuyaniyên KCK’ê yên di dîrokên cuda de.

Her wiha di îdianameyê de îşaret bi nirxandinên li se rîdiayaên der barê Parlementera HDP’ê ya berê Semra Guzel ku niha girtiye, hatiye kirin. Çelîk îdiayên çapemeniya nêzî hikûmetê yên der barê Guzelê de wekî “kampanyaya lînckirinê” binav kiriye. Di îdianameyê de ev pênaseya Çelîk wekî “rewakirina PKK’ê” hatiye derpêşkirin.

Hin nûçeyên Çelîk jî wekî delîla sûc hatine hesibandin. Nûçeya Çelîk a têkildarî zarokên di bin wesayîtên zirxî de mane û jiyana xwe ji dest dane û nûçeyên wî yên der barê bûyerên 28’ê Adara 2006’an ên li Amedê û bajarên din û analîzên wî yên der barê Newrozê de sûc hatine hesibandin.

Beyanên şahidên veşarî û wêneyên wî yên nûçeyan jî sûc hatien hesibandin. Beyanên şahidê veşarî “CV23TY45UP78” ku di heman demê de şahidê veşarî yê doza betalkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê ye jî, di îdianameyê hatin bicihkirin. Vî şahidê ji bo Çelîk gotiye “bername çêkirine.”