3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kristof K(urd)olomboyek li Kubayê-V

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Wê çiyayê Zagrosan lêvegeranda, bigota: “hooo hevalê Sîera Maestra! Ew şêr û şepalên tu qalê dikî, ji qal û belayê vir ve, ji Sûmeran, ji Gûtiyan, ji Hûriyan, ji nebî Nûh vir ve, ew miqîm zarokên ber pêxîla min in

Çiyayê Sîera Maestra bilind e. Tenê teyrên gewre dikarin hêlînên xwe lê ava bikin û şoreşgerên şeyda, şoreşgerên nola wan hespên rişmeqetandî yên gewî. Te dît wan şoreşgerên nola pizotên ar. Erê erê, şoreşgerên nola xezaba xwedê, dikarin leşkergeh û baregehên xwe lê bi cih bikin.

Çiyayê Sîera Maestra aha ev çiya bû. Û bi pêşengiya Fidel Castro û Ernesto Che Guevera li vî çiyayê asê yê bi daristana tropîkal nixwumandî, tovê serhildaneke qirase lê direşîne.

Ê de min got: Ez ji we re bibêjim çiyayê Sîera Maestra, hûn wekî çiyayê Zagrosê qebûl bikin. Heger zimanê çiyayan hebûya, wê Sîera Maestra bangî Zagrosan bikira, bigota: “hooo heval Zagros! Gelo ji van zarokên min ên xweşik, li ba te jî hene? Keç in? Xort in, çav reş in, çav belek in? Dil hesin û gurçik polayî ne? Serê wan ji yên min jî bilindtir in?.”

Paşê jî wê çiyayê Zagrosan lêvegeranda, bigota: “hooo hevalê Sîera Maestra! Ew şêr û şepalên tu qalê dikî, ji qal û belayê vir ve, ji Sûmeran, ji Gûtiyan, ji Hûriyan, ji nebî Nûh vir ve, ew miqîm zarokên ber pêxîla min in; zarokên min ên berşîr in. Dergûşa wan, hêlîna teyrê Sîmir in. Ji pişta binemala Nerîman in. Pêlewanên cîhanê, Zalê Zer ê bavê Rustem e. Û qîz û xortên min hene. Min di asêgehên xwe de kostek li wan qetandine. Niha her yek ji wan şûrê seqakirî, şêrê no, pizotê êr, ezameta xwedê ne. Bila xezeba wan di serê tu lawê bavan de nebare.”

Şoreşgerê Efsaneyî

Ernesto Che Guevera. Bijîşkekî qeşeng û ciwan e. Bi eslê xwe ji Arjantînê ye. Şorşgerekî îdealîst e. Tirs û xof çi ye, nizane. Li ber bayê cîhana ku ew xeyal dike, ketiye û hatiye di vê giravê re derketiye. Niha ew li serê çiyayê Sîera Maestra, di nava komeke şoreşgerên kubayî de ye. Li gorî gotina gotinbêjan, şerekî qirase dest pê dike. Gule, nola zipikê li wan dibare. Her kes radihêle sileha xwe. Ernesto Che Guevera jî xwarve tê, daku rahêle tûrikê xwe yê alavên bijîşkiyê. Bala xwe didê, heke rahêle tûrikê bijîşkiyê, wê nikaribe rahêle tivingekê. Che Guevera, di erênayê de dimîne. Che, biryarê dide ku ew rahêle tivingê. Ev ji bo wî dibe biryardayineke xala werçerxê. Êdî ne wekî bijîşk, wekî şervanekî derdikeve li ser dika dîrokê.

Ermesto Che Guevra. Fermandarê sêhrawî. Rûyê wî yê nola nanekî tenûrê wanî gilover, eniya wî ya fireh, rû û simbêlên firk, li ser bejneke meqbûl di nava lihevkirineke kesnedîtî de bû. Di her rewşê de diyar dibû ku afirînerê tevahiya candaran, serê xwe tibabekî bi afirandina vî dêwê şoreşê re êşandiye. Her liv û tevgera vî mirovê biezamet, bandoreke bêpayan li ser xelkê kûbayî dihişt. Stêrka Ernesto Che Guevera, tavilê geş dibe. Loma jî, ji hêla serkêşê şoreşê Fidel Castro ve, stêkeke li ser kum û kolzê wî ve dike û wî wiha pîledar dike. Che, ji hingive êdî dibe pizika serê zimanan. Heta cîhan hebe, wê ev stêrka wî her û her geş û nemir be.

Çalakiya Che û Têkçûna Batîsta

Serkêşê şoreşê Fidel Castro, biryara êrişê dide. Castro wekî serkêşê şoreşê li gel yekîneyên xwe davêje li ser bajarê Santiagoyê. Dîktaror Batista, ji bo hêza Fidel Castro bişkîne, tirêneke mişt ji leşkerekî giran û sîlehên kêrhatî barkirî ber bi Santîago yê ve dişîne. Paytext Hawana li seriyekî Kubayê ye, bajarê Santîagoyê jî li seriyê din e. Heke ev tirên bigihêje Santîagoyê, fikar heye ku hêza Fidel bişkîne. Beriya ev tirên bi rê keve, Ernesto Che Guevera, li gel yekîneyeke piçûk, bi rojan berê ji çiyayê SîeraMaestra bi rê dikeve, tê li derdora bajarê Santa Clara bi cih dibe. Santa Clara, di navbera paytext Hawana û Santiago yê de ye. Che, saloxê ji tirêna barkirî distîne ku wê di demeke nêz de bigihêje bajarê Santa Clarayê. Li ser vê yekê, Che diçe bûldozereke piçûk ji çewlika cotkariyê bidest dixîne û bi wê bûldızerê şiva tirênê xera dike. Paşê qemyonekê jî tîne li ser şiva tirênê, li xala navbera cihê xirakirî û qahîm disekinîne, daku makînîstê tirênê bizanibe ew qemyon li wir xirabûye û bi vî awayî pêşiya xwe nebîne ku şiva tirênê hatiye xirakirin.

Pir derbas nabe, tirêna Che li bendê bû tê û dikeve kemîna jê re vegirtî. Pêşikê serikê tirênê (lokomotîf) ji şiva rê derdikeve û werdigere. Nola meriv serê ejdeha bipelêxe, wiha kilora tirênê tê li serikê tirênê digofile. Qir û qiyamet radibe; dê weledê xwe davêje. Che û hevalên xwe li tirênê direşîne. Hinek leşker tên kuştin, hinek birîndar dibin, ên mayî jî teslîm dibin. Ernesto Che Guevera, cêbilxaneya di tirênê de desteser dike. Gelek leşkerên teslîmbûyî, bi awayekî minêkar û xwebeş tev li hêza şoreşê dibin. Bi vî awayî, bajarê Santa Clara bi giştî dikeve destê Che û hevalên wî. Ev çalakiya kujende, dibe destpêka têkçûna Batîsta. Lewra êdî nîvê welêt, dikeve destê şoreşgeran. Hêza Fidel Castro jî tê xwe digihîne ya Ernesto Che Guevera û bi serkeftineke mezin berê xwe didin paytex Hawanayê. Bi vî awayî gelê kubayî tevdek radibin li ser hêlan piyan; dinya dibe erdê eresatê. Dîktator Batîsta, tirsa têkçûnê di dil û hinavê xwe de hîs dike. Loma jî, ew a li wî tê dike; dibêje xirp û direve. Firtêfirtê xwe ji destê şoreşgeran difilitîne û direve Komara Domînîkê.

Piştî Serkeftinê

Piştî serkeftina şoreşê, êdî Amerika û Kuba tên hemberî hev. Welatê Sovyetê jî xwe davêje pişt Kubayê. Nexweşî û pevçûnên mezin di navbera wan de derdikevin. Yekîtiya Sovyetê, moşekên serîk nuklîer ber bi Kubayê ve dişîne. Bi vî awayî, qeyrana di navbera van her du zir hêzên cîhanî de, derdikeve lûtkeya herî rajor; hema tu namîne şerekî nukleer dest pê bike. Paşê, serokê Amerika Kennedy û yê Sowyetê Brejnev, bi xwînsarî tevdigerin û rê li ber şerekî kujende yê cîhanî digirin. Li ser vê lihevkirinê, Yekîtiya Sowyetê, moşekên serî bi nukleer ji Kubayê paşde dikşîne.

Li ser vê lihevkirinê, Che Guevera, pergala Yekîtiya Sowyetê wekî, pergaleke sosyalîst a qelp pênase dike. Ev helwesta Che, dibe sebebê dilşikandina Fidel Castro. Navbera wan xirab dibe. Jixwe ji mêj ve, Fideld Castro popîlerbûna Che ya li tevahiya cîhanê belavbûyî tehamul nedikir. Che, dev ji welatîniya Kubayê berdide û diçe Komara Kongoya Demokratîk. Li vir, tişta Che dixwaze wê bi dest naxîne. Ji wir berê xwe dide Bolîwyayê. Lê Che, herû her di bin şopandina guhbelên CIA’yê de bû û di 9 Cotmeha 1967’an de li Bowiyayê bi birîndarî tê girtin û vî dêwê efsaneyî li wir dikujin. Paşê wî li devereke nediyar wî binax dikin.

Jiyana Ernesto Che Guevera ya di sala 1928’an li Arjantînê dest pê dike, di sala 1967’an li Bolîwyayê di 39 saliya xwe de bi dawî dibe. Lê heta hetayê navê Che nemir dike û dibe îkonê tevahiya şoreşger û gerîlayan.

Di sala 1997’an de dewleta Kubayê, tîmên profesyonel dişîne Bolîwyayê li termê Che digere. Piştî lêgerîneke hûr û kûr, hestiyên Che Guevera dibînin. Rayedarên Kubayê, hestiyên Che tînîn bajarê Santa Clara, li nêzî wê devera çalakiya wî ya li hemberî tirêna hêzên Batîsta binax dikin û ji bo şan û şerefa vî pêşengê efsaneyî yê gerîla, tirbeke niwaze ya bîrdariyê ava dikin.

Niha ez li gel rêber Afiredo em li ser termê wê tirêna ku Che ew xistibû kemînê digerin. Termê wê tirênê, hîn jî nola berateya ejdehayekî mirarbûyî li wê naverastê pîja pîja ramedandî ye. Paşê em derbasî ber tirba Che ya bîrdariyê dibin. Li ber tirba Che, wênegirtin qedexe ye. Axaftin jî qedexe ye. Alfiredo, bi nîşana dest û tiliyan bi min dide famkirin. Alavên Che yên dema bijîşkiyê, radyoya wî, qameraya wî ya wênegirtinê, demança wî, kumê wî yê navdar, meqesa wî ya purobir û hinek alavên wî yên din jî raber min dike. Paşê ez diçim li ber tirba Ernesto Che Guevera bi rêzdarî disekinim. Nola Xelîl Xemgînekî xeybanî, di kûrahiya dilê min de hêdî hêdî marşa “îro çerxa şoreşê bere digerîne” bi bêdengî dinûhirîne. Dîsa ez di dilê xwe de dibêjim: belê Mehemedê delal ê siwarê wan hespê rind, va ye min wesyeta te anî cîh, birako.

Li Hawanayê

Hawana, bajarekî ezamet e. Şopên gelek navdaran lê tê dîtin. Ez gera xwe ya li paytext Hawanayê, ji Qada Azadiyê dest pê dikim. Li rojavayê vê qadê, muzexaneya Lehengê Neteweyî Josê Martî heye. Josê Martî, pêşengê şoreşa Kubayê yê pêşîn e. Ew di temenê xwe yê ciwan de dest bi şoreşê dike û di wê rê de tê kuştin. Kesê bi jiyana apê Osman Sebrî bizanbin, her wekî bi jiyana Josê Martî bizanibin. Her du jî serhildêr, rewşenbîr, nivîskar û gerîlayên miletê xwe yên bindest in. Her du jî, ji şoreşa ciwanê li dû xwe re dibin find û çira. Bi wêrekî, pend û şîretên xwe riya şoreşgerên ciwan ronî dikin, her wiha li ezmanê welatê xwe dibin stêrkek geş û miqîm biçûrisin.

Li başûrê qadê, sêwirandina Che Guevera û Camilo li ser dîwarê avahyên mezin tê dîtin. Heçî Che ye jixwe ew tê zanîn. Heçî Camillo ye ew ji yek ji fermandarê pêşeming ê şoreşê ye. Di pêvajoya şoreşê de, balafira wî dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

Ji Qada Azadiyê ez xwe berdidim nava kuçeyên Hawanayê. Li avahiya nivîskarê navdar Ernest Hemingway digerim. Cafeyek ku timî Hemingway lê rûdinişt û berhemên xwe yên niwaze lê dinivîsand lê rûdinim û bêhna xwe didim der. Hemingway, berhemên xwe yên zêrîn ên wekî “Naqos Ji Bo Kê Lê Dide, Xatirxwestina Ji Sîlehan, Kalemêr û Derya û yd” tevna wan li van Cafe û kuçeyan honaye. Ji vexwarina Hemingway a bi navê Mojito, di ser gewriya xwe de dinoşînim. Paşê di hênkahiya êvarê de, ez kuçeyên kevirî yên Hawanayê li xwe badidim û xwe di nava wan de winda dikim.

Fîkfîka min e û nola merivekî şeyda, lotikan davêjim. Bi qasî tê bîra min, ez dadigerim avahiyeke çar-pênç qatî ya Puropêçanê. Qîzikên xebatkar ên cixareyên puro dipêçan, derketibûn şaneşînên nola qutîka titûnê piçûk. Qîzikên dureh ên di rengê çîqolata de, nola kevokên serê xwe di borangehan re derxîne der, wanî ji hev du re dipeyivîn û bi ken li hev vedigerandin. Diranên wan spî bûn. Zêde zêde spî bûn. Nola kefa li ser şîrê satila bêrîvaneke Qerejdaxê bikeve, wanî spî bûn.

Paşê ez bi kude terqiyabûm, ez jî pê nizanim. Xeyal meyal dengek di nava mijeke helesor de dihat guhê min. Nizanim rêber Alfiredo bi dû min ketibû, yaxwud şeydayekî din ê wekî min hefsar qetandî bû, ji min re digot: “ew gundê Kalemêrê Masîgir ê ku lehengê romana Ernest Hemingway a bi navê ‘Kalemêr û Derya’ ev gund e.” Û gelek tiştên din jî yên ez wan bi ruh naynim, dikir pikepil û dibiland. De êdî n’zam ew bêxwedîmaya araqa Mojito pir dijwar bû, wanî hûrik hûrik li serê min xistibû, yan jî serê min li mahneya digeriya, ez jî pê n’zam.

Li gundê masîgiran, peravê okyanûsa Qerayipê, li şînkahiya wê ya şîn ê şînbirrk dinêrim. Pêlên bikef, nola keriyê berxan hicûmî keviya deryayê dikirin. Heştê û du roj derbas dibe. Hîn jî kKalemêrê Masîgir ji nêçîrê venegeriyayê. Ev dejavûyeke kesnedîtî ye. Şagirtê Kalemêrê Masîgir, Manolo tê ser targê û li riya kalemêr dinêre. Jê re nûçeyên beyzbolvanan tîne: “Santiago! Ma te bihîst kalo! Tîma Pilingên Ciwan bi ser ket. De Maggio du gol avêtin!..”

Belê Manolo, şagirtiyê Kalemêrê Masîgir Santiago bû. Le ez?! Ez serberdayê xwedê şagirtê kê bûm? Wexta li Gemlika Bursayê ez ji erebê peya bûm û min xwe berda delavê deryayê. Çûm pozikê qîşê di deryayê de û heta xwedê hinir da min ez ber bi derya Marmarayê ve qîriyam: kalemîrê min! Ma te bihîst zarokên te yên nola pozotê êr çi anî serê vana?! Qaptan Şêxmûs, Denîz Nakî û hevalên xwe yên Amed Sporê qûş li Bûrsa Sporê qetand. Qûş…”

Ax serê min, ax! Serê min ê li mahna digere ku bayê araqa Mojita bike kofî û li dora xwe bialîne.

Alfiredo, dostê hêja! Ka were. Were û  bela serê xwe yê hefsar qetandî, bibe Hotel Nacional de Cuba û bela wî ji xwe veke. Bela wî, ji wî veke.  (Dawî)