2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Raperîna li Rojhilat û Îranê hêviya şoreşê geş kir’

Derbarê raperîna ku 7 meh in didome de aktîvîsta rojhilatî Schilan Kurdpoor ji ajansa JINNEWS'ê re axivî. Kurdpoor diyar kir ku çalakiyên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêviya şoreşê geş dike

Raperîna li rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî 7 meh in bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bê navber berdewam dike. Raperîna ku belavî her beşên civakî bûyî daxwaza azadiyê bêtir derdixe holê. Ligel raperînê Dewleta Îranê êrişek dijwar jî pêk tîne. Li hemberî dibistanên jinên ciwan, bûyerên jehrîbûnê di demên dawiyê de derketin holê, çalakvanên ku tên girtin bi îşkenceyên dijwar re rûbirû dimînin. Herî dawî jî bi fermî hat ragihandin ku jinên ku lacik nedin serê xwe dê bên cezakirin.

Derbarê raperîna ku 7 meh in didome de aktîvîsta rojhilatî Schilan Kurdpoor ji ajansa JINNEWS’ê re axivî.

 ‘Şoreş berdewam dike’

Schilan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên Îranê û got ku ev çalakî dê pêşerojê veguhere çi ne diyar e. Ji ber ku niha jî derbarê çalakiyan de agahiyên zelal nine û wiha berdewam kir: “ Înternet nîne û kes nikare bi rêya telefonê azad biaxife. Lê tişta ku niha xuya dike jî berdewamiya çalakiyan e û cudabûna çalakiyan e. Mînak li Tehranê; jinan berxwedana xwe li kolanan lacikan nadin serê xwe û li kolanan direqisin. Li Belucistanê jî di Nimêja Înê de jî her tim çalakiyên protestoyê tên lidarxistin. Li Îran û Rojhilat di merasîmên cenazeyan de jî çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Di rojbûn û cenazeyan de, li ku dibe bila bibe welatî ev der dikin qada çalakiyê. Lê belê divê bê gotin ku li Kurdistanê gelek cenaze hene. Gelek kes hatin qetilkirin. Niha jî dayikên wan li ser goristanan bi axaftin û sekna xwe çalakiyan li dar dixin. Heke ji bo vê bêjin şoreş, belê şoreş e. Niha jî şoreş berdewam dike.”

 ‘Jin rejîma heyî qebûl nake’

Schilan, diyar kir ku kombûna li dora dirûşma “Jin jiyan azadi” baweriyeke hewpar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di nava civakê de ji bo jinên bindest jî baweriyek e. Ji ber polîtîkayên dewletê di nava civakê de zextek heye. Ji ber vê jî ev dirûşma ku li tevahiya cîhanê olan da girîng e. Li tevahiya cîhanê jinan bi fikra heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe re rûbirû ma. Ev dirûşm hem ji bo mirovahiyê û hem jî ji bo mêran bû rêyeke rast. Herkes jî di heman fikrî de ye. Di dawiyê de divê jin dixwaze qedera xwe bi xwe tayîn bike, biryarên xwe azad bide, wekheviya zayendî û xweseriyê daxwaz dike. Êdî naxwaze gotina dewlet û mêran bînecih. Jin êdî daxwaz dike ku ev rejim ji holê rabe û jin êdî bikare bi xwe qedera xwe tayîn bike. Lê dizanin ku heta ku ev hikûmet neçe nikarin vî tiştî bikin.

‘Zihniyeteke netewperwer a ji wê çaxê de heye’

Schilan Kurdpoor da zanîn dema di 1979’an de Şoreşa Îranê pêk hatiye hedefên azadkirin û têkçûyiyan monarşiyê hebû û wiha pê de çû:”Lê belê ev şoreş piştre hat nokteyeke ku me têxe nava fikaran. Îran êdî ne di binê bandora Brîtanyaya Mezin (Îngilistan), Emerîkayê de bû lê belê her tişt ji aliyê rejîma berê ya Şah hatibû amadekirin. Jixwe ew di bin bandora cîhana Rojava de mabû lê belê mezheba Şii jî cuda girt dest û li mirovên din zilm kir. Ew li cihekî em bikaribin bêjin hîn azad bû disekinî lê belê her tişt di bin kontrolê de pêş diçû. Di eslê xwe de bingeheke ku bikaribe li ser Komara Îslamê ava bike, ava kir. Wiha pêş diçû. Yanî ger windakirineke jinê hebe em dikarin bêjin bêtir ji ber zextên niha ne lê belê wê demê jî mirov ne azad bûn, ger mirov difikirin ku wê çaxê azad bûn wê demê şaş in. Ger pir pereyê we heba yan jî hûn nêzî hukumetê ban belkî. Bi taybet mafên Kurd, Belûc, Ereban di dema em jê re dibêjin azadî de jî tune bûn. Zihniyeteke netewperwer a ji wê çaxê de heye.”

Rola medyaya dîjîtal

Schilan bi lêv kir ku ji bo guhertinê hêvî heye û wiha lê zêde kir:”Gel dizane wê bi daketina qadan û bilindkirina dengê xwe vê yekê pêk bînin. Di vê de rola medyaya dîjîtal jî girîng e êdî hukumet nikare li dû deriyên veşartî tiştekî bike. Elbet hîn tiştna dikin em her tişî nabînin lê belê em gelek tiştên me berê nedidîtin bi rêya medyaya dîjîtal dibînin. Jin dizanin êdî ev hukumet nikare her tiştî bike. Gelek tiştên dikin digihêjin ber destên me. Vana tenê çend perçeyên em dibînin. Bi rastî hûn nikarin xeyal bikin ka di hundurê welat de çi dibe. Jin dikarin bi rêya medyaya dîjîtal bi welatên din re têkiliyê daynin û derbarê mafên jinan ên welatên de dibin xwedî agahî. Rol û modelan dibînin û ji bo xwe jî daxwaza van mafan dikin.”

‘Semboleke ku mirovan bikin yek çênebû’

Schilan diyar kir ku aliyê yekîtiyê yê dirûşma “Jin jiyan azadî” heye û wiha got:”Her jin dikare bi vê dirûşmê re bibin yek û pir kûr e. Famkirina wateya vê dirûşmê girîng e. Pir eziyet li zimanê kurdî hatiye kirin ji bo ev ziman winda nebe kurd ev 100 sal in li berxwe didin. Gelê kurd di bin vê eziyetê de ev hersê gotin li cîhanê da bihîstin. Ev hêviyeke bêhempa ye. Gelekî ev 100 sal in êşê dikşîne heye. Em hewl didin dengê xwe li her derê cîhanê bide bihîstin. Em bi ser dikevin. Elbet ev bi meseleya mafên jinan girêdaye lê belê hîn zêde ev rewşa têkildarî nasname, xweseriya gelê kurd, tayinkirina qedera xwe ye. Berê sozên li dora dîwêr dizîvirîn hebûn lê belê li her herêmê semboleke ku mirovan bikin yek çênebû. ”

Hêviya jinên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin

Schilan da zanîn ji bo jiyaneke hîn baş û ji bo wekheviya zayendî felsefeyek lazim e û got:”Ev derbarê piştevanî û civakê ye. Ev têkildarî baweriya bi jinê ya wê çawa zihniyeta baviksalarî têk bibe ye. Ev avakirina civakeke girtî û cihêkarî tê de tune be nîşan dide. Heger li hemberî felsefeya vê dirûşmê dilsoziyek pêk were wê demê dikare siberojeke baş bê avakirin. Gelek kes di vê ferqiyê de ne loma jî xwe bi felsefeya vê dirûşmê girê didin. Li vir ez dixwazim balê bikşînim ser kurdan ji ber ku ew li vir bi standarta çifte rû bi rû dimînin. Ew jî wekî jinên Îranî eziyetê dibînin lê belê ji ber ku ne Şii ne loma jî hîn zêde tên eciqandin. Ziman çand û nasnameya wan cuda ye. Wekî Jîna her jinên kurd bi vê cihêkariyê rû bi rû dimînin. Loma jî Jîna sembola me ye. Tiştekî din a hêviyê dide me jinên li Rojava li dijî DAÎŞ’ê şer kirine. Ew hêviyeke rast in.”

‘Loma divê dengê xwe derxin’

Schilan bal kişand ser dengdayinê û wiha got:”Ez li Elmanyayê dimînim loma nikarim ji yên li Tirkiyeyê dimînin bibêjim vêya bikin. Le mirov dikare pêşniyarekê bike. Divê kesên wê deng bi kar bînin pirsekê ji xwe bikin. Ger em dengê xwe nedin cihekî baş em ê bikaribin ji bin vê rabin? Divê vê pirsê ji xwe bipirsin. Ger em tiştekî nebêjin û dengê xwe dernexin ev tê wateya ku em ji halê xwe razî ne. Ger ev îktidar êrişî destkeftiyên jinan dikin bila li Îran û Efganîstanê binêrin dawî dihere wir. Bila vir bibînin. Ew ê siberoja li hêviya wan be jî ev be. Loma divê dengê xwe derxin. ”

‘Divê em li bêedaletiya li Kurdistanê binêrin’

Schilan diyar kir ku dîsa bal kişand ser nasnameya kurd, belûc û nasnameyên din û wiha got:”Êdî tu tiştekî winda bikin tune ye. Li her derê zextên leşkerî hene. Dema em li girtîgehan dinêrin nêviyê girtiyan kurd in. Yên tên îdamkirin ji nêvî zêdetir kurd in. Dema em li vê hejmarê dinêrin divê em li pirsgirêka kurd binêrin. Divê em li bêedaletiya li Kurdistanê binêrin. Mêr jî tên bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li wir piştgiriyê didin me. Divê em vê jî bibînin.”