4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê jin vê pergalê biguherînin

Jinên ku duh li Dêrsimê tev li vekirina buroya hilbijartinê ya Paritya Çepên Kesk bûn, bi lêv kirin ku tên desthilatê biguherînin.

Ji bo hilbijartinên ku wê pêşeroja welat diyar bike re mehek ma. Jinên ku tev li vekirina buroyê ya Partiya Çepên Kesk a li Dêrsimê bûn, diyar kirin ku partî ji bo wan hêvî ye.

‘Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e’

Pakîze Aydin diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo gelan hêvî ye û wiha got: “Jin bi salan e li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê têdikoşin. Hikumeta AKP’ê herî dawî xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e. Ji bo pêşeroja xwe em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê li her derê Tirkiyeyê rewş bi vî rengî be. Ji bo ku em dîktatoriya yek zilamî bişînin em ê bi hev re têbikoşin.”

‘Em ê teqez serbikevin’

Gulten Gurbuz a dibêje ‘Ji bo AKP’ê hilweşînin em ê teqez serbikevin’ wiha got: “Çi ji destê me bê em ê partiya xwe xurt bikin. Weke jin em azadî, wekhevî û edaletê dixwazin. Em ê mafên jinan bi dest bixin. Em ê xwedî li mafên xwe derkevin. Bendewariya me zêde ye. Em ê xebatên xwe bilezînin. Beriya her tiştî ji bo cînayetên jinan ji holê rabin, tundî û tacîz ji holê rabe em ê têbikoşin. AKP dê biçe em bawer dikin.”

Dêrsim bajara jinan e

Meral Yildiz jî destnîşan kir ku ji bo demokrasiyê hilbijartin girîng in û wiha axivî: “Partiya Çepên Kesk wê li Tirkiyeyê pêşiya demokratîkbûnê veke. Ne tenê ji aliyê demokrasî û aboriyê ji bo sed sala nû jî ji bo polîtîkayên ekolojiye yên nû û ferasetên civakî wê Partiya Çepên Kesk pêşengtiyê bike. Em dixwazin Dêrsim bibe bajarekî jinan. Em bawer dikin ku namzeta me ya parlamenteriyê Ayten Kordû wê pirsgirêkên jinan bîne ziman û têkoşîna jinan mezin bike.”

‘Em jin bi hêz in’

Besîme Gok a anî ziman ku wê li Dêrsimê piştgiriya namzeta jin bikin û ev tişt gotin: “Ez ji gelê Dêrsimê bawer im. Ji ber namzeta me jin e wê jinên vê derê zêdetir bikevin nava liv û tevgerê. Di xebatên niha û şunde de wê jin zêdetir deng derxînin û zêdetir li qadan bin. Divê gelê me ji bo Partiya Çepên Kesk bi hestiyar be. Em li bendê ne ku piştgiriya wê bê kirin, em jin bi hêz in jin dê biguherînin, em ê biguherînin.”

‘Baweriya azadiyê ya girtiyan wê dîwaran hilweşînin’

Bîrsen Orhan jî anî ziman ku weke jin wê pergala qesrê hilweşînin û di sibeya 15’ê Gulanê de Meclisê bi rengê kesk boyax bikin. Orhan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bila rejîma qesrê bizane ku bi girtina HDP’ê wê peyhatiyên wê xelas nebin. Em jin wê bi awayekî herî xurt piştevaniya namzeta xwe bikin. Me bi dirûşmeya jin jiyan azadî buroya xwe vekir. Em ê dirûşmeya xwe veguhêzin Meclisê. Em bawer dikin ku wê jin bi awayekî herî baş piştevaniya me bikin. Weke Dêrsimiyan, ne tenê weke wekîlekê em ê bi rêjeyeke deng a bilind bikevin Meclisê. Em bawer dikin ku baweriya azadiyê ya girtiyan wê dîwaran hilweşînin û pergala qesrê ji holê rake.”