18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenuray nadin malbata wê

Serdozgeriyên Dersim û Meletiyê û ATK’a Stenbolê çend meh in malbata Tekmenuray mijûl dikin û cenazeye keça wan Şehrîban Tekmenuray ku li goristana bêkesan a Meletiyê veşartiye nadin wan.

Di 24’ê kanûna 2022’yan de li Dersimê di navbera leşker û gerîllayên HPG’ê de şerekî dijwar derketibû. Di şer de gerîllayên HPG’ê Zeynal Kuçuk (Şevger Semsûr) û Şehrîban Tekmenuray (Arjîn Sarya) jiyana xwe ji dest didin û cenazeyê wan radikin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Meletiyê. Piştî demekê bêyî ku agahî bidin malbata Tekmenuray cenazeyê Tekmenuray û Kuçuk li goristana bêkesan a Meletiyê vedişêrin. Li gorî agahiya ku malbata Tekmekuray da; cenazeyê Kuçuk ji aliyê malbata wî ve hatiye tespîtkirin û bi amadebûna malbatê hatiye veşartin.

Berovajiyê malbata Kuçuk bi tu awayî agahî nadin malbata Tekmenuray a ji Şirnexê ku niha li Antalya dijî û cenazeyê keça wan jî di heman rojê de li cem cenazeyê Kuçuk vedişêrin. Piştî demekê ku cenazeyê keça wan vedişêrin ji Şaxa TEM’ê ya Antalyayê polis ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê ji malbata Tekmenuray digirin. Di meha adarê de piştî ku HPG şehadeta her du gerîllayên xwe radigihîne malbata Tekmenuray pê dihese ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û ji bo girtina cenazeye keça xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dide.

Erdhejê kirine hincet

Di serlêdana duyemîn de Serdozgeriya Komarê ya Dersimê malbata Tekmenuray aresteyî ATK’a Meletiyê dike. Dema ku malbata Tekmenuray diçe Meletiyê ATK erdhejê hincet nîşan dide û angaşt dike ku tu xizmetê nadin û malbatê aresteyî ATK’a Stenbolê dike. Li ser serlêdanê ATK’a Stenbolê ji malbata Tekmekuray re radigihîne ku mînaka xwînê ya TEM’a Antalyayê girtiye û cenazeye Tekmenuray hev digirin û malbatê aresteyî Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dike. Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, çend meh in bi hinceta ku karê wê yên erdhejê heye malbata Tekmenuray mijûl dike û cenazeyê keça wan radestî wan nake.

Li goristana bêkesan gor çêkirine

Dayika Şehrîban Tekmenuray Fatma Tekmenuray û apê wê Haci Tekmenuray der barê mijarê de ji rojnameya me re axivîn. Ap Tekmenuray, diyar kir ku piştî ku pê hesiyane biraziya wî jiyana xwe ji dest daye serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dane û wiha got: “Me ji vir aresteyî ATK’a Meletiyê kirin.  Li Meletiyê em çûn ATK’ê û rayedarek ji me re got, ‘Em di konan de dimînin tiştek li vir nîne. ATK çûye Stenbolê. Em nimreya midur bidin we pê re biaxivin’. Dema em li midur geriyan û jê re got ku cenazeyê me cenazeyê gerîlla ye, ji me re got ku ew li cenazeyê erdhejê dinêrin. Midur angaşt kir ku cenazeyek wiha di destê wan de nîne û got, ‘Divê Dêrsim ji me re nivîs binivisîne. Em wisa bersiv bidin’. Li ser serlêdanên me yên bi israr ATK’a Stenbolê qebûl kir ku testa DNA’ya derketiye û xwînê hev girtiye. Bi alîkariya malbateke semsûrî ku kurê wan bi biraziya min re jiyana xwe ji dest daye me cihê biraziya min tespît kir û jê re gorek çêkir. Em li benda dozgeriya Semsûrê ne ku cenaze bide me.”

Li benda bersiva dozgeriyê ne

Dayik Tekmenuray jî destnîşan kir ku piştî ku ji TEM’a Antalyayê mînaka xwînê jê girtine 2 meh şûn de agahiya şehadeta keça wê jê re hatiye û wiha got: “Bi rêya malbateke semsûrî me cihê ku keça min lê veşartine tespît kir û jê re goristaneke çêkir. Di cejnê de ez çûm ser gora wê. Malbata semsûrî dema ku cenazeye kurê xwe li morgê tespît kirine li cenazeyê keça min jî nêrîne û ew nas kirine. Dibêjin ku dema kurê wan veşartine cenazeyê keça min jî li cem kurê wan veşartine. Li ser vê agahiyê em dibêjin gora keça min. Belim ne yê wê be jî. Em li benda bersiva dozgeriya Semsûrê ne. Her car ji me re dibêje karê min heye û cenazeyê keça min nadin. Dixwazim cenazeyê keça min zû bidin û bibim li Cizîrê veşêrim.”