6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Esas tekoşîna me ji niha pê ve dest pê dike’

Feleknas Ûca ji bo hilbijartinên pêk hatin ev tişt got: "Şaşîtî û kêmasiyên me hebûn. Divê em vê rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin. Em nîqaş û analîzên xwe baş bikin. Lê ne ku em xwe ji her tiştî aciz bikin û xwe bidin kêlekê. Qadê ji vê tifaqa di serî de dijminê kurd û gelan dike re bihêlin."

Desthilata AKP-MHP’ê xwe ji bo hilbijartina parlementeriyê û serokkomariyê ya di 14’ê gulanê ji berê ve amade kiribû û Tifaqa Cûmhûr berfireh kiribû. Bi nêzbûna hilbijartinê re ji bo karibin biryarên ku girtine ji meclisê derbas bikin û bi qanûnên ku guhertine êrîşî destkeftiyên jinan bikin partiyên Yenîden Refah û HUDA-PAR’ê li tifaqa xwe zêde kirin. Di encama hilbijartina parlementeriyê de Tifaqa Cûmhûr ji 600 parlamenteran 322 bi dest xistin. Her wiha serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ku namzetê Tîfaqa Cûmhûr bû jî di hilbijartina serokkomariyê de ji sedî 52 deng girt û careke din bû serokkomar.

Parlamentera berê ya HDP’ê Feleknas Ûca der barê xebatên jinan û êrîşên ku li ser mafên jinan tên kirin her wiha li ser têkoşîna ku jinan da û hê jî didin ji Rojnameya Xwebûn re axivî.

Parlementera berê ya HDP’ê  Feleknas Ûca di despêka axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê tifaqa xwe ya bi partiyên din re li ser dijminantiya jinan ava kiriye û ev tişt anî ziman: “Di hemû axaftinên şirîkên Tîfaqa Cûmhûr de dertê holê ku ev tifaqa ku dijminê jinan e ji bo vê dijminantiyê kurtir bikin hatine cem hev. Bi encambûna hilbijatinê re em dizanin ku dê zêdetir êrîşî destkeftiyên jinan bikin.”

‘Wê êrîşên xwe zêdetir bikin’

Feleknas Ûca bal kişand ser êrîşên li jinan û wiha got: “Ev tîfaq dixwaze jinan bê vîn, di nav malan de bihêle û wan ji têkoşînê qût bike. Dijminahiya desthilata AKP û MHP’ê bi rakirina Peymana Stenbolê êrîşên li ser Tevgera Jinên Azad (TJA) û di hemû tevgerên wan de xwe dide der. Zîndankirina jinan û xistina wekîlên jin jî taybetiya siyaseta wan e. Dixwazin di vê pêvajoyê de jinan ji mafên wan dûr bixin. Ji xwe demeke dirêj e siyaseta xwe li ser bedena jinan didan meşandin. Wan dixwest li ser jinan biryara ku çend zarokan çêbikin, çawa bikenin bidin. Li gorî baweriya min wê  bixwazin bi vê desthilatdarî û koalîsyona ku çêkirine li hemberî jinên têkoşêr êrîşên xwe bêhtir bikin û zextên xwe zêdetir bikin.”

‘Xwe zêdetir bi rêxistin bikin’

Ûca da zanîn ku jin li dijî rehîngirtina di malê de û bêvînhiştinê bersiva xwe bi têkoşînê bidin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî êrîşên desthilatê dê jin jî parastina destkeftiyên xwe bikin. Jin ji bo parastina destkeftiyên xwe bi salan e di nav têkoşînekî de ne. Gotina ‘Jin jiyan azadî’ ji bo jinên kurd ne tenê dirûşmek e. Ev peyv bû felsefeya jinên azad e. Em karin bibêjin ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû jinan bû felsefeyeke navneteweyî. Ji ber vê yekê jî dê tifaqa wan hewl bide jinan ji vê têkoşînê dûr bixin. Jin li her qadên jiyanê ev 30 sal in têdikoşe û wê li ser vê fikriyatê berxwedana xwe dewam bikin.”

‘Em ê bi têkoşînê bibin bersiv’

Feleknas Ûca got ku di vê pêvajoyê de hevgirtina jinan girîng e û wiha pê de çû: “Ji bilî xwe rêxistinkirinê divê kiryarên Tîfaqa Cûmhûr werin teşhirkirin. Çi kirin, dixwazin çi bikin, dijminatiyeke çawa dikin divê ji aliyê gel ve bê zanîn. Divê em vê teşhîrkirinê ji cîran, gund û taxên xwe bidin destpêkirin. Heta ji me were divê em vê berfireh bikin. Piştî wî divê jinên femînîst, jinên xwedî baweriyên cuda, Tevgera Jinên Azad, Meclisa Jinan a HDP’ê û Partiya Çepên Kesk tifaqa xwe xurtir û mezintir bikin. Divê em li her qadê bikin qada berxwedan û têkoşînê. Em ê li dijî tunehesibandina jinan bi mezinkirina têkoşînê bibin bersiv.”

‘Em ê pêşiya zîhniyeta wan bigrin’

Ûca der barê êrîşên li ser jin û zarokan tên kirin de ev tişt anî ziman: “Hûn jî dizanin demeke dirêj e nîqaş li ser destdirêjiya li ser zarokan tê kirin. Niha jî hewl didin bi zagonan rê li ber zewaca zarokên keç vebikin. Kesên ku destdirêjiyê li jin û zarokan dikin nayên cezakirin. Zedetir ser van mijaran tê girtin. Di demên dawî de li ser van gelek rojev çêbûn. Ev bûyer ji ber desthilatiya AKP-MHP’ê diqewimîn.

Ev tifaqa dijminê azadiya jinan wê mudaxaleyî azadiya zarokan jî bike. Dixwazin destûra bingehiyan bi guhertinan bimeşînin. Ev tifaq ne bi ferqeke mezin bi ser ket. Em bêjin gelên li vî welatî dijîn ji sedî 48 li dijî van biryarên wan in. Ji ber wî em karin bibêjin ku wê gelek zehmet bibe ku hertiştî li gorî xwe dîzayn bikin. Ku em bi têkoşîneke mezin li ber xwe bidin em ê karibin pêşiya zîhniyeta wan bigirin. Her kesek divê biryara xwe di vê qonaxa nû de bide û xeteke têkoşînê ava bike. Ji ber ku em têkoşînê mezintir nekin wê dijminatiya jinan rihettir êrîşan dewam bike.”

Berfirehkirina operasyonan

Feleknas Ûca bal kişand ser encamên hilbijartinê û wiha axivî: “Ez bawer nakim ku li gorî encamên hilbijartinê AKP-MHP bi ser ketibe. Encama ku hat parvekirin encama dek û dolabên wan e. Belê kêmasiyên me jî hebûn. Divê em vê rewşa xwe di ber çavan de derbas bikin. Em nîqaş û analîzên xwe baş bikin. Şaşîtî û kêmasiyên me hebûn. Me çima nikaribû em gel bibin ser sindoqan. Divê em van baş binirxînin. Ku em vê baş analîz nekin çend meh şûnde hilbijartinên şaredariyan hene, wê ev pisgirêk dîsa derbikevin pêşiya me. Ji bo ev xeta me zelal bibe divê em kêmasiyên xwe bibînin. Wê nîqaşên me dêst pêbikin. Em ê nîqaşên xwe kurtir bikin. Lê ne ku em xwe ji her tiştî aciz bikin û xwe bidin kêlekê, qadê ji vê tifaqa di serî de dijminê kurd û gelan dike re bihêlin. Ji xwe me gefên ku li ser destkeftiyên gelê kurd û êrîşên wan a li ser fikratiyata azadiya jinan jî dît. Di berfirehkirina şerê ku didin meşandin de jî tê zanîn ku wê qirkirina siyasî berdewam bike.”

‘Moralê xwe xira nekin’

Ûca di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Doza qedexekirina HDP’ê hê dewam dike. Ji bo ku em karibin bibin bersiv em ê analîza xwe jî bikin. Em ê rêxistina xwe xurttir bikin. Em dikarin van kêmasiyan sererast bikin. Tevî hemû kêmasiyan jî em karin bibêjin Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê di xebatên hilbijartinê de tiştên ji destê wan hat kir. Li hemberî faşizmê gotin em ê têkoşîna xwe ya xeta sêyemîn xurttir bikin. Ev gaveke gelek girîng bû. Ji ber wê jî em moralê xwe xira nekin. Esas tekoşîna me ji niha ve dest pê dike.”