spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ûçar: Têkoşîneke pir xurt li pêşiya me ye

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna Meclîsa Jinan de axivî û got: “Di Meclisê de hat dîtin ku divê em têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Di encamên hilbijartinê de ji sedî 50’ê kesên ji vê desthilatdariyê re gotin na, piştevaniya têkoşîna mafdar a jinan kir."

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Partiya Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina piştî hilbijartinê û ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya heyama nû li hev civiyan. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di destpêka civînê de axivî.

Axaftina Ûçar wiha ye:

“Ez destpêkê 5 hevalên me yên di 5’ê hezîrana 2015’an de li Amedê di êrişa li Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînim. Nêzî 400 hevalên me birîndar bûn. Me li dijî êrişan têkoşîna berdewam kir.

Me hilbijartinên parlamento û serokomariyê li pey xwe hiştin. Helbet di xebatên me yên Meclisa Jinan a Çepên Kesk û Meclisa Jinan a HDP’ê de rêbereke me hebû. Me di danezan, axaftin û têkoşîna xwe de armanca mezinkirina têkoşîna jinan da û xebatên me yên pêşerojê jî wê bi vî rengî bidomin. Di riya hilbijartinê de me herî zêde têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê û rejîma yekzilamî di warê polîtîkayên jinan de nîqaş kir. Em dizanin ku di serdema nû de bi polîtîkayên mêtîngerî û bi tifaqên dijminatiyê yên li ser vê hatine zêdekirin hewl didin xeteke nû bikşînin. Lê weke me got, a girîng ji bo me ew e ku îro jî weke duh hewl bidin destkeftiyên jinêanhembêz bikin.

Temsîlyeta wekhev

AKP’ê di hilbijartinan de hemû destkeftiyên jinan hedef girtin. Bi saya têkoşîna Partiya Çepên Kesk û HDP’ê 29 parlamenterên jin be derxist û me temsîliyeta wekhev û temsîliyeta herî xurt a jinan bi dest xist. Wekîlên me yên jin ên beriya me hem li kolan û hem jî li Meclisê di warê têkoşîna jinan de bi awayekî herî xurt xebitîn. Di serdema nû de em ê têkoşîna li meclîs û li kolanan biparêzin. Dema ku AKP ber bi hilbijartinê ve diçû dest ji hedefgirtina hemû destkeftiyên jinan berneda. Xeta sereke ya vekişîna ji Peymana Stenbolê, desteserkirina pêşeroja jin û zarokan bi rêziknameya îstîsmarê, 6284 kirin madeya bazariya hilbijartinê, desteserkirina mafê nefaqeyê û kûrkirina gotinên nefretê bû. Dest ji vê yekê berneda, bi tifaqên xwe hewl da vê yekê xurt bike.

Em xwedî dînamîkên xurt in

Têkoşîna jinan xwedî li riyeke pir dirêj e. Em rastî parlementoyeke hatin ku hebûna me jî tê de tê nîqaşkirin. Li hemberî hemû êrişên desthilatdariya AKP-MHP’ê û şîdeta dewleta nêr, me gav paşde neavêt, têkoşîna me wê bidome. Bila gumana tu hevalên me nebe. Hemû hevalên me yên li vir rastî dînamîkên herî xurt ên vê têkoşînê ne. Hevserokatî, temsîliyeta wekhev, polîtîkayên me yên ku hebûna jinan di hemû qadên jiyanê de xurt dike wê bidome.

Meclisa ku hat eaşkerakirin nîşanî me da ku divê em têkoşînek pir xurt bikin. Di encamên hilbijartinê de ji sedî 50’ê vê desthilatdariya ku jê re got na û ji nîvî zêdetir civakê jî nîşan da ku li pişt têkoşîna mafdar a jinan e.

Dema ku em encamên hilbijartinê dinirxînin em jê re nabêjin têkçûn. Ji ber ku serkeftina têkoşîna jinan ne serkeftineke ku bi hilbijartinan were pîvandin. Em li cihê ku duh lê bûn, em dizanin ku divê ev yek bê xurtkirin û berfirehkirin. Careke din ez ji hemû hevalên xwe yên jin ên ku di vê têkoşînê de keda xwe dane re dibêjim, ji bo kedê serketinê dixwazim. Em ê bi hev re ser bi kevin; Kolan a me ye û têkoşîn a me ye.”