4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza rojnameger Olçen dîsa hate taloqkirin

Danişîna doza Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Azadiya Welat, dîsa hate taloqkirin û dozger daxwaz kir ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin

Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi hinceta nûçe û nivîsên di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin, der heqê Xwediyê Îmtiyazê Ramazan Olçen de bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkiririn.

Danişîn, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Rojnameger Olçen ku der heqê wî de biryara girtinê heye û parêzer tev li danişînê nebûn. Dozger, xwest ku xwe li benda biryara girtina Olçen bigirin û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.

Dadgehê jî biryar da ku xwe li benda biryara girtina Olçen bigirin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Danişîna dozê taloqî 2’yê cotmehê hate kirin.