26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Hestiyên te hatine’

Şerê di navbera PKK’ê û dewletê de ji salên 1980’yî heta niha didome. Di vî şerê navbera aliyan de pevçûnên gelek dijwar pêk hatine û ji her du aliyan jî bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest daye. Ji aliyê dewletê ve gelek caran li dijî cenazeyan bêhurmetî hatine kirin. Herî dawî jî li dijî cenazeyê Agît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî bêhurmetiyeke ku heta niha li tu dera cîhanê nehatiye dîtin, hat kirin.

Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme, 10’ê nîsanê derxistin holê ku Serdozgeriya Komarê ya Dersimê cenazeyê Agît Îpek bi pakêtek kargoyê ji malbatê wî re şandiye. Li gorî nûçeyê; Agît Îpek, di 23’yê gulana 2017’an de di operasyoneke leşkerî de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku encama testa DNA’yê li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê diyar bûye, Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê, di 2’yê adarê de cenazeyê Îpek dike pakêtekê û bi rêya PTT’ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şandiye. Di 10’ê nîsanê de cenazeyê Îpek, di pakêta kargoyê de radestî malbata wî ya ku li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê hat kirin.

Nehiştin dayik defin bike

Malbata Îpek piştî ku cenazeyê kurê xwe bi vê awayekî sosret girt, di heman rojê de li gundê Tizyan ê navçeya Artûklû ya Mêrdînê defin kir. Di dema birina cenaze de cendirmeyan gundê Tizyanê dorpêç kir û nehiştin gundî tev li merasîma definkirina cenaze bibin. Cendirmeyan nehişt ku dayika Îpek Halîse Îpek a dilbirîn jî tev li karên definkirinê cenazeyê kurê xwe bibe. Ji bo definkirinê tenê destûr dan 3 kesan.

Cenaze û dosyaya veşarî

Dayika Îpek Halîse Aksoy, têkildarî awayê dayîna cenazeyê kurê xwe axivî û destnîşan kir ku beriya mehekê ji Edliyeya Amedê lê geriyane û jê re gotine ‘dosyayeke te heye were rahêje dosyayê’ û wiha got: “Piştî telefon kirin min pirsî ku ji bo kurê min e an na.  Gotin dosyayeke veşarî ye tu dê werî teslîm bigirî. Min ji wan re got ‘heke ya kurê min be ez dikarim bi teyarê werim.’ Dûre dîsa geriyan gotin ‘navnîşana xwe bide em bişînin wê derê.’ Zavayê min navnîşana xwe da. Deh roj wisa derbas bûn vê carê ji Dozgeriya Dersimê geriyan gotin ‘me dosyaya te şandibû Amedê dîsa li me vegeriyaye. Wan jî got dosya veşarî ye em nikarin ji te re bêjin. Dosya dîsa şandin Amedê. Beriya 12 rojan dîsa li min geriyan gotin were Qereqola Polîsan a Rêzanê. Ez çûm wir gotin ‘em ê kaxizekê bidin te tu dê biçî edliyê dosyaya xwe bigirî. Kaxizek dan min tê de ‘emanet’ dinivîsand. Ez tenê çûm. Lê min negirtin hundir û gotin here di 30’yê mehê de were. Ez dîsa zivirîm malê. Heta îro cardin çûm. Em ketin hundir çûn cihê ku tiştên emanet lê tên wergirtin. Min pirsî ku çi ye emanet? Ji min re gotin ‘hestiyên te hatine. Min lê nêrî ku di pakêtê de ne, PTT li ser nivîsandî ye. Bi riya PTT’ê anîne û birine. Min rahişt pakêta xwe û hatim malê.”

Nirxên mirovî nemane

Aksoy da zanîn ku çi dibe bila bibe cenazeyên mirovan bi rêya PTT’ê divê neyê şandin û ev tişt anî ziman: “Min hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine. Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Tê wateya ku em dibin zilm û zorê de ne. Dîn, îman nayê bîra wan. Me zarokê xwe bi belengazî xwedî kir dawiyê hestiyên me birin û anîn bi kargoyê şandin. Ez nizanim li dijî vê yekê bêjim çi. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn. Min got rojekê cenazeyî bidin jî wisa nadin. Me nizanî ku dê wek paketê bi PTT’ê bişînin.”

Dayîna cenazeyê Îpek a bi vî awayî di nav civak û sazî û tevgerên kurdan de bû sedema bertekeke zêde. Bi hezaran kurd li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî rewşê da û rêbaz şermezar kir. Dîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) jî têkildarî mijarê daxuyaniyên nivîskî weşandin û bi awayekî tund bertek nîşanî rêbaza dayîna cenazeyê Îpek dan.

[accordions]
[accordion title=”Zîhniyeta li dijî mirovahiyê” load=”show”]DBP’ê jî bi sernavê “Nelet li zîhniyeta we ya dijminê kurdan bê” ev daxuyanî da: “Li gel hemû hewldanan jî 3 sal bûn cenazeyê Agît Îpek nedihat dayîn. Vê pêvajoya vîrusê ku herkes ketiye mala xwe ji xwe re kirin firsend û bi dijminahiyeke weke wehşetê dikare bê binavkirin cenazeyê Agît Îpek bi kargoyê ji malbata wî re şandin. Em ê li dijî vê zîhniyeta we ya li dijî mirovahiyê têbikoşin û heta ku vê zîhniyeta we ji hucereyên mirovahiyê hilneweşînin jî nesekinin. Em vê zîhniyeta we şermezar dikin û diyar dikin ku em li cem gelê xwe ne.”[/accordion]
[accordion title=”Di tu ol û civakan de nehatiye dîtin” load=”show”]MEBYA-DER’ê jî diyar kir ku ev rewş dijminatiya li hemberî kurdan a asta herî jor e û ev tişt got: “Kesên ku ji xwe re bibêjin mirov dizanin ku ehlak û hiqûqa şer heye. Ev erdnîgarî bû şahidê gelek şeran lê tu caran li cenazeyan bêrêziyeke wisa nehatiye kirin. Bila her mirov ji xwe bipirse heke cenazeyên zarokên wan bi kargoyê ji wan re were dê psîkolojiyeke çawa bijîn? Bê ehlakiyeke wisa di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Di dîrokê de tu ol û civakan ji mirî re bêrêzî nekiriye. Ev nêzîkatiya derveyî mirovahiyê em şermezar dikin. Mirovahiyê vedixwînin têkoşînê li dijî vê hişmendiya nexweş a dijminatiya kurdan dike.”[/accordion]
[accordion title=”Di vê sedsalê de cenaze tên pakêtkirin” load=”show”]KCD’ê destnîşan kir ku faşîzma AKP’ê ku hemû nirxên sincî binpê dike, pêkanîneke din li pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde kiriye û ev tişt got: “Di şerên hoveber de jî rêzgiritna ji mirî û veşaretina mirî re maf e. Di sedsala 21’emîn de cenazeyê mirovan tê pakêtkirin û ji malbatên wan re tên şandin. Ev pêkanîn di tu pirtûkeke pîroz, hiqûq û civakê de tune ye. Divê ku sînor ji nijadperestî û dijminahiyê re jî hebe. Tu bawerî, çand û neyartî pekanîneke bi vî rengî qebûl nake. Armanca van pêkanînan alozî û gengeşî ye. Em vê pêkanîna li dijî mirovahiyê şermezar dikin û ji wijdanê mirovahî, rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî re dihêlin.”[/accordion]
[/accordions]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê