Rojnameya Heftane

Ka şewqeyên we!?

Di hevpeyvîneke Der Spiegelê de ya di sala 1969’an de bi Adornoyî re kirî, guftûgoyeke baldar derbas dibe: “Birêz profesor, wer dizanim ku duhîli dinyayê îş têl bû.” Adorno: “Lê ji min ve wisa xuya nedikir.”

Huner û tiştanok

Adorno, weke tiştanokan ranêzîkî berhemên hunerî dibû, li gorî wî berhemên bi vî cureyî, fena tiştanokên wênedar, xwediyê xwe û razekê bûn, jixwe çîrokên di berheman de jî bi devê perîzadeyan dipeyivîn: “Tu daw û doza ya/yê teqez dikî, dê ew ya/yê te be, lê tu kes dê guh li vê yekê nebe.” Xisletê tiştanokî yê di berhemên hunerî de, li gorî teoriya estetîkî ya Adornoyî –Adorno vê nêzîktêdayina xwe li ser bîr û boçûnên Benjamînî ava kiribû–ango, berhemên hunerî yên ku diviya weke tiştanokan bêne şîrovekirin û tehlîlkirin, bêguman ji bîr û baweriya wî ya ji hunerê –û ji hêza wê–dihat ku îro ro, em bêgav in wekî vê nêzîktêdayinê rexne bikin. Per û baskên perîzadeyên ku ji hunerê re bûbûn per û bask, bi maytêkirina şirîkeyên fînansê yên navneteweyî re, bi awayekî ku bi tu caran û bi tu destekariyê necebire, hatibûn şikênandin. Hunermend, ne li dû tiştanokan bûn êdî, wêneyek hebûya jî, ji bilî agahiyeke lawaz a estetîzekirî, çu tiştekî razbar a ku me li dû xwe kaş û berkaş bike, nedida me. Nexwe huner, temsîla çi bû û temsîla çi dikir? Di demên wihakîno de gelo teoriya rexneyî ya hunerê bi kêrî çi dihat? Huner, çawan dibû ku wekî bersiva tiştanoka bûneweriyê –vê kêşeya ontolojîk!–dabe, bi vê quretiyê vediguhezî tiştanokeke din a hîç û pûç?

Kurdbûyîn çima dibe Toqa Şeytên?

Li bakurê Kurdistanê, ji ber ku tu kelepor û paşxaneya hunerî yên hunermendên me yên hevçax tune bû wekî xwe bispêrinê, rabûn xwe bi zorê xistin nav mêjûya hunerî ya tirkan. Ji bo hunermendeke/î tirk girîngiya pêwendiyên têgihî yên ku di ser STT’ê (Koma Pênaseyê Ya Hunerî ku di sala 1977’an de, bi pêşengiya hunermend û akademîsyên wek Şükrü Aysan, Serhat Kiraz, Ahmet Öktem û Avni Yamanerî dest bi xebatên xwe yên têgihîkiribûn ên bi felsefe, zanist, mentiq û matematîkê ve têkildar bûn) re ava bûbûn, piştî demekê bo hunermendên kurd jî derbasbar bû û kurd, mêjûya nûjen a hunerê di ser van bîr û boçûnên rojavayî re, bêyî ku bikevin tu dûdiliyê, weke mêjûya xwe ya destpêkê pejirandin. Ji nifşê pêşîn tu hunermend ji akademiyê nehatibûn, perwerdeya hunerî ya ku li Zankoya Çukurovayê, di Beşa Mamostetiya Karên Şêwekariyê de dîtibûn, têraşer û pevçûneke bilind ya estetîkî û teorîk nedikir. Bi tenê rêyek hebû li pêşiya wan, ew jî ‘siyaset’ û ‘nasname’ya wan bû ya ku bûbû barê pişta wan, ku bi demê re (di navbera sala 2000-2010’an de), ev herdu kart jî, digel encamên bêdewletiyê û ezmûngeriyeke dûvedirêj ya di vî warî de,weke jokerê hate bikaranîn. Berteka pêşîn ku min di nav nivîsên xwe yên Xwebûnê de qala vê kiribû, ev bû: hunermendên ku beşdarî li Çaremîn Pêşengeha Çalakiyên Ciwanan (Stembol, 1998) kiribûn, wek sixûrên çandî yên ku pirsgirêkên herêma xwe vediguhastin hêwanên pêşengehan, hatibûn binavkirin. Di tezên civaknasên tirkan de berteka hunermendên kurd, bûbû mijarine hema hema balkêş. Kurd di hunera hevçax de hebûna jî, bivênevê dê bi pirsgirêkên xwe hebûna, berhemek –berhem helwêst e–gava derveyî vê ‘Toqa Şeytên’ bihata afirandin, di derûdorên hunerî de bi dest re tuşî dijraberiyeke seyr dihat. Li gorî vê xwendina bijarteyî ya konformîst, li wê herêmê (giva li başûrê rojhilata Tirkiyeyê) bi tenê zarokên kurdan dimirîn (çi ku dimiriyan, nedihatin kujtin). Hê beriya bi çendekê, li Dêrsimê, ji bo herdu birayên ku pê li teqemeniyê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn, kuratoreke navdar (Beral Madraya ku bi demekê Amed ji xwe re kiribû wargeha hunerê), gotibû; “Bi tevî vê heqîqetê jî, van herdu zarokên biçûk dişînin deverê, ji ber hindê dê û bav sûcdar in…”Qey Baudrillard bû yê ku digot; “Tiştin hene ku li derveyî heqîqet û berahiyê mane û li dijî me li ber xwe didin.”

Ka şewqeyên we!?

Ji tirs û şayîşa ku hunermendên me, wek kurdekê/î neyên destnîşankirin û ji gera ‘neteweyî û navneteweyî’ bêpar nemînin, kar û barên wan bên firotin û têkevin pêşengeh û koleksîyonan, wêdetir ji hemûyan di gergerîneka nasnameyê de winda nebin û neyên recimandin, xwe bi havilnameyên dam û dezgehên ku piştgiriyê didan projeyên wan ên ji herêmê derçûyî, kedî kirin. Mijarên ku li Kurdistanê resen û pesen bûn (wek kujtina Tahir Elçîyî), ji Stenbolê re hema qet nedibûn (çi ku Stenbol ne bajarekî gilî û gazincên herêmî bû), piştî demekê ‘Tirkiye’ dê ji hemûyan re bûbûya‘Welatê me’. Berhemên ku qala mêrkujiya li welêt dikirin, helbet ne di hunkûfê hiş û bîra hunermendên têgihî yên ku li rabirdûya ermenan (bo mînak li destemeliya wan a di warê çêkirina şewqeyên jinan de) hûr dibûn bû.

Ji nifşê hunera têgihî (Conseptual Art) mînaka herî balkêş, Sarkîs bû û Sarkîs, ji bo ku bi eslê xwe ve ermen bû, di nav vê mêjûya nijadperest de zû bi zû hatibû recimandin. Sezer Tansugku yek ji ekterê herî girîng ê hunera nûjen û rexnegiriya hunerê bû, bi boneya pêşengeha Sarkîsî ya li Venedîkê (di sala 1990’an de li dar ketibû), li Dêra Katolîk a Ermenan a li Girava San Lazarroyê li dar xistî, ji ermenbûna hunermend bigire heya qaşogiravî xinizkariya wî ya neteweyî, ew dabû ber tîrên xwe yên jehrîn. Hingê, nivîskar û hunermendên wek Melih Cevdet Anday, Murat Belge, Can Yücel, Onat Kutlar, Ferit Edgü, Enis Batur û Handan Börüteçene, gotinên Sezer Tansugî, bi belavokekê şermezar kiribûn. Di belavokê de; “Em ên ku bi hêz û qudreta aştîxwaz a hunerê, lê ne bi hêza wê ya veqetîner bawer in, em ên ku li dijî bîr û boçûnên cudahiya regezî, ya zimanî, olî, reng û zayendî ne… hiş û bîra paşverû ya nivîskêr şermezar dikin!”hatibû nivîsandin.

Bo bibîrxistinê: Sarkîs, di sala 1969’an de tev li pêşengeha pîrê kuratorên serbixwe Harald Szeemannî ya bi navê Gava Helwêst Vediguhezin Şêweyê de cî girtibû ku ev pêşangeh wekî yekemîn pêşangeha têgihî ya pêkveyî hatibû pejirandin. Di salên 60’î de dewleta tirkan, ji bo hunermendên tirk hînî formên nû yên rojavayî bibin û xwe di warê hunerê de perwerde bikin, dişandin Parîsê. Gelek ji wan bi rêya bûrsên dewletê, hinek jî bi derfetên xwe qesta welatên dereke kiribûn, yên wek Füsun Onur, Nil Yalter, İsmail Sayar, bi vê qonaxê re û piştî vê qonaxê, dev ji şêweyên bênahiyên kevneşopî ya ku di akademiyê de dihat bi nan û av kirin, berda bûn û berê xwe dabûn pratîk û pêşangehên ezmûnî (experimental).