Rojnameya Heftane

Ger Covid-19 nekuje, wê bêkarî û xîzanî bikuje

Îro li cîhanê ji ber vîrusa Covid-19’ê hema bêje jiyan rawestiyaye û pergala bikrîz di nav kirîza ku dijî de li pey rê û rêbaza bihurandina ji vê yekê ye. Lê ne pêkan e pergala bikrîz a modernîteya kapîtalîst bikaribe çareseriyê bibîne, ji ber ku sedemên van hemû krîz û nexweşiyan ev pergal bixwe ye. Nexasim di rewşeke wiha de jî pergalên heyî li şûna tedbîran bigirin, di civakan de rê li cihêkarî û pirsgirêkên cuda vedikin.

Helbet yek ji welatê ku herî zêde vîrusa Covid-19 lê belav bû jî Îran e. Rayedarên hikûmeta Îranê ji destpêkê de bi nêzikatiyek ne cidî û ji rêzê nêzî rewşê bûn û tedbîrên pêwîst negirtin. Tinazên xwe li welatên cihê kirin, rastiya rewşê ji gel û raya giştî veşartin, qaşo bi vê yekê xwestin xwe wek dewletek bi hêz pêşan bikin. Lê belê di demeke kin de hat dîtin ku rewş ji ya heyî gelek xirabtir e û nexweşî belavê tevahiya welat bû. Ger di dema xwe de tedbîrên pêwîst bihatana girtin, ne pêkan bû ku encama îro tê jiyîn rû bida. Di destpêkê de rayedarên Îranê li şûna ku bajarên wek Qûmê ku bûyerên vîrusê lê zêde bibûn bixin bin karantînayê û tedbîrên hewce bistînin, gel şaş agahdar kirin û ketin nav şerê ka em çendî bi hêz in. Lê îro jî dema ku em lê dinêrin, em dibînin ku serokkomar Hesen Rûhanî di civîna kabîneyê de da diyarkirin; “Me pêla ewil a vîrusa Covid-9 bihurand. Wek hikûmet me vîrus di 20 sibatê de ferq kir û me di heman civîna xwe de jî ev yek bi gel re parve kir.” Di axaftineke xwe de jî Rûhanî dibêje; “Dibe Covid-19 heya mehên li pêşiya me, yan jî heya dawiya salê bi me re be.” Her çend Rûhanî di civîna civata wezîran de da diyarkirin ku li hemû bajaran bûyerên Covid-19’ê kêm bûne, lê rewşa heyî berovajî vê yekê nîşan dide.

Kiyanûş Cehanpûr, serokê navenda agahdarkirina Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, balê dikişîne ser daneyên herî dawî yên vîrusa Covid-19 û dibêje; “Li gelemperiya welat ên ku heya niha bi vê nexweşiyê ketine 67 hezar 286 û 27 hezar 39 kes jî baş bûne. Û 4 hezar 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Di nav 24 saetan de hezar 997 kesên din tûşî nexweşiyê bûne ku ji wan 121 kesan jiyana xwe ji dest daye.”

Ev daneyên fermî ên dewletê bixwe jî didin diyarkirin ku berovajî gotina Rûhanî, belavbûna vîrusê hîn berdewam e.

Lazim e em êşare pê bikin ku li rojhelatê Kurdistanê rewş hîn xirabtir e. Agahiyên ji hindurê welat tên, rewşê xirabtir û daneyên ku tên dayîn jî zêdetir nîşan dide. Bi taybetî li bajarên kurdan tedbîrên ji bo tendirustiyê pir kêm in. Ji bo wê jî nexweşî pir zû di nav civakê de belav dibe û derfetên dermankirinê di asta herî jêr de ye. Li bajarê Banê gel ji daneyên fermî yên hikûmetê wêdatir, behsa hejmarek zêde a miriyan dike, dîsan Islamabad a girêdayî bajarê Ûrmiyê bi temamî di qerentînê de ye ku ji sedî 90 şêniyên wê kurd in. Her wiha alîkarî û derfetên ji bo dermankirin û amûrên tenduristiyê hema bêje tune ne. Hin ciwanên kurd bi derfên kêm û înîsiyatîfa xwe komek avakirine û tiştên zarorî û xurekê digihînin malbatên xîzan ên li Islamabad û gundê Miyawoq a ser bi Ûrmiyeyê ve; girîng e mirov bibêje ku li Islamabadê bi gelemperî gel xêzan û bi zorê debara xwe dike.

Li gor raporek ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin; hişyar dike ku ji ber bandora vîrusa Covid-19’ê a li ser aboriya Îranê wê nêzî 4 milyon 800 hezar mirov di bin xeteriya jikarderxistin an jî bêkariyê de bin. Lê, îro li rojhelatê Kurdistanê kesên ku tenê bi kasibkariyê debara xwe dikin û rojane xwe li sînorên mirinê didin, rewş hîn giran û kambaxtir e. Gel di van rojên zehmet de ku dewletê bi giştî derketina derve; derveyê bank û tiştên zarorî, hemû tişt qedexe kirine, bi zor û zehmetiyên cidî re rû bi rû dimîne. Ji bo wê, li bajarê Makû: 17, Bûkan: 92, Selmas: 23, Serdeşt: 22, Neqede: 27, Xoy: 189, Ûrmiyê: 327, Pîranşer: 23, Eşnewiyê: 18, Mahabad: 64, Poldeşt: 6, Çalderan: 5 bûyerên nexweşiyê bi awayek fermî hatine diyarkirin ku agahiyên em digihîjinê, hejmar ji vê zêdetir nîşan dide. Jixwe ev dane roj bi roj zêde dibin. Ger rewş wiha bidome wê gel rastî rewşên girantir bê, ji ber ku li bajarên kurdan gel ji bo debara rojane xwe li her karê bi zehmet û xetere dide. Rewşa heyî jî nîşan dide, ger li rojhilatê Kurdistanê Covid-19 gel nekuje, wê bêkarî û xêzanî bikuje.

Em baş dizanin ku li bajarên kurdan hem rewşa aborî, hem jî pergala derman û tenduristiyê pir xirab e. Û dewlet di rojên wiha bi êş de jî dest ji polîtîkayên xwe yên dijminane bernade, dîsan gel bi mirin, xêzanî û bêçaretiyê re rû bi rû dihêle. Ji bo wê jî girîng e ku di pêşengiya ciwanan de, civaka me ya kurd xwe baş bi rêxistin bike û hemû pêdiviyên xwe bi pergaleke kolektîf dabîn bike.

Ji vir şûnde hewce ye bêyî ku mirov li benda alikariya dewletê bimîne, mirov bikaribe têkiliyeke berfireh ava bike, birêxistinbûna xwe bi pêş bixe; bêyî ku derketina derve bike hincet, amûrên heyî baş bi kar bîne û toreke berfireh a danûstandin û alikariyêav bike. Ji hêla tenduristî, dermankirin û alikariya ji bo xwirekan, di her hêlê de civak xwe bigihîne astekê ku dikaribe ew bi xwe bi kêrî xwe bê.