28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pergala rayekên lêkeran

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Gelî xwînerên heftenameya Xwebûnê ev dem û hemû dem û çaxên we bi xêr û xweşî bin, stûşkestiya koronayê bi dîyarê we nekeve, Qesra Pêncgirik bi ber lehîya koronayê bikeve. Ev çend hefte ne, min ji ber vê rewşa awarte nekarî nivîsa xwe binivîsim, lewre kampûtera min dûredest bû, hê jî wisa ye, ez vê nivîsê jî li ser kompûtera nasekî dinivîsim.

Ev mijar li alîyekî, em niha werin ser mijara xwe ya têkildarî zimanê kurdî, xweşbextane sazîyên me yên zimanî piştî koronayê jî karîn li ser înternetê kar û barên xwe bimeşînin, em hêvî dikin ev xebat geştir bibin. Her wekî hûn dizanin pest û pêkutîya li ser kurdan, bi xwe ra xerabûna bazara weşangerîya kurd anîbû, lê belê Xwedê derîyekî digire, deh derîyan vedike. Piştî rewşa awarte ya li dûv derbeya beravêtî, derîyê bazirganîya pirtûkan a li ser înternetê li ber kurdan vebû, ew jî tiştekî ji xêrê rabû. Ez hêvî dikim ev rewşa awarte bibe sedem ku perwerdeya kurdî ya online bi pêş bikeve û em karibin qeyd û bendên dagirkeran bişikênin û sînoran dabezînin.

Di vê gotara xwe da min divê ez qala hin taybetîyên lêkeran bikim. Em di xebatên xwe yên rêzimanî da her tim lêkeran li ser bingeh û hîmê raderê ve diçirînin û dinirxînin. Dema ku em wisa dikin jî bivê nevê em pêşî rayeka demaborî ya lêkerê bi dest dixin û piştre jî xwe digihînin rayeka dema niha. Em vê yekê bi çend mînakan zelal bikin:

kirin> kir> k avêtin>avêt>avêj birin> bir> b bûn>bû> b

Lê ev rêbaz di hin lêkeran da bikêrî me nayê. Em dişên ji bo vê rewşê jî çend mînakan bidin:

kirîn> kir>kirî birîn> bir>birî dirîn>dir>dirî livîn> liv>livî revîn>rev>revî zirîn>zir>zirî kenîn>ken>kenî

Her wekî ji mînakan jî xuya dibe, pêşî rayeka dema niha xwe nîşan dide, piştre rayeka dema borî bi dest dikeve. Îcar em vê morfema /-î/ wekî paşgireke lêkersaz bi nav dikin, ev yek bi mînakan jî tê peyitandin. Bi awayekî gelemperî ev paşgira /-î/  ji bo lêkerên têneper (negerguhêz) pêk tîne, lêbelê her wekî bala we jî dikişîne, hinek mînakên li jor (kirîn, birîn) gerguhêz in. Rayeka dema niha ya van lêkeran jî (rev, liv, zir) navdêr in, hinek jî (dir) rengdêr in. Heke mirov ji alîyê dîakronîk ve lê binêre, dibe ku ev paşgira me ne /-î/, lê /-ît/ be. Hinek lêkerên li jor bi vî rengî jî tên bikaranîn.

kirîtin>kirît> kir firîtin>firît>fir kenîtin>kenît>ken

Her wiha di farisî da jî paşgira ku beramberî wê tê, /-îd/ e, her wekî “xendîden[1]>xendîd>xend”. Heke bi vî çavî li mijarê binêrin, em ê bibînin ku paşgira me ya lêkersaz /-ît/ kurt bûye û îro êdî wekî /-î/ maye. Ev yek jî pergalê xera dike. Helbet ev mijar divê bi kûrahî û berfirehî bibe qada lêhûrbûn û vekolanê.

[1]kenîtin>kenît>ken

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê