Dema mirovên pêşî derketin ser rûyê dinê bi awayekî êltî û koçbertî tevdigeriyan, tu hest û baweriya wan a hevpar nebû. Yên ku ew bi hev girêdidan menfeet û bavikên wan bûn. Ne ziman û ne jî neteweyîtî li gel wan hebû. Tirsa wan ji xwezayê bû û ji xwe re xwedayên têkildarî xwezayê diafirandin.
Piştî çandina genim û niştecihbûna mirovan pêre pêre gelek tişt hatin guhertin. Hêdî hêdî baweriyên yek xwedayî (monoteîzm) derketine pêş û li şûna baweriyên pirxwedayî (polîteîzm) cih girtin. Li gel yek xwedayîtiyê pir xwedayîtî jî didome lê wek berê popûlerîteya wê nemabû. Êltî û baviktî jî bi demê re cih dide bajarperestiyê. Bajarpersert, hawirdorên bajarên xwe bi bedenan dorpêç dikin ku bi rehetî axa xwe biparêzin.
Mirovên bajarperest ji bo ku bajar û baweriya wan bi ser bikeve gelek caran bi cîranên xwe re ketine şer û bi vê yekê gelek komkujî qewimîne.
Lê mirov bi xêra peresanê (evolutîon) bi demê re bi aqil dibin û ji şaşiyê xwe vedigerin. Peresana mirovan di dewra ronesans, reform û di şoreşa Fransayê de zexm dibe û mirovên berê bi awayekî aqilane hay ji netewebûna xwe, hay ji zimanê xwe dibin û ji bo van her duyan dest bi xizmetan dikin.
Li Îtalyayê Dante Alîgharî, li Almanyayê Leîbnîz ji bo zimanê xwe yê neteweyî gelek xizmet kirine û bingeha zimanên xwe yê neteweyî amade kirine. Li ser zimanê neteweyî nasnameya xwe ya neteweyî ava kirine.
Dîrok xwe dubare nake lê gelek caran sedem û encamên bûyeran dişibin hev. Hewce ye em dîrokê baş fêr bibin û em ji xwe re ji dîrokê şîretan bigirin ku em nekevin nav şaşiyan û ev şaşî ji me re nebin zebanî.
Bi heman awayî Kurdistan û hemwelatiyên wê jî di eynî xeta dîrokê de derbas dibin. Sedsala 20’an û destpêka ya 21’î ji me kurdan û ji Kurdistanê re serdema navîn (serdema reşî û tarîtiyê) bû. Piştî serdema navîn ango piştî zivistanê timî bihar û xweşî tê. Lê hewce ye em bingeha vê bihar û xweşiyê ji xwe re amade bikin da ku ji bo pêşerojê hem em, hem zarokên me û hem jî zurîyeta me feydeyek baş jê bibînin.
Lewma şertê pêşî, ji me re ronensansîst û reformîst pêwîst in. Gel û dewletên Ewropayê bi xêra van ronensansîst û reformîstan gihaştin xêr û xweşiyê. Hemce ye em jî wekî wan li aqilmendên xwe xwedî derkevin û wana derxin pêşberî civaka xwe. Li her derê hewce ye em reklama wan bikin da ku fikrên wan zû belav bibin. Her çiqasî em zû bikin xebat, ew çend em ê zû bighîjin welêt.
Pîrê dubeytiyan Baba Tahir, şêxê evînê Melayê Cizîrî, zimanperest Ehmedê Xanî û yên din… Van camêran bingeha ziman û nasnameyê danîne û ya din dikeve ser milê me tevan. Hewce ye em xaniyê xwe li ser vê bingeha saxlem ava bikin.
Teyrên Ebabîl nayên hawarê û “Hawar” 15’ê gulana sala 1932’yan olan da. Ma hîn hûn li benda çi ne!
Xanî rê nîşanî me daye:
“Ger dê te meqsûdek hebî, lazim divê lê bî bi lez
Xesma te me’bûdek hebî, daîm di emrê wî bibez”