26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunera Heftemîn û sînema

Veysî Altay

Sînema weke “Hunera Heftemîn” tê binavkirin. Di nav de wekî wêne, muzîk, wêje û şano jî hene û hemûyan di nav xwe de dihewîne. Mirov bi saya hunera sînemayê cihên ku qet nedîtine dibîne û tiştên ku hay ji wan tune ye hîn dibe. Sînema dikare bi demê re hemû sînor û pêşdaraziyan tune bike û ji bo fêmkirin, hevnasîn û ragihandina mirovan û rojevkirina pirsgirêkên jiyanê bibe amûreke gelek girîng. Sînema cîhaneke bêserî û bêbinî ye, pir kûr û berfireh e û mirov di nav de xwe wenda jî dike û paşê jî xwe ji nû ve kifş dike. Di cîhanê de sînema pir bi pêş ketiye. Zêdehî netewe, bi zimanê sînemayê xwe îfade dikin. Derd, kul, kêfxweşî û berxwedana xwe bi zimanê sînemayê bi me didin nasîn. Van demên dawîn kurd jî hêdî hêdî têkoşîna xwe bi zêdehî bi awayekî polîtîk bi rêya sînemayê tînin ziman. Sînema di qadên têkoşîna azadiya kurdan de hêdî hêdî dibe zimanê herî girîng û herî çalak ê propagandaya rasteqîn… 

Her çiqas destpêka sînemaya kurdî filma “Zarê” (1926) yê derhênerê ermen Hamo Beknazaryan tê qebûlkirin jî, di heman demê de derhênerên alman û Sovyetê jî li ser kurdan hin fîlmên kurdî çêkirine. Piştre jî, bi taybetî li Ewropayê û li gelek welatên cîhanê li ser kurdan filmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefilm kişandin. Lê mirov dikare bi rehetî bibêje ku hejmarên van filman, pir kêm bûn û zêdehî jî kurd û çanda kurdan şaş dihate nasandin. Yên li ser kurdan filmên herî zêde kişandine jî sînemagerên tirk bûn. Li ser axa Kurdistanê, zimanê kurdan, jin, zarok mêrên kurdan sed sal in ku bi polîtîkayeke taybet filman dikişînin. Bi vî awayî hemû nirxên kurdan serobino dikin. Di hişmendiya mirovan de fikra tirkbûn û dagirkeriyê dixwazin ava bikin. Demekê, li hemberî van şaşiyan bi rastî jî ji destê kurdan tiştek nedihat û kurdan jî bi awayekî xizmeta van polîtikayan dikir. Ji ber ku, her çiqas rêxistinên kurdan ên biçûk hebûna jî, kurd zêde bi rêxistin nebûn. Çar parçeyên Kurdistanê ji aliyên dewletên dagirker ve dagirkirî bûn. Ziman, çand, huner û hwd… qedexe bûn. Kengî kurdan li hemberî dagirkerên xwe, têkoşîn da destpêkirin; sînema jî, wek her qadê hêdî hêdî rabû ser piyan û dest bi afirandina berhemên xwe kir. Sînemagerên kurd di sînemayê de bi navê “Sînemaya Berxwedêr”, çîrok û serkeftinên xwe kişandin kirin film. Di van salên dawî de li çar parçeyên Kurdistan û li Ewropayê hejmara filmên kurdî zêdetir bûne. Kurtefilm, belgefilm, anîmasyon û filmên metrajdirêj ên kurdî di mihrîcanên filman ên navneteweyî de tên nîşandan û xelatan werdigirin û dengê xwe radigihînin cîhanê. Derhênerên kurd bala cîhanê dikişînin. Di heman demê de mihrîcanên filman ên kurdan jî zêde dibin. Li Bakur, Başûr, Rojava, Ewropa û Tirkiyeyê bi dehan mihrîcanên filman ên kurdan tên çêkirin. Her çiqas em behsa kêmasî û xeletiyên li ser naverok û rêbazên mihrîcanan bikin jî, di heman demê de, ev tê wateya roj bi roj pêşketina sînemaya kurd jî.

Di serî de mirov dikare behsa kêmasiyên; bandora hişmendiya dagirkeriyê ya li ser sînemaya kurdî; qelsbûna di nav wêje û sînemageriyê de; nêzîkatiya rêxistin û saziyên kurdan; têkiliya sînemavan û temaşevanan; bêrixistinbûna sînemavanên kurd, têkiliya sînemavan û çapemeniyê; kêmasiya mihrîcanan, nîşandan û belavkirina filman; tunebûna polîtîkaya li ser sînemayê, aborî û hwd. bike.  Ev hemû sedemên qelsbûna sînemaya kurdî ne. Û her pirsgirêk pêwîst e ku hûr û kûr ji aliyê sînemagerên kurd ve werin nîqaşkirin. Ji bo jiholêrakirina van qelsbûna, divê em di serî de sinemaya cîhanê baş bişopînin; ji axa xwe, çîrokên xwe sûd vebigrin; di her beşên sînemayê de xwe perwerde bikin û pêş bixin; ya herî girîng jî, guh bidin dengbêjê sînemayê Yilmaz Guney û pêşengê sînemaya çiyê Halîl Dag. Her du derhêner jî, di şertên pir dijwar de ji bo gelên bindest sînemayeke pir bi bandor çêkirine. Filmên ku afirandine hê jî, bi milyonan kes li wan filman temaşe dikin û bandoreke erênî werdigirin. Di nav şert û mercên dijwar de, bi zemanekî resen, sekneke berxwedêr, ji sînemaya kurdan re bingehek ava kir. Her çiqas film hatibin qedexekirin jî, ew film, bi awayekî gihîştin malên hemû kurdan, kopiyên filman hatin zêdekirin û belavkirin. Îro jî em dibînin ku astengî û qedexe li hemberî çand û hunera kurdan berdewam e. Lê em ne yên bê rê ne, her tim em dikarin bi hewldanên xwe ji xwe re, ji bo sînemaya azad rêyeke din bibînin û vekin. 

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê