spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi qeyûman xesp kir, gel jî şahid nîşan da

Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku li Kurdistanê qeyûm tayînî şaredariyên li Kurdistanê kirin, di peyama beriya hilbijartinê ya bi sernavê “Xwişk û birayên min ên kurd” de wiha got: “Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me yên jidil in.”

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû, bi daxuyaniya ku duh da li Kurdistanê çawa qeyûm tayînî Şaredariyên HDP’î kirine vegot. Soylû wiha got: “Serokkomarê me gazî min kir, got Suleyman ez ji van şaredariyên HDP’î aciz im, me di nava du rojan de hemû ji peywîrê girtin.”

Piştî axaftina Soylû Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di hesaba xwe ya Twîtterê de bi serenavê “Xwişk û birayên min ên kurd ên rêzdar” peyamek weşand. Erdogan di peyama xwe ya beriya hilbijartinê weşand de wiha got: “Me heta îro ji bo mafên we yên weke şîrê dayika we helal radestî we bikin gelek têkoşîn da. Ji bo dayik negirîn û dilê dayikan neşewitin ketin nav gelek hewldanan. Hûn şahidên herî nêz ên hewldanên me yên jidil in.”

Erdogan di dewama peyama xwe de wiha got: “Elbet gelek kêmasiyên me, tiştên ku me dixwest bikin û nekarîn bikin çêbûn lê tiştên di warê maf û azadiyan de li Tirkiyeyê dan qezenckirin di holê de ne.” Erdogan îdia kir ku êdî kes nikare gilî li gelê kurd bike û dayik êdî nagirîn. Erdogan di dawiya peyama xwe de ev tişt gotin: “Em ê ji bo temamê 85 milyonan azadtir, aramtir û mureffehtir bibin em ê bixebitin. Em ê sedsala Tirkiyeyê bi piştgiriya xwişk û birayên xwe yên kurd bi hev re ava bikin.”