6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi tirêjên rojê berxwedan jıyan e

Ji ber dorpêçê û tunebûna sotemeniyê bijîşk Mihemed Edil sînorê derfetan derbas dike, koçberên kampa Şehbayê li ber rojê, di xaniyên xirakirî de derman dike.

Li kampa Kantona Şehbayê koçberên Efrînê di rewşeke xirab de dijîn, derfetên jiyanê di asta herî jêr de ne. Ji ber ku demsal zivistan e, dorpêça dewletên dagirker li ser e, jiyan xirabtir dibe, nexweşîn jî zêde dibin. Her wiha sotemenî nîn e û derfetên dermankirinê nîn in nexweşên kampê neçar li ber tîna rojê tên dermankirin. Bilîşk Mihemed Edil ev berpirsiyariya girtiye sermilên xwe û naxweşên koçber ên li Efrînê hatine kampa Şehbayê êwirîne li navenda Heyva Sor a Kurd derman dike.

Li kantonê navendên tenduristiyê û nexweşxane bê derman û bê sotemenî mane, ji ber wê jî bijîşk Mihemed Edil neçar maye ku li ber tavê nexweşan derman bike.

Bijîşk Mihemed Edil di sala 1966’an de li navçeya Şiyê ji dayik bûye, di sala 2004’an de jî beşa tibê şeriî bi dawî kiriye. Piştre li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navenda bijîşkiya nexweşiyên hundirîn vekiriye.

Ji dema koçberkirina şêniyên Efrînê û bicihbûna wan li Kantona Şehbayê ve bijîşk Edil karê xwe li noqteya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Serdemê ya gundê Til Sosînê didomîne.

Bijîşk Mihemed Edil dibêje “Ez neçar dimînim ku nexweşan li ber tavê derman û taqî bikim, ji ber ku tu rêbazên germkirinê li ba me tune ne. Sermaya di hundirê noqteyê de bandoreke neyînî li nexweşan dike nexasim ku ji nêzî 6 mehan ve derman li navenda tenduristiyê nemane.”