6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baran Bozyel: Kesên ziman qedexe dikin, pergalê ew xira dikin

“Heke hûn bi qedexeya zimanekî, bi tunekirina çandekî wî gelî teşwîqî serhildanekê bikin, wê demê sûcdar hûn in.”

Qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurd dewam dikin. Di dawiya sala 2022’yan de jî dewletê ji van qedexeyan paşde gav neavêt, çalakiyên bi vî rengî qedexe kirin. Konsera “Em ê bêjin”  a ku NÇM’ê dixwest di 17’ê kanûna 2022’yan de li Navenda Rapêşî ya Yahya Kemal Beyatliyê ya li Kuçukçekmeceyê li dar bixe, ji aliyê Qeymeqamtiya Navçeyê ve bi hinceta “Dê bibe sedemê xirakirina cemaweriyê” hate qedexekirin.

Hunermendên NÇM’ê li ser vê biryarê konsera xwe li avahiya Rêxistina HDP’a Bagcilarê li dar xist. Yek ji hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel, der barê mijarê de axivî diyar kir ku sedemê vê qedexeyê ji bêtehemuliyê wêdetir e û wiha got, “Niha têkoşîna têkildarî çand û zimanê gelê kurd her ku diçe mezin dibe û herîkîneke ku pêşiya wê nikare were girtin heye. Ez difikirim ku êriş jî li ser vê yekê pêk tên. Heke pergal kurdî qebûl bike, wê neçar bimîne gelê kurd jî qebûl bike. Wê hebûna kurdan rewa bike. Ji ber vê yekê naxwaza kurdî rewa bike û qedexe dike. Lê ne tenê ji ber ku em kurdî distrên konserên me tên qedexekirin. Helwesteke me heye; em bi helwesta xwe pergala heyî rexne dikin û qebûl nakin. Heke tenê me muzîka kurdî çêkiribûya û pergal parastibûya ev qedexe nedibûn.”

Dewlet bixwe sûcdar e

Bozyel, bal kişand ser konsera wan a dawî ku bi hinceta “pergala cemaweriyê û xirakirina asayîşê” hatiye qedexekirin û wiha got: “Esas kesên pergala cemaweriyê xira dikin, ew bixwe ne. Heke hûn bi qedexeya zimanekî, bi tunekirina çandekî wî gelî teşwîqî serhildanekê bikin, wê demê sûcdar hûn in. Li vê derê dewlet sûc dike.”