4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bibin bersiva dîlên azadiyê

Gelê kurd û dostên wan ji bo ev hewldanên dij-demokratîk û dermirovî bi dawî bibin, pêngava bi navê “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi sedan cihên li cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Di greva birçîbûnê ya îlona 2012’dan de dema ji bo daxwazên xwe me daxwazname dane karîgeriya girtîgehê gazî me kirin û em birin cem sosyolog û psîkolog. Sosyolog ji min pirsî “Tu dizanî, dema mirov dikeve greva birçîbûnê dibe ku di bedenê de xesareke bêveger rû bide.” Min jî wiha bersiv dabû: “Rast e, ez jê haydar im. Lê em ji kevneşopiyeke wisa tên ku pêşengên me beyî çavên xwe bişkînîn xwe dan ber agir, bedena wan zere bi zere kizirî. Pêşengên me ketin rojiya mirinê û xwîna wan dilop bi dilop ziwa bû lê ji çalakiya xwe venegeriyan. Lewma dema em dest bi çalakiyeke wisa dikin, em her tiştî didin ber çavên xwe.” Dema dît ku hewce nake behsa betalkirina çalakiyê bike, vê carê wiha pirsî, “Lê hûn ji ber çi çalakiyeke wisa li dar dixin?” Min bi kurtasî behsa rewşa wê demê kir. Di sala 2012’an de tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hebû. Şerê di navbera hêzên dewletê û gerîla de gur bûbû. Çalakiyên demokratîk hemû hatibûn qedexekirin. Hewayeke giran hebû. Bi sosyolog re me li ser pirsgirêka kurd û rewşa welat hinek sohbet kir. Dawiyê de pirsî, “Ez te fam dikim, lê hûn di zindanê de ne. Kî dê dengê we bibihîze?” Min jî got: “Niha min armanca me ji te re vegot, heke tu jî biçî ji derdora xwe re bêjî, wisa dê dengê me li her derê bê bihîstin.” Dema ez ji cem sosyolog veqetiyam madê sosyolog vebû û rihet bûbû, ez têgihiştim ku teqez ew ê behsa rewşa me ji derve re bike.

Wê demê çalakiya greva birçîbûnê bi piştgiriya gel û derdorên sivîl ên demokratîk mezin bû û gihîşt armanca xwe. Di encama çalakiyan de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat û pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê kir. Her çiqasî di 2015’an de dewletê careke din polîtîkaya şer xistibe meriyetê de jî, di navbera du-sê salan de civakê rewşeke aramtir jiya.

Niha em dîsa di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Adullah Ocalan pir giran bûye, dewlet bi polîtîkayên înkar û tunekirinê êrîşî gelê kurd dike. Partî û saziyan digire, dest datîne ser destkeftiyên gel, rêveber û siyasetmedaran davêje zindanan, li hemberî gerîla çekên qedexekirî bi kar tîne. Di encamê de krîzeke aborî û civakî ya giran rû daye. Gelê kurd û dostên wan ji bo ev hewldanên dij-demokratîk û dermirovî bi dawî bibin, pêngava bi navê “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dane destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi sedan cihên li cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Ji niha ve ev pêngav gelek belav bûye. Ji bo beşadariya vê pêngavê girtiyên azadiyê jî di zîndanan de dest bi greva birçîbûnê kirin, malbatên wan û rêveberên saziyên siyasî jî li derve dest bi Nobetên Edaletê kirin. Di meha borî de jî Meşa Gemlikê hatibû lidarxistin.

Gelek derdor dibêjin, “Çima ewqas behsa Abdullah Ocalan dikin”, “Şikandina tecrîdê çima ewqas derdixin pêş?” Ev pirs bi taybetî ji aliyê derdorên nijadperest û faşîst ve tên pirsîn. Dixwazin bibêjin, “Dev ji Abdullah Ocalan berdin, wekî kurdên din hûn jî bi AKP-MHP’ê re tevbigerin.” Ev derdorên wisa dibêjin, derdê wan ne çareserkirina pirsgirêka kurd û azadiya gel e. Ew li pey berjewendiyên partî û şexsî ne. Ez hinek pirs ji wan derdoran bikim, “Gelo birêz Abdullah Ocalan ji bo çi di giravekê de ev 25 sal girtî ye? Ji bo çi ewqas tecrîdeke giran li ser tê meşandin? Birêz Ocalan ji bo daxwaza azadiya gelê kurd pê ve behsa çi kiriye? Çi sûcê din kiriye? Gelo ji bo berjewendiyên eşîr an jî malbata xwe rastî vê êrîşê tê, gelo banka şelidandine, gelo daxwaza mal û milkê xelkê kiriye? Nexêr. Tenê sucê wî, israra di demokrasî û azadiya gel de ye. Heke pirsgirêka kurd tune bûya, heke komareke demokratîk hebûya niha me behsa rewşeke wisa nedikir. Lewma şikandina tecrîdê di heman demê de vekirina riya çareseriya demokratîk e. Ji bo vê jî gelê kurd û dostên xwe bi hemû rê û rêbazên demokratîk hewl didin dengê xwe bilind bikin.

Girtiyên azadiyê jî bi daxwaza dawîkirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riya demokratîk di 27’ê Mijdarê de li sedan zindanên Tirkiye û Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji ber ku ez jî çend caran ketime greva birçîbûnê, rewşeke çawa ye kêm zêde dizanim. Girtî di hişê de xwe ji hemû tiştî re amade dikin. Hest û ramanên xwe ji bo hemû geşedanan motîve dikin. Girtiyên azadiyê ji ber mafdarbûna doza wan jixwe bi moral tevlî grevê dibin. Lê ji aliyê din ve herî zêde jî xwedîderketina çalakiyê wan motîve dike. Piştgiriya li derve ji du aliyan ve girîng e. Yekemîn ji bo piştgiriya moral a çalakvanan. Duyemîn ji bo giranbûna çewisandina li ser desthilatê da ku gav bavêje. Çalakvanan diyarkirin ku heya ew negihijin armanca xwe û daxwazên wan bi cih neyên ew dev ji çalakiyê bernadin. Biryariya wan gelek zelal e. Piştgirî çiqas di demeke kin de zêde bibe û li dora çalakiyê xelekek mezin were rêstin dê ewqas zû bi encam bibe. Wê demê bedel jî dê hindiktir be.

Min di cihekî de xwendibû, zanyarekî digot, “Di greva birçîbûnê de beden bixwe êdî qada şer e.” Niha girtiyên azadiyê ligel hemû şert û mercên xerab bedena xwe dikin qada şer.  Di vî şerî de çeka herî mezin bêguman îrade ye. Em dizanin îradeya girtiyan pir xurt e. Vê îradeyê zilm û îşkenceya 12’ê Îlonê li Zindana Amedê têk bir. Vê îradeyê di 12’î Îlona 2012’an de careke din polîtîkayên înkar û tunekirinê têk bir û pêvajoyeke nû dest pê kir. Niha dîsa em dizanin heke girtî bi tena serê xwe bimînin jî ew ê heya dawî li ber xwe bidin. Lê jixwe barê wan giran e. Pêwîst e siyaset vî barî hilgire ser xwe. Hemû derdorên sivîl bibin dengê girtiyan. Ji dûr ve temaşekirin di heman demê de tê wateya şirîkatiya vî sûcî.

Girtîyên azadiyê û beşdarên Nobetên Edaletê riyekê nîşan didin. Di vê riyê de serkeftin heye. Lazim e hemû derdor tevlî vê meşê bibin. Ev çalakî ji bo hemû derdorên ku mafên wan tên binpêkirine.

-Heke mûçeyên karkeran kêm bin, bila zanibin ji ber ku pere hemû ji şer re diçin e. Şikandina tecrîdê dê pêşiya rawestandina şer jî veke.

-Heke xwendevan ji bêkariyê gilî û gazinc dikin, divê zanibin ku sedema bêkariyê polîtîkayên dij-demokratîk ên desthilatê ne. Şikandina tecrîdê dê li hemberî kiryarên derhiqiqû yên desthilatê bibin mînak.

-Dê û bavên ku naxwazin xeberên kuştina zarokên xwe bibihîzin divê zanibin ku heya ev şer bidome, dê her kuştin çêbin. Şikandina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd dê şer bi dawî bike. Dê dawî li xeberên nexêr bîne.

-Jinên ku li hemberî zordariya mêr û desthilatê têdikoşin divê zanibin ku yê herî zêde azadiya jinê diparêze birêz Abdullah Ocalan e. Lewma divê tecrîda li ser were şikandin.

Bi kurtasî hemû pirsgirêk bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û çaresernekirina pirsgirêka kurd re girêdayî ye. Lewma pêwîst e hemû kes li gorî qeweta xwe tevlî vê pêvajoyê bibe. Bila kes nebêje ma ez dikarim çi bikim. Daxwazên girtiyan li herderî bînin ziman û tevlî nobetên edaletê bibin. Sosyolog digot ‘Ma kî dê dengê we bike?’ Lê dengê girtiyan wê demê gihîşt gel û gel dengê wan gihiştan her derê. Niha jî girtiyên azadiyê li bendê ne em dengê wan bibihîzin û bibin dengên wan.