5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin’

Danişîna ewil a doza komkujiya Malbata Şenyaşar ku dadgehê dosyayên “kargehê” û “nexweşxaneyê” kiribûn yek, bi parastinên gazinkeran li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê didome.

Ewilî yek ji parêzera malbatê Sevda Çelîk Ozbîngol mafê axaftinê wergirt û vegot ku piştî êrişa li kargehê êriş li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiriye û wiha got: “Ji ber dosya li Meletiyê ye lêpirsîneke bi bandor û darizandineke adil pêk nayê.” Ozbîngol, da zanîn ku divê di çarçoveya biryara îstînafê de beyanên kesên hatine darizandin ji nû ve bên girtin û wiha berdewam kir: “Endamên malbatê yên din jî divê bi sifeta aligiriyê lê bên zêdekirin. Divê mîratxurên kesên jiyana xwe ji dest dane bên tespîtkirin, li dozê bên zêdekirin û darizandin di serî de bê destpêkirin.”

 ‘Li vir ecêbiyeke hiqûqê heye’

Dû re yek ji parêzerên malbatê Bulent Dûran jî wiha got: “Darizandineke ku usulê cezayê tune dihesibîne heye. Divê nirxandinên derbarê Fadil Şenyaşar de tevahî bin. Li vir ecêbiyeke hiqûqê heye. Li cihekî hemû hêza cemaweriyê û hêzên ewlehiyê lê heye darizandin tê kirin. Piştî ku hemû delîl ji holê rakirin gotin bigirin darizînin. Sedemê xerakirina beşa Îstînafê mafê parastinê yê di xala 289’an de hatiye sînordarkirine.”

Piştî beyanên parêzeran mafê axaftinê dan Ferît Şenyaşar û birayê wî Mehmet Şenyaşar. Şenyaşaran, diyar kir ku tev li beyanên parêzeran dibin û anî ziman ku xisûsên li dijî wan qebûl nakin. Dema mafê axaftinê dan Ferît Şenyaşar, ji malbata Yildiz Suleyman Yildiz gotin ji Şenyaşar re gotin. Serokê dadgehê Suleyman Yildiz hişyar kir.

Piştî malbata Şenyaşar mafê axaftinê dan parêzerên bersûcan. Parêzerên bersû can diyar kirin ku bûyer di çarçoveya xwe parastinê de pêk hatine û anî ziman ku di aleyhê de xisûsan qebûl nakin.

Piştî parêzerên bersûcan Fadil Şenyaşar ê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, anî ziman ku îdianame bêyî lêkolîn bê kirin hatiye amadekirin û xisûsên kêm tê de hene.

Bersûc Enver Yildiz ê bi SEGBÎS’ê beşdar bû jî bi serokê dadgehê re nîqaş kir û bi gotina “Hûn terorîstan diparêzin” daxwaza reda dadger kir. Şandeya dadgehê ev daxwaza Yildiz qebûl nekir.

Dozgerê piştî beyanên bersûc û gazinkeran axivî, xwest ku ji ber gumana revînê, ji holê rakirina delîlan a Enver Yildiz heye û bi qanûna CMK’ê ya 103/3 ji sûcên katalog tê sûcdar kirin girtina wî berdewam bike.

Hemşîre Îlyas Bîrgul ê roja bûyerê di Nexweşxaneya Dewletê yê Pirsûsê de dixebitî û piştî daxwaza dozger weke şahid hate guhdarkirin wiha got: “Celal Yildiz piştî olay pêk hat min di baxçeyê nexweşxaneyê de dît, nayê bîra min ka min li hundir dît an na. Li derve rûnişti bû. Wekî din kesî nas nakim. Min dengê qêrîn û hawarê bihîst. Min gotineke ku lê bixin bikujin ne bihîst, min çek nedît.” Li ser vê yekê dadgehê beyanên “Rasterast ketin odeya muşahadeyê. Bijîşk Înanç hat, cerrah Cengîz Yagmûrlû hat” ên Bîrgul ên beriya niha dabûn jê pirsîn. Li ser vê yekê Bîrgul got ew beyan nayên bîra wî.”