3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bimre faşîzm, bijî Çapemeniya Azad’

Di operasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê de rojnameger jî di nav de gelek kes hatin girtin. Rojnameger Abdurrahman Gok wiha bertek nîşan da: “Qet merek nekin dê faşîzm têk biçe û ev pergala faşîzan bicehime û biçe. Bimre faşîzm, bijî Çapemeniya Azad.”

Xelkê Kurdistan û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomarê nû û parlamenteran diçe ser sindoqan. Bi nêzbûna hilbijartinan re zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran jî zêde bû. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku zêdetirî 20 sal in desthilatên welêt in, roj bi roj dengan winda dikin û her ku dengan winda dikin jî serî li rê û rêbazên zextê dide. Li rexekê bi “Qanûna Dezenformasyonê” ku di raya giştî de weke “Qanûna Sansûrê” tê pênasekirin hewl da rê li ber çapemenî û rojnamegerên muxalîf bigire, li hêla din jî bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal û bi hinceta OHAL’ê dixwaze nelirêtî, zext, zordestî, dizî, nerazîbûnên gel û krîza aborî nedîtî bike.

Di serdemeke ku partiyên siyasî bi lez û bez xebatên hilbijartinê dikin de, di sersibeha 25’ê nîsanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi biryara binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê li dijî rojnameger, hunermend, siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl operasyoneke berfireh da destpêkirin. Operasyona binçavkirinê ku navenda wê Amed bû, li 21 bajaran hate berfirehkirin. Biryara binçavkirina 216 kesan hatibû dayîn. Di êrîşa binçavkirinan de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya me Kadrî Esen, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmetşah Oruç, edîtora JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnameger Mehmet Yalçin, Mîkaîl Barût, Salih Keleş, Kadîr Bayram û Remzî Akkaya hatin binçavkirin. Li gel rojnamegeran, bi giştî 128 kes hatin binçavkirin. Bi binçavkirinê re ji bo dosyayê biryara nepeniyê û ji bo hevdîtina bi parêzeran re jî heta 24 saetan biryara qedexeyê hate dayîn.

Bi rabûna qedexeyê re parêzeran di 26’ê nîsanê de bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku operasyon li ser îdiayên “şahidê” eşkere Umît Akbiyik hatiye kirin. Di dema lêpirsîna rojnamegeran de dozger pirsên weke “Têkiliya te bi rêxistina terorê ya PKK/KCK’ê re heye yan na?”, “Navekê KOD ê tu bi kar tînî heye yan na?”, “Çalakiyên heta niha we ji bo rêxistinên pêk anîn an jî dê yên hûn pêk bînin hene yan na?” û gelek pirsên din ji rojnamegeran hatin kirin. Ji rojnamegerên sewqî dadgehê hatin kirin Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmetşah Oruç û Remzî Akkaya (li gorî agahiyên 28’ê nîsanê roja ev nûçe hatiye amadekirin) bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Her wiha bi giştî hejmara kesên hatine girtin bû 28 û ji binçavkiriyan 31 jî hatin berdan.

Meraq nekin dê faşîzm têk biçe

Rojnameger Gok, piştî biryara girtinê bertek nîşan da û wiha got: “Qet merek nekin dê faşîzm têk biçe. Dê ev pergala faşîzan bihehime û biçe. Bimre faşîzm, bijî Çapemeniya Azad.”

Li dijî operasyona binçavkirinê, ji gelek derdorên cuda bertekên tund hatin nîşandan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi gotina “Ev operasyon, operasyona dizîna sindoqan û vîna gel e. Her wiha gefeke li dijî civakê û tercîhên wan ên siyasî ye.” nîşan da. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî weke “darbeya siyasî ya li dijî sindoqan” pênase kirin. Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) jî bi daxuyaniyên cuda bertek nîşan dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku îktîdara AKP-MHP’ê bi van operasyonan dixwaze bala gel a li ser hilbijartinê belav bike, ewlehiya sindoqan ji holê rake û nehêle dizî û nelirêtiyên ku dê di hilbijartinê de bike bên teşhîrkirin

Bertekên li dijî êrîşan

Li hêla din Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) jî bi daxuyaniyên cuda bertek nîşan dan. DFG’ê operasyon weke “operasyona ji bo bêdengkirina rojnamegerên kurd” pênase kir û banga bidawîkirina êrîşên li dijî rojnamegeran kir. MKGP’ê jî di daxuyaniyê de got ku dê li dijî tu êrîşan paşvegavê neavêjin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajarên weke Enqere, Riha, Îzmîr, Sêrt, Stenbol, Dîlok, Wan, Manîsa, Mêrsîn, Bursa, Mêrdîn, Şirnex, Edene, Bedlîs, Îdir, Wan, Dêrsim, Antalya û gelek bajarên din bi daxuyanî û çalakiyan girtin û binçavkirin hatin protestokirin.

Ji qada navneteweyî peyamên piştevaniyê

Di heman demê de rêxistinên navneteweyî yên weke Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), CFWIJ, English PEN, ECPMF, EFJ, IFJ, IPI, MLSA, OBCT, PEN America, PEN International, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Québec, P24, San Miguel PEN, Scottish PEN û SEEMO’yê bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin û wiha bang li Tirkiyeyê kirin: “Divê Tirkiye qanûna têkoşîna li dijî terorê li dijî rojnamegerên kurd weke çekekê bi kar neyîne û tavilê wan berde.”