12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sempozyûma “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê”

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi sernavê “Ji duh heta îro siyaseta tecrîdê” sempozyûmek li dar xist. Sempozyum, li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî ya Tum (TUM BEL-SEN) hate lidarxistin. Di sempozyûmê de pankartên “Bila siyaseta tecrîdê were bidawîkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibûn vekirin. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 3’yemîn a Enqereyê Alîşan Şahîn, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên sendîkayê û xwendekarên zanîngehê tev li bûn.

Parêzer Kazim Bayraktar di sempozyûmê de axivî û got ku tecrîd, êrîşeke ji bo tunekirina taybetiyên mirovbûnê ye û dîroka tecrîdê vegot.

‘Tu carî li Îmraliyê rêgezên hiqûqa asayî nehatin bicihanîn’

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ozgur Erol jî di sempozyûmê de axivî û operasyonên li Amedê hatin destpêkirin û hêj didomin bi bîr xist. Erol, diyar kir ku girtîgeha Îmraliyê ji hêla ku tu kes nikare xwe bigihînê ve li Tirkiye û Ewropayê mînaka ewil e û wiha got: “Ji roja Îmrali hatiye avakirin heta niha, di nava 24 salan de bi ceribandinan û bi sepanan, şêweyeke birêvebirinê yê cihekî pêş xistin. Tu carî li Îmraliyê rêgezên hiqûqa asayî nehatin bicihanîn. Her 5 kesên li wê derê li hucreyên cuda hatin bicihkirin. Hefteyê tenê 4 rojan dikarin saetekê biaxivin. Dîrok 2009. Wê demê modêla derbasdar a girtîgehê ev nebû. Pergala herî zêde me li dijî wê îtîraz dikir, tîpa F bû. Di sala 2005’an de ji bo gumana me ya hevdîtinên bi parêzeran de hukmekî weke ‘dikare dest danin ser belge û agahiyên parêzeran’ hat zêdekirin. Ev yek her di wê rojê de li Îmraliyê kete meriyetê û êdî hevdîtin ji hêla peywirdarekî ve hatin qeydkirin. Ji vî alî ve hiqûq, bi awayekî herî berfireh hate şîrovekirin. Ev sepana ku di sala 2005’an de dest pê kir, heta sala 2016’an jî berdewam kir. Hemû hevdîtin hatin qeydkirin. Me 10 salan hewl da vê yekê ji raya giştî ya demokratîk re vebêjin. Gotin; ‘kesekî awarte ye, girtîgeha awarte ye.’ Bi biryarnameya ewil a piştî 15’ê tîrmehê re êdî rê li ber hate vekirin ku tevahiya hevdîtinên li girtîgehên Tirkiyeyê bên qeydkirin. Anku tenê ji bo Îmraliyê derbasdar nîne. Pergala ku bi salan berê li Îmraliyê hatiye avakirin, niha li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind di meriyetê de ye. Tecrîd, pergaleke ku li tevahiya civakê tê belavkirin.”

Erol, da zanîn ku bi awayekî rêk û pêk raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarî Îmraliyê dişopîne û ev tişt anî ziman: “NY, ji bo vê ye. Weke saziyên lîberal, mijar tenê ji bo parastina şexsekî girtine dest. Lewma jî ev sazî êdî qels bûn. Vaye mînaka Cizîrê, mînaka Silopiyayê. Gotin; ‘hêza me bi têrî vê nake.’”

‘Ji bo dîtina pêşerojan li Îmraliyê binêrin’

Erol, axaftina xwe wiha domand: “Di 27’ê Tîrmeha 2011’an de deriyên Îmraliyê li parêzeran hatin girtin. 8 sal piştre piştî grevên birçîbûnê, destûr dan ku parêzer 5 rojan biçin hevdîtinên miwekîlên xwe. Malbat jî ji adara 2020’an heta niha nikarin hevdîtinan bikin, tu agahiyan nagirin û pê re tu peywendiyan nedanin. Di 2021’ê de herî dawî li ser telefonê axaftinek hate kirin. Heke hûn bixwazin bibînin bê ka dê di nava 3-4 salan de çi bi serê me were, pêşniyara min ew e ku hûn li Îmraliyê binêrin. Heke hûn bixwazin di nava 3-5 salan de rejîm ji bo we surprîzên çawa bike, li Îmraliyê binêrin.

‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’

Li gel van tiştan tevan; tecrîd ne qefeseka ji hesin e ku li ser me hatiye girtin. Tecrîd, li ser kesên asayî, jirêzê û bêhereke nayê sepandin. Ya ku derdora tecrîdê diyar dike, ya ku dorê lê digire berxwedan e. Berxwedan çiqasî mezin be, hewldana kûrkirina tecrîdê ya serdest jî ewqas zêdetir dibe. Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e.”

‘Em ne di asta bêhêviyê de ne’

Piştre jî parêzer Rengîn Ergul axivî. Ergul, anî ziman heta mirinê mayîna di girtîgehê de weke muebbeta giran hatiye bicihkirin û wiha pê de çû: “Ji roja damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha vê rejîmê her tim kurd weke dijmin pênase dîtiye. Cezayê heta mirinê mayîna di girtîgehê de di sala 2002’yan xistin nava makeqanûnê. Anku cezayê darvekirinê veguherandin vî cezayî. Anku dibêjin; ‘dê bi her awayî ji girtîgehê cenaze derkeve.’ Li dijî tesdîqa cezayê mirinê yê di sala 2002’yan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz hate vekirin. Û bi vê yekê re têgeha ‘mafê hêviyê’ kete lîteratûrê. DMME’yê di biryara Ocalan 2’yê de bi mafê hêviyê re xwest bibêje kesek dikare were tehliyekirin, bi awayekî fiîlî qanûn were cîbicîkirin û di vê pêvajoyê de biewle be.”

Ergul, anî ziman ku divê her kes li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan têbikoşe û wiha got: “Em ne di asta bêhêviyê de ne. Guherandina vê di destê me de ye.”

Sempozyûm, bi axaftinên beşdaran didome.