28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

 Hikumeta Şamê jî dê beşdarî civîna Emanê bibe

Hate ragihandin ku hikumeta Şamê jî dê beşdarî civîna li Emanê ya têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê bibe.

Ji bo nîqaşkirina aloziya Sûriyeyê, wezîrên karên derve yên Urdun, Iraq, Erebistana Siûdî, Misir û hikumeta Şamê sibê li paytexta Urdun Emanê dicivin. Komîteya ku di civîna li Cîdeyê hatibû avakirin, dê civînê bi rê ve bibe.

Berdevkê Wezareta Kar û Barên Derve û Koçberan ê Urdunê Sînan Mecelî têkidlarî mijarê got: “Ev civîn berdewama civîna şêwirê ya welatên Meclisa Hevkariya Kendavê, Urdun, Iraq û Misirê ye ku 14ʹê nîsana 2023ʹyan li Cîdeya Erebistana Siûdî hatibû lidarxistin. Her wiha ev civîn di çarçoveya peywendiyên ku van dewletan bi hikumeta Sûriyeyê re pêk anîbû û însiyatîfa Urdunê ya ji bo dîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re, tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku ev komîte di encama civîna şêwirê ya wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Tevkariya Kendavê, Misir, Urdun û Iraqê ya 14ʹê nîsanê li bajarê Cîde yê Erebistana Siûdî hatiye lidarxistin de, hatibû avakirin.