12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglû û Yilmaz birin Enqereyê

Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Amedê hatin binçavkirin, birin Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê 49 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 15 bajaran operasyon hat birêvebirin. Yên li bajarên cuda hatin binçavkirin birin Enqereyê.

Hevseroka Komeleya Rojnamegerên a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav binçavkiriyan de ne. Duh serê sibehê Dicle Muftuoglû, Sedat Yilmaz û hevjîna xwe Selma Yilmaz li Amedê, xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku Muftuoglû û Sedat Yilmaz û hevjîn û xwîşka wî birine Enqereyê.

Biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Der barê lêpirsînê de hûrgulî veşartî ne. Duh 24 saet biryara sînordarkirina hevdîtina parêzeran jî hatibû dayîn. Îro biryara sînordarkirinê bi dawî bû û parêzer ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, çûn Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.

Hat zanîn ku di heman operasyonê de Cîhan Guneş ji Fethiyeya Mûglayê, ji Rihayê Ramazan Debe, ji Sokeya Aydinê Erol Balci û Evîn Ozbek, Mahmût Dogî, Devran Ak û Cahît Kanbay ku hatibûn binçavkirin, birine Enqereyê.