2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mehmud Şebkî: PDK ji bo vegere Şengalê, hewl dide aloziyan derxe

Parlamenterê berê yê Iraqê Mehmud Şebkî ragihand ku ji bo ku PDK careke din hêzên xwe vegerînê Şengal û Nînovayê, hewl dide li Şengal û deşta Nînovayê aloziyan derxe.

Parlamenterê berê yê Iraqê Mehmud Şebkî der barê hewldanên PDK’ê yên li dijî Şengalê ji medya Iraqê re axivî. Parlamenterê berê Mehmud diyarkir ku PDK hewl dide aloziyan li Şengal û deşta Nînovayê derxîne da ku hêzên xwe careke din vegerîne her du herêman.

Mehmud di dewamê de got; “Partiya Barzanî ji bo qeyraneke siyasî derxe û zextê li Sudanî bike, hewl dide peywendiyên erênî bi serokwezîrê Iraqê re ava bike. Li gorî PDK’ê Çarçoveya Hemahengî hewl dide xwe ji asayîkirina rewşa Şengal û Deşta Nînovayê dûr bixe. Ji bo vê jî PDK hewl dide ji bo zextê li Sudanî bike, aloziyê bixe nava herêmê.”