2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raperîna karkeran û 1’ê Gulanê

Zana Welat

Karkerên ku di 1856’an de li dijî heqdestê kêm daketin qadan îro bûne bi milyonan û li kolanan daxwazên xwe tînin ziman. Di pîrozbahiya 1886’an de karkeên hatin girtin 8 jê cezayên îdamê li wan birîn û 4 jê darvekirin

1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê li seranserê cîhanê bi çoşeke mezin tê pîrozkirin. Çoş û kelecana vê cejnê ji dîroka wê tê. Karker û kedkarên ku di bin nîrê zilma pergala kapîtalist de dinaliyan ji bo jiyaneke xweş û heqdestên xwe bi dest bixin serî rakirin. Di encama vê serhildanê de îro bi milyonan kedkar û karker rojê 8 saetan dixebitin. Her roja 1’ê Gulanê bi milyonan karker û kedkar dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman.

Ji bo rastiya 1’ê Gulanê baştir were fêmkirin hewce ye mirov ji dîroka wê dest pê bike û heta roja me were. Çi jin, çi zarok, çi mêr hemû kedkar û karkerên ku çerxa jiyanê digerînên ji hêla pergala kapîtalist ve tên eciqandin. Her roj di nava şert û mercên giran de rojê 14-15 saetan di fabrîqeyan de dihatin xebitandin. Hem keda wan dihat binpêkirin û hem jî jiyan li wan dihat tevgavkirin. Pergala kapîtalist herî zêde neyariya jinan dike. Wekî tê zanîn jin karker û kedkarên herî kevnar in û yên herî zêde mafên wan tên binpêkirin in. Mafên jinan hîn jî ji hêla vê pergalê ve tune tê hesabandin.

Ev rewşa kambax heta sedsala 19’emîn bi hemû hêza dewam kir. Ev rewşa bi çalakiya karkeran a li bajarê Melbourneyê ya Awustralyayê guherî. Karkerên kevir û înşaatê cara pêşî di sala 1856’an de li dijî binpêkirina mafên wan û rojê 8 seatan bixebitin ji ber Zanîngeha Melbournê heta Mala Parlamentoyê meşiyan. Ev çalakî di dîroka karkeran de cihekî girîng digire. Ev meşa karkeran bû destpêka guherîna rewşê û pêl bi pêl li cîhanê belav bû.

Di 1’ê Gulana 1886’an vê carê li bajarê Şîkago ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) raperîna karkeran dest pê kir. Li DYA’yê karker rojê 12 saetan hefteyê 6 rojan dixebitin. Li dijî vê yekê nîv milyon karkerên bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Amerîkayê bi daxwaza ku rojê 8 seatan bixebitin li Şîkagoyê dest ji kar berdan. Çalakiya karkeran a herî balkêş li bajarê Luîzvîl-Kentakî pêk hat. Di vê çalakiyê de zêdetirî 6 hezar karkerên reşik û spî mil bi mil meşiyan. Wê demê tu mafên reşikan tune bû û wekî kole dihatin firotin. Her wiha gelek qad ji reşikan re hatibûn qedexekirin û ji van yek jê jî parkên bajêr bûn. Cara pêşî reşik di vê çalakiyê de ketin nava Parka Neteweyî.  Bi vê çalakiyê pêşdariziya li hemberî reşikan têk çû.

Çalakiya karkeran 4 rojan dewam kir. Di 3’yê gulanê de karkarên xwestin ber bi fabrîkeya McCormickê ve bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsên ku nikarîbûn pêşiya karkeran bigirin gule bi ser wan de barandin. Di encama gulebaranê de 6 karkeran jiyana xwe ji dest da û gelek karker jî birîndar bûn. Di 4’ê gulanê de li qada Haymarketê mîtîng hat lidarxistin. Êrîşkarên ku bombe avêtin qada mîtîngê rê li ber mirina 7 polîsan vekir. Piştî vê bûyerê polîsan gule li ser karkeran barand û gelek karkeran jiyana xwe ji dest da û gelek jê jî birîndar bûn.  Piştî vê êrîşê li hemberî sosoyalîst, karker û sendikayan de êrîş pêk hatin.

Di demek nêz de August Spîes, Albert Parsons, George Engel, Adolph Fîscher, Louîs Lîngg, Michael Schwab, Samuel Fielden û Oscar Neebe bi îdiaya ku çalakî pêk anîne hatin girtin. Dager Joseph Gary di dawiya danişînê de biryara îdamê da 8 kesan. Piştî vê biryarê dadger Gary poşmanî li ser karkeran ferz kir û got ku yên lêborînê bixwazin wê cezayê wan were betalkirin. Karkerê bi navê Albert Persons ê ku cezayê îdamê lê hatibû birîn bi bersiva dîrokî; “Hemû dinya zane ku ez bê sûc im. Heke ez bêm darvekirin ne ji ber ku ez kesekî hov im, ji ber ku kedkar im ez ê bêm bidarvekirin.” Biryara cezayê darvekirinê li dinyayê rastî nerazîbûn tund hat.

Di 11’ê kanûna 1887’an de August Spîes, Albert Parsons, George Engel û Adolph Fîscher hatin darvekirin. Louîs Lîngg roja ku were darvekirin di hucreya xwe bi awayekî serê wî pelçiqandî mirî hat dîtin. Waliyê Giştî yê Eyaleta Illînoîsê Rîchard James Oglesby ragihand ku cezayê Michael Schwab, Samuel Fielden û  Oscar Neebe veguherandine 15 salan. Di 26’ê hezîrana 1893’an de hersê kes serbest hatin berdan.

Êrîşên zextên li ser karkeran dijwartir bû. Bi salan çalakiyên karkeran hatin astengkirin û karker bi zextên dijwar re rû bi rû man.

Wê demê li bajarê Bostonê ya Ingilistanê jî 40 hezar karker dest ji kar berdan û daketin qadê. Patronên fabrîkeyan, çeteyên kolanan ên ku bi pereyan kirîbûn bi ser karkeran de şandin. Piştî vê êrîşe gelek karker ji kar hatin avêtin û der barê wan de doz hat vekirin.

Karker û kedkarên cîhanê di her platforman de hewl dan dengê xwe bigihînin her derê. Yek ji van plaforman civîna enternasyonalistan bû. 2’yemîn Civîna Enternasyonal a ku di navbera 14 û 21’ê Tîrmeha 1889’an de li Fransayê pêk hat de ji bo 1’ê gulanê biryareke girîng hate wergirtin. Nûnerên karkeran di civînê de pêşniyaz kirin ku 1’ê gulanê li seranserê dinyayê bi navê “Roja Hevkarî, Têkoşîn û Yekitiya Navneteweyî” were pîrozkirin. Karkerên cîhanê 1’ê gulana 1890’an de li ser vî navî daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

Çalakiyên karker û kedkaran pêl bi pêl li seranserê cîhanê belav bûn. Her 1’ê gulanê karker daketin qadan û daxwazên xwe bi dengekî bilind qîriyan. 1’ê Gulanê di 1905’an de cara yekemîn karker li Îzmîrê daketin qadan û daxwazên xwe qêriyan. 5 sal şûnde vê karker li Stenbolê daketin qadan.  Pîrozbahiya herî girseyî di 1’ê Gulana 1977’an de li qada Taksîmê ya Stenbolê pêk hat. 500 hezar karker ü kedkar beşdarî mîtînga Taksîmê bûn. Mîtîngê di hewa cejnê de derbas dibû û girse daxwazên xwe diqiriyan. Hêzên tarî xwe li kêfxweşiya karker û kedkaran negirtin û gule bi ser girseyê de barand. Di encama gulebaranê de 37 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

Piştî komkujiya Taksîmê astengiyên li pêşiya karker û kedkaran dijwartir bûn. Bi taybetî jî bi darbeya 1980’an re pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin  qedexekirin. Ligel astengî û qedexeyan jî karker û kedkar dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Karker û kedkar di 1’ê Gulanê de sînoran nas nakin û cejna xwe pîroz dikin.

1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê li hemû berxwedêrên azadî û demokrasiyê pîroz be.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê