5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Welatiyên sûriyeyî yên li Sûdanê bang li Rêveberiya Xweser kirin

Welatiyên sûriyeyî yên li Sûdanê asê mane, xwe spartine Rêveberiya Xweser ku wan ji şer xelas bike. Ji ber şerên dijwar  gelek welatan hemwelatiyên xwe ji Sûdanê derxistin

Şerê di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdîtî) de dikeve hefteya xwe ya sêyemîn. Ji ber şer gelek welatan hemwelatiyên xwe ji Sûdanê derxistin.

Li gorî gelek çavkaniyan, di nav de Kurdên ji Kobanê û Girê Spî, zêdetirî 90 hezar sûriyayî li Sûdanê dijîn. Piraniya wan li Xertûm û derdora çemê Nîl û Keslayê ne.

Li gorî ku me bi dest xistine, zêdetirî 200 malbatên Kurd ên li Xertûmê tenê dijîn, ji ber berê xwe dane bajarê Etbera (330 km dikeve bakurê Xertûmê).

Xelîl Hec Muslim ji gundê Qizelî yê Kobanê, ji zêdetirî 10 salan ve li Xertûmê karê kolandina bîran dike û beriya çend rojan ji ber şer koçî Etberayê bû.

Hec Muslim ji ajansa me re axxivî û rewşa li Sûdanê bi karesat û trajediyayê wesif kir û got” Roj bi roj rewş xirabitir dibe. Li kêleka şer jî diznî û talankirin a ji aliyê komên çekdar ve zêde dibin. Di radeya yekemîn de ev binpêkirin dighêjin sûriyayan. Komên çekdar bi awayekî mezin li tax û derdora paytextê belav in.”

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji ber şerê li Sûdanê 15 welatiyên sûriyeyî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê jî ragihand ku ji destpêka şer ve û heta 28ʹê Nîsanê 528 kes hatin kuştin û 4 hezar û 599 jî birîndar bûn.

Welatî li Sûdanê azaran dikişînin

Bi dehan malbatan ku hewl dan ji Sûdanê derkevin, li bendera Bûr Sûdan a deryaya Sor asê mane. Malbat ji ber tunebûna cih û zehmetiyên dabînkirina xwarin û vexwarinê dikişînin. Lêçûna çûn û hatina di nava du bajaran de dighêje 100 dolarî û buhayê lîtreyeke sotemenî 200 dolar e.

Xelîl Hec Muslim destnîşan kir ku piraniya malbatên biyanî di du hefteyên borî de ji Sûdanê hatin derxistin, lê ji bo welatiyên sûriyeyî yên tu bersiv an alîkarî nehatiye dayîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vegerandina sûriyayên ji herêmên rêveberiyê yên ku li Sûdanê asê mane komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya ku 27ʹê Nîsana borî dabû de got: “Erka vê komîteyê ye ku agahiyan bigihîne, şêwirên bike û nexşeyekê ji bo vegera gelê me yê asê maye, vegerîne. Em bi hêvî ne li Sûdan û tevahî herêman rewşa aram û îstîqrar çêbibe.ʹʹ

Xelîl Hec Muslim bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku di demeke nêzîk de welatiyên sûriyeyî ji Sûdanê derxe.

Hec Muslim diyar kir ku hikumeta Şamê tu gav neavêtiye û got: “Me xwe spartiye Rêveberiya Xweser. Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de ji vê dojehê derkevin.”