Êrîşên dewleta tirk û Îranê yên li dijî başûrê Kurdistanê zêde dibin, tevî nerazîbûnên fermî ên hikûmeta Iraqê û raya giştî her ku diçe ev êrîş zêdetir dibin. Beriya 2 rojan Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê destdirêjî û binpêkirina serweriya axa Iraqê ji alî Îran û dewleta tirk ve şermezar kir. Wezaretê nerazîbûna xwe ji van êrîşan anî ziman û da xuyakirin ku êrîşên van herdu dewletan li ser axa Iraqê qanûnên navnetewî binpê dikin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta Iraqê van êrîşan qebûl nake û bi tundî şermezar dike.
Gerînendeyê navenda lêkolînên siyasî li Bexdayê Ihsan El Şemerî ji ajansa Skynews a erebî re axifî û der barê mijarê de wiha got: “Rewş gelekî xirab û aloz e, êrîşên Tirkiye û Îranê zêde dibin ew jî bandora xwe li ser hikûmeta nû ya bi serokatiya Sûdanî dike û li hemberî nerazîbûna raya giştî wî dixe rewşeke ne baş de. Ji ber ku hikûmeta Iraqê ya nû bi dirûşmeya serweriya Iraqê û vegerîna rêzgirtina dewletê wekî dirûşmeyên xwe yên sereke dabû destnîşankirin.
Şemerî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “tiştê ku dibe Tirkiye û Îranê ji ber lewaziya rewşa hundirîn a Iraqê şert û mercên xwe li ser Iraqê ferz dikin. Ev pirsgirêk di demên hikûmetên berê yên Iraqê de jî hebûn û ji ber wan hikûmetan nikaribûn gavên berbiçav di vî warî de bavêjin êdî barekî giran dikeve ser milê hikûmeta Nû ya bi serokatiya Sûdanî.”