spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PJAK’ê banga greva giştî kir

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), der barê serhildanên  gel û êrîşên rejîma Îranê de daxuyaniyek weşand û banga greva giştî kir.

Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve hatibûn destpêkirin, bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Ciwanro, Riwanser, Pawe, Bane, Seqiz, Kamyaran, Sine, Bokan û gelek bajarên din ên rojhilat, esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Her wiha mamoste û xwendekar jî tev li çalakiya boykotkirinê bûn. Di çalakiyên li bajarê Sineyê de hêzên rejîmê çalakvanek qetil kir.

Her wiha li bajarên ku çalakî lê didomin de hêzên rejîmê bi ser malên welatiyan de digirin. Yek ji bajarên ku herî zêde çalakvan lê hatine binçavkirin jî Mahabad e. Li hêla din, çalakiyên li bajarên Tehran, Emdiştahran, Mîr û Reyê jî bênavber didomin.

Banga greva giştî hat kirin 

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî kesên ji hêla rejîma Îranê ve tên qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gel kir ku di 24’ê mijdarê (sibe) de tev li greva giştî bibin. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tenê di nava hefteya bihûrî de 50 zarokên vî gelî hatin şehîdkirin. Ji bo valaderxistina vê plana zalimane, pêdivî bi piştevaniya gelê kurd, gelên Îranê, sendîka, rêxistin û partiyên din ên li seranserî Îranê heye. Banga me ji bo hemû welatiyan, sendîkayan, blokên piştevaniyê, partî û hemû sazî û dezgehên li Îranê ew e ku piştgiriyê bidin gelê kurd û ji bo parastina şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ di 24’ê mijdarê de tev li greva giştî bibin.”