6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muslîm: Tirkiye guh nade konjonktura cîhanê

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, bi lêv kir ku Tirkiye guh nade konjonktura cîhanê û bi serê xwe tevdigere, lê ev di cihekî wê biqelibe.

Êrîşên Tirkiyeyê ku di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin didomin. Herî dawî Balafirgeha Minixê, baregeha YAT û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê, zeviyên petrolê yên li Tirbespiyê û dibistaneke li Kobanê hatin bombebarankirin. Di dîmenên êrîşên hewayî de derket holê ku dewleta tirk li Şerayê bombeyên fosforê bi kar tîne. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî îro têkildarî êrîşên 24 saetan bîlanço parve kir û da zanîn ku Tirkiyeyê 6 caran bi balafirên şer êrîş kiriye. Her wiha di bîlançoyê de hat ragihandin ku Tirkiyeyê di êrîşên li dijî gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê çekên kîmyewî bi kar aniye. Di encama êrîşên Tirkiyeyê de gelek sivîlan û 14 leşkerên rejîma Şamê jiyana xwe ji dest dan û ziyaneke mezin gihişt embarên genim, nexweşxane û qadên sivîlan.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Hevserok Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû dest pê nekirine û wiha got: “Di esasê xwe de ev êrîş zêdetirî sed sal in tên kirin. Dewleta tirk ji bo tunekirina kurdan û binpêkirina mafê wan ê jiyanê, bi rêyên cuda êrîşan dike. Gelê kurd di demên dawî de hişyar bû û bi vê yekê re jî li her deverê kurdan qir dikin. Êrîşên li dijî Rojava jî di nava van êrîşan de ne. Li Tirkiyeyê faşîzm, bûye desthilatdar. Desthilatdariya AKP-MHP’ê nêrînên cuda yên civakê tune dihesibîne û hewl dide li ser dijminatiya kurdan wan kesan bikişîne cem xwe. Sermayeya desthilatdariyê, dijminatiya li kurdan e. Di vê dema dawî de dîsa hewl dide li ser dijminatiya kurdan temenê koalîsyonê dirêj bike. Ji ber ku hem di siyaseta navxweyî hem jî di ya derve de îflas kiriye. Hilbijartin nêz dibe û ketiye nava hesaba; ‘ez çiqas kurdan bikujim temenê min ewqas dê dirêj bibe.’”

Kurd dê li berxwe bidin 

Muslim, bi lêv kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şer ku beriya hilbijartinê zêde kirine, bi awayên cuda pêş dixe û wiha pê de çû: “Vê bizava xwe bi du rêyan dike. Şûra osmanî rakiriye û her derê dibire. Ne tenê li hundirê Tirkiyeyê, êrîşî her devera herêm û cîhanê dike. Ya duyemîn jî lîstikên osmanî ne. Yek ji van lîstikan jî li Taksîm a Stenbolê hat lîstin. Hem lîstikê dilîze hem jî bi vê hincetê êrîşî kurdan dike. Piştî êrîşên hewayî jî Erdogan peyama êrîşeke bejahî da. Dibe ku bikevin nava hewldaneke bi vî rengî de. Bêyî ku guh bidin konjonktura cîhanê, li gorî serê xwe tevdigere. Bêguman dê ev li cihekî biqelibe. Dê gelê kurd bi berxwedana xwe li dijî vê bisekine.”

Dixwazin DAIŞ’ê zindî bikin

Di berdewamiya axaftina xwe de Muslim, komkujiya dewleta tirk a li Dêrikê pêk anî ku 11 sivîl hatibûn qetilkirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji wan 2 jê notirvanên îstasyona ceyranê ya li wê derê bûn. Êrîşî girseya ku bi hawara wan çûyîn jî kirin. Rojnamegerek jî di nav de 11 kes şehîd kirin. Li Kobanê jî êrîşî malan kirine. Her wiha êrîşî leşkerên rejîmê kirin. Fikar hene ku dê bi van êrîşan re DAIŞ û bermayiyên wê dîsa zindî bibin. Jixwe tevahiya çeteyên li vê derê piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin. Tirkiye ji hêla alavan û madî ve piştgiriyê dide wan. Dibe ku yek ji armancên van êrîşan ew be ku xwe bigihînin girtîgehan û DAIŞ’iyan berdin. Her wiha êrîş çiqas bidomin, DAIŞ jî ewqas radibe ser piyan. Me ev yek li Dêrazorê dît bê ka çiqas kes di êrîşên DAIŞ’ê de hatin şehîdkirin.”

Divê qada hewayî li Tirkiyeyê bê girtin

Di dawiya axaftina Muslim, ev tişt anî ziman: “Baregehên leşkerî û yên perwerdeyê yên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de hene. Tevahiya DAIŞ’iyan li wir tên birêxistinkirin. Lê çi bikin jî gelên Rojava dê li cem YPG/YPJ’ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Gel dê ji gundên xwe dernekeve û bi çekên xwe notirvaniyê bike. Yek ji mezintirîn armancên van êrîşan ew e ku gel ji gund û bajaran koç bike. Berxwedana li dijî vê jî ew e ku em li cihê xwe bisekinin. YPG peywira xwe bi cih tîne. Gel jî dê peywira xwe pêk bîne lê di destê HSD’ê de çekên ku rê li ber êrîşên hewayî bigirin tune ne. Ji ber ku ev çek nayên dayîn. Lê dîsa jî dê gel li dijî êrîşeke ji bejahî ve li ber xwe bide. Ev demekî dirêj e ku em dixwazin qada hewayî li Tirkiyeyê bê qedexekirin. Lê belê ev daxwaza me hêj bi cih nehatiye.”