spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HPG’ê dîmenek nû weşand

Dîmenê helîkoptera ku di 4’ê îlonê de li Metînayê hatiye xistin, hat weşandin.

Dîmenê helîkoptera ku li qada Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla HPG’iyan ve hatiye xistin, hat parvekirin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); helîkopter di 4’ê îlonê de li Girê Amediyê yê girêdayî qada Metînayê ji hêla HPG’iyan ve hat xistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 5’ê îlonê de gotibû ku di 2-3 û 4’ê îlonê de li Zap û Metînayê 3 helîkopter hatine xistin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî di daxuyaniya xwe ya 5’ê îlonê de îdia kiribû ku helîkoptera bi cureya Skorsky, di 4’ê îlonê de ji ber “qezayê” ketiye.