6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê MSD: Polîtîkaya êrîşkariyê ya Enqereyê di Astanayê de tên diyarkirin

"Hemû bûyerên ku niha rû didin, ji encamên lihevkirinên Astanayê, herêmên bêçek heta lihevkirinên heyî, didin nîşandan ku civînên Astanayê siyasetên Enqere û êrîşên wê xêz dikin. Bêdengî jî vê yekê piştrast dike.”

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar di hevpeyvîneke li gel ajansa (ANHA) de êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.

Riyad Derar anî ziman ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, beşek ji hovîtiya wê û hewldanên wê yên berfirehkirina serweriya xwe li ser xaka Sûriyê ye.

Derar destnîşan kir ku dewleta tirk a ku destûr wernegirt, dixwaze nîşan bide ku êrîşên terorî li ser xaka wê hene û ew tolê hiltîne û got: “Ev êrîş beşek ji derewên wê ne ku em her tim li gelek cihan dibînin. Îstîxbarata Tirkiyê di kirinên xwe de derewan dike û van kirinan dixe stûyê yên din. Eger ev êrîş ji aliyê hêzên li herêmê ve werin qebûlkirin û li hemberî wê dengê xwe nekin, dibe ku pêş bikevin.ʹʹ

Hikûmeta Şamê bêdeng e

Derar di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta hikûmeta Şamê ya li hemberî van êrîşan ku windahiyên canî gihîştin leşkerên wê û wiha axivî: “Şehîdên sûrî girêdayî kîjan aliyan bin em dilovaniyê ji bo wan dixwazin. Leşkerên wê li ser sînor in da were ragihandin ku li van herêman artêşa Sûriyê heye û nahêle kesên din an ku dewleta tirk sînor derbas bike û erkên xwe yên parastina sînor bi cih tînin. Dewleta tirk dizane ku kî li van herêman hene, lê bi êrîşên xwe yên li ser wan leşkeran dixwaze vê peyamê bide rejîmê ku ew tu hêzan li ser sînor naxwaze da ku bi hêsanî derbas bibe. Ev name ji bo rejîmê aşkere ye, delîlê vê yekê ew e ku bersiv neda û tu nîşane ji bo van sûcan nedaye.”

Derar diyar kir ku eger hikûmeta Şamê bixwaze wê der barê van êrîşan de biaxive û li gorî rêbazê xwe wekî ku dibêje wê di dema guncav de bersivê bide. Derar bi domdarî got: “Em nizanin gelo ev bersiv li ku derê ye û dê kengî were dayîn. Bersiv pir û giran bûne ku nayên hijmartin. Li hemberî sûcên dijminane yên li ser Sûriyê, xak û gelê wê helwesta rejîmê her timî bêdengî ye. Ji xwe ew jî bi domdarî mîna van kiryaran li dijî gelê Sûriyê pêk tîne. Dibe ku sedema bêdengiya wê bazarek be ku dê hikûmeta Şamê di demê pêş de daxwaza wê bike, an ku heger diyalogên lihevhatinê di navbera wê û Şamê re çêbibin.”

Riyad Derar anî ziman ku dibe ev êrîş beşek ji diyalogên di navbera hikûmeta Enqere û ya Şamê de be. Dibe ku bûyera li Taksimê jî li gorî vê koordîneyê ye, piştre ev êrîşên li ser hev pêk hatine: “Ji ber ku beriya vê yekê li Moskovayê di navbera îstîxbaratên herdu rejîman de civîn hebûn.ʹʹ

Hevserokê MSDʹê li ser diyalogên di navbera Şam û dewleta tirk de wiha axivî: “Dibe ku hewldanên pêşxistina lihevhatinê hebin. Lê daxuyaniyên rayedarên tirk ku dibêje piştî hilbijartinên li Tirkiyê bi teqez dê lihevhatin pêk were, ev tê wateya ku ew bi bûyerên vê demê û dema hilbijartinan de dilîzin.”

Astana sînorên van êrîşan destnîşan dike

Têkildarî civînên Astanayê ku 22 û 23ʹê Mijdarê di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirk de tên û girêdana wan civînan bi êrîşên li ser herêmê ve Riyad Derar got: “Hemû bûyerên ku niha rû didin, ji encamên lihevkirinên Astanayê, herêmên bêçek heta lihevkirinên heyî, didin nîşandan ku civînên Astanayê siyasetên Enqere û êrîşên wê xêz dikin. Bêdengî jî vê yekê piştrast dike. Plan dikin ku para Tirkiyê di Sûriyê de hebe. Her wiha para Îran û Rûsyayê jî hebe. Di heman demê de plan dikin ku hemû hewldanên gelê Sûriyê yên banga azadiyê têk bibin û rejîmê wekî rengê xwe yê pêşîn dema ku li dewlet û li ser civakê serwer bû, vegerînin.”

Divê berxwedaneke domdar hebe

Têkildarî gavên dîplomatîk ên MSDʹê yên bi armanca rêgirtina li ber van êrîşan Derar ev tişt anî ziman: “Divê peywendî bi hemû hêzên navneteweyî re hebe. Ev peywendî hene û dewam dikin. Lê em dixwazin were guhdarkirin û helwestek were nîşandan. Lê heta niha ev yek tune ye. Ji bo îmkanên berfirehbûna van êrîşan jî dibe ku êrîşa bejahî bibe û îhtîmala ku bi êrîşên hewayî sînordar be. Lê divê gelê me hişyar be, balder be, li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide û siyaseteke berxwedanê ya domdar saz bike.”