7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ebdî: Em ê li dijî êrîşan xaka xwe biparêzin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, diyar kir ew ê li dijî êrîşên dewleta tirk li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û Cerablusê jî şer bikin.

Dewleta tirk bi hinceta êrîşa di 13’ê mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hat kirin, di 20’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke nû da destpêkirin. Di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah jî di nav de zêdetirî 10 sivîl hatin qetilkirin. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrîşên dewleta tirk bi Al Monîtorê re axivî.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku heke hewldanên micîd ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê çênebin, dê êrîşên dewleta tirk berdewam bikin û wiha got: “Daxuyaniyên DYA’yê yên li dijî gefên Tirkiyeyê, daxuyaniyên xurt nînin. Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên Tirkiyeyê teqez daxuyaniyên xurt nînin. Heke Tirkiye destûrê ji Washîngton û Moskovê negire, nikare li dijî herêmên di bin kontrola hêzên kurd de êrîşeke bejahî pêk bîne. Heta ku ev hêz qada hewayî ji Tirkiyeyê re venekin, dê nekare êrîşeke bejahî pêk bîne. Heke êrîşeke dagirkeriyê ya ji bejahî ve bê kirin, ev tê wê wateyê ku Rûsya û DYA’yê destûr daye. Têkildarî êrîşa dawî me bi muxatabên xwe yên amerîkî re hevdîtin kirin. Lê rewşeke pir nû ye lewma jî em bi hev re dinirxînin. Digotin ku li benda êrîşeke wiha nebûn û rewşê dinirxînin. Hêvîdarim ku DYA li dijî erîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me seknekî pir xurtir nîşan bide. Rûsya jî kêm zêde heman tiştan dibêje lê ev têrî nake. Li dijî êrîşeke ji bejahî ve derdikevin lê ji Kobanê heta Minbicê, hemû herêmên rastî êrîşên Tirkiyeyê tên, di bin kontrola Rûsyayê de ne.”

Ebdî bal kişand ser sekna Şamê ya di mijara çareseriyê de û wiha got: “Rûsya zexta pêwîst li Şamê nake. Pirsgirêka din jî ew e ku hikûmeta Şamê xwe bêalternatîf dibîne û di zîhniyeta xwe de israr dike.”

Hedefa wan Kobanê ye 

Di berdewamiya axaftina xwe de Ebdî, destnîşan kir ku armanca esasî ya Tirkiyeyê Kobanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê, ji bo gelê kurd cihekî pir sembolîk e. Cihê ku têkoşîna me ya neteweyî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kirî ev der e. Her wiha cihekî stratejîk e. Di halê hazir de li dijî Kobanê tenê êrîşên hewayî hene. Lê ji bo operasyoneke li dijî Kobanê hewcehî bi amadekariyên gelek mezin nîne. Her wiha Tirkiye bi HTŞ’ê re tevdigere. Hinek deverên Efrînê bi dest xistin û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re nîşan dide ku li dijî me dibe ku bi awayekî koordîneyî tevbigerin. Tirkiye dê hewl bide wan li dijî Minbic û derdora wê bi kar bîne.”

Erdogan şer hilbijartiye

Ebdî, bi lêv kir ku dewleta tirk li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê ye û ev nirxandin kir: “Dixwaze rêveberiya me ya xweser hilweşîne. Armanca wan a sereke ev e. Lê mijara herî nêz, hilbijartina li Tirkiyeyê ye. Erdogan û hikûmeta wan bi van êrîşan dixwazin rewşa raya giştî ya Tirkiyeyê biguherînin. Beriya hilbijartinê du rê li pêşiya Erdogan hene. Yan dê bi tevgera kurd re li hev bike û ev yek dê bo wî di hilbijartinê de derfetan çêbike yan jî dê şer bide destpêkirin. Wan şer hilbijart. Erdogan, şer hilbijart.”

 ‘Em ê xwe biparêzin’

 Di dawiya axaftina xwe de Ebdî têkildarî êrîşa li Stenbolê jî ev agahiyên balkêş dan: “Li gorî min, hikûmeta tirk ji bo li dijî me êrîşekî bide destpêkirin ev provakasyon amade kir. Me gelek lêkolîn kirin û em gihîştin wê qenaetê ku êrîş ji hêla komên muxalîf ên sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkiyeyê de ve hatiye kirin. Weke mînak; me tespît kir ku jina ji ber bicihkirina bombeyê hatiye girtin (Ahlam Albashir), ji malbateke DAIŞ’î ye. Ez vê agahiyê cara ewil e ser çapemeniyê parve dikim. Sê birayên wê dema di nava refên DAIŞ’ê de şer dikirin mirin. Yek li Reqayê, yek li Minbicê û yê din jî li Iraqê hate kuştin. Birayê wê yê din jî li Efrînê fermandarê muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Bi sê DAIŞ’iyên cuda re zewicî ye û malbata wê ji Helebê ye. Teqez tu eleqeya me bi teqînê re nîne û polîtîkayeke me ya wisa jî nîne. Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê xaka xwe biparêzin. Heke di nava sînorên xaka me de êrîşî me bikin, em ê li Serêkaniyê, Ezaz, Efrîn û li Cerablusê jî şer bikin. Armanceke me ya ku di nava xaka tirkan de bi wan re şer bikin nîne.”