18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila 47 hevalên me bêne berdan’

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê  ji bo 47 kesên ku roja duşemê hatin girtin li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyanî dan.

Di 21’ê mijdarê de li Amedê Qada Şêx Saîd, ji bo ku operasyonan dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê şermezarkirin, ji aliyê sazî û partiyên siyasî ve daxuyanî hatibû dayîn. Polîsan kesên ku tev li daxuyaniyê bûne dorpêç kir û di encamê de 47 kes binçav kirin. Duh 39 kesên hatin binçavkirin hatibûn berdan û hê jî 8 kes di bin çavan de ne.

Der barê kesên ku hê di bin çavan de ne Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Amedê Gurhan Tekîn axivî û bal kişand polîtîkayên AKP-MHP’ê û ev tişt anî ziman: “Desthilata AKP-MHP’ê, bi ketina pêvajoya hilbijartinek nû de û di serî de gelê kurd û gelê herêmê dixwaze di komkujiyê re derbas bike. Ev rewş dijhiqûqî ye û wê desthilatê ber bi qedandinê ve bîne. Desthilat ji bo ku emrê xwe dirêj bike êrîşan dike. Çavkaniyê welat di nava xwe de û çeteyên ku desthilatê wan organîze kirine, bi hev re parve dikin. Têkiliya desthilatê ya bi kesên ku qaçaxiya çekan, madeyên hişbir, komkujî, dizî û têkiliya bi çeteyan re jî tê îfşakirin, lê mixabin dîsa jî ji bo vê rewşê daraz bêdeng e.”

Dixwazin operasyonên nû li dar bixin

Tekîn, di berdawamiya axaftina diyar kir ku divê operasyonên li rojava bên bi dawî kirin û wiha axivî: “Herî dawî bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn li ser sînor û li dijî rojava dixwazin şer û operasyonên nû li dar bixin. Em dibêjin bila êdî operasyon bi dawî bibin. Ji bo ku ev operasyonên ku têne kirin bên rawestandin 47 hevalên me bertek nîşandan û hatin binçavkirin. Ev 2 roj in bi angaştên nerast di bin çavan de têne girtin.”

Bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin

Parêzer Yûnûs Mûrataka di daxuyaniyê de axivî û got ku piştî guherandina wesfa lêpirsînê, 32 kesên li Şaxa Ewlehiyê dihatin ragirtin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin kirin û tê payîn ku bi îdiaya “li gel ku endamên rêxistinê nînin, li ser navê rêxistinê sûc kirine” îfadeyên wan bên girtin. Mûrataka da zanîn ku ev kes bi awayekî derqanûnî hatine binçavkirin û xwest ku bên berdan.