6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tê sotin nayê gotin  

Pêşiyên kurdan gotine; “Tê sotin nayê gotin!” Çîroka vê gotinê jî weke gotinê bixwe gelek balkêş e. Lehengê serpêhatiya wê Îskenderê Mezin, bi gotineke din Aleksandirê makedonî ye. Dibêjin; dema Îskenderê Mezin derdikeve sefera mezin ya Rojhilat ku porê xwe bi kîjan berberî dida kurkirin, ew berber dikuşt. Çima ku di serê wî de du strû (qoç) hebûne. Îskenderê Mezin ew strûyên di serê xwe de weke sir qebûl dikir, nedixwest sira wî ji hêla hin kesên din ve bê zanîn û aşkera kirin.

Efsaneya berberên ku diçûn gel wî û bi şûnde venedigeriyan li dinyayê belav bûbû. Dema ew dadiket qadekê bajarek dagir dikir ku çiqas berber hebûn direviyan xwe vedişartin. Xizmetkarên wî berber nedîtin ku porê keyê xwe pê bidin kurkirin. Dema Îskender tê Kurdistanê piştî dorpêçkirin û dagirkirina şarekî xizmetkarên wî lê dibin moz û li berberekî digerin. Dema bi zor û zehmetiyê berber dibînin, bi şertê ku wî nekujin û berber jî sira keyê wan nede der, wî derdêxin hizûra Îskenderê Mezin. Gava berber dest bi karê xwe dike, bi sosret û şaşwazî dibîne ku weke ga du strû bi serê Îskender ve hene. Bi şaş û çavlihewa dimîne, lê belê ji ber ku kuştin pêve ye, nikare vê sirê aşkera bike.

Aşkeranekirina vê sirê di hinavê wî de dibe kul. Berber bi wê kulê ji xwarin û vexwarinê dikeve û her roj hinekî din di bin bandora wê kulê de diperçiqe. Mala wî radibe ser piyan, wî li ser bijîşk û nojdaran digerînin, bê ka derdê wî çi ye? Piştî demekê wî dibin cem nojdarekî xwedî aqil û navdar, nojdar ji wî re dibêje;

Derdê te çi ye? Berber dibêje;

Tê sotin, lê nayê gotin! Nojdarê xwedan aqil derdê wî fam dike. Dizane ku di hinavê wî de sirek heye, lê ji ber ku ew nikare wê sira kujer aşkera bike, ji meraqa wê sirê re nexweş e. Nojdar bi vê hişyariyê ji wî re dibêje;

Ger ku wîsa ye, divê tu biçî, devê xwe bikî aveke vala û rewanbar, sira ku te disotîne divê tu di wê avê de bibêjî. Ger ku ew sir demeke din di zikê te de bimîne, wê te bikuje. Li ser rênîşandana nojdar zilamê berber diçe ser aveke vala û devê xwe dike avê û bi çiriya dengê xwe kul û meraqa di zikê xwe de ji avê re dibêje. Nesaxiya di hinavê xwe de valayî wê avê dike, weke ku hemû barê dinyayê ji ser pişta wî bê xwarê rehet dibe. Kula di zikê berber de weke tov dikeve avê, di rexê avê de aj dide, mînanî du şiv leben(qamûş) dide der. Tê gotin ku ew leben ji kesên di qeraxa wê avê re derbas dibin re dibêje; “Du strûyê Îskenderê Mezin hene ha, du strûyê Îskenderê Mezin hene…”

Erê gelî birano, ji ber ku axa xelkê kurd xwedî rabûrdûyeke dûr û dirêje, ew ax bi jimareke bêjimar bûye govanê (şahîd) çîrok, serpêhatî û serboriyên ecêb û sosret. Ji van serpêhatî û serboriyên ecêb hinek hatin gotin û nivîsandin ên hatî gotin û nivîsandin bûn dîrok û di bîra gelê kurd de man. Hinek nehatin gotin û nivisîn, ew jî weke sir û raz tevî lehengên xwe di tariya dîrokê de wenda bûn û çûn. Ji van çîrokan yek jî çîroka nifşê me yê xêrnedîtiye. Ger ku serpêhatiya nifşê me neyê gotin, vegotin û nivîsandin, kifr û jariya ku me dîtî dê weke kula berberê Îskenderê Mezin wê di zikê me de bibe pençeşêr, ew pençeşêra ku li me peyda bûyî dê bi riya genetîk ê ji nifşan derbasî nifşên din bibe û here.

Hîn ku em neketine nav kûriya mijarê divê ez di serî de nifşê me bi we bidim nasîn. Weke tê zanîn li dinyayê nifşekî ku bi şêwaza “nifşê 68’an” dihat binavkirin hebû. Şohreta vî nifşî di ser sînor û tîxûbên welatan re werkiribû. Ew nifş, nifşekî kûrewî bû û wî nifşî sûda xwe ji şoreşa Kubayê wergirtibû. Lew ku di wê serdemê (1968) de nifşê 68’an li rûzemînê dinyayê bayê azadiyê lîlandîbû.

Ew bayê ku ji fikr û raman, çalakî û hewldanên wan firdayî bandoreke mezin li ser êl û gelên dinyayê kir. Êl û gelên dinyayê bi bandora wî bayî gelek maf û destkeftiyên giranbûha bi dest xistin. Di wê navberê de textê gelek tîran û nobranên li desthilatdariyê hejiya. Mixabin li Tirkiyeyê jî yên li ser navê şoreşê derketin rê (nifşê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û hwd.) ji hêla rêveberiya komarê ve hatin girtin, kuştin û darvekirin. Bêguman sîtav û şewqvedana vî nifşî bandorek li ser xelkên kurd jî kir. Her wiha di nav kurdên bakur de hêz û saziyên weke (Ocaxa Kurdên Şoreşger ên Demokrat) DDKO derketin holê. Paşê vê saziyê weke darek bi kok şaxveda û gelek saziyên din ji sîngê wê darê re şax û çiqil vedan.

Saziyên weke Rizgarî, DDKD, Kawa û hwd. derketin holê. Lê em ne ji wî nifşîbûn! Me xwe li nav nifşê ji pey wî nifşî dît. Şik tune ku nifşê me jî ruhê xwe ji hewldanên nifşê 68’an distand û çep bû. Hin hevalên me, bi sûda nifşê 68’an xwestin me jî wek “nifşê 78’an” binav bikin. Belê şohreta nifşê 78’an weke ya nifşê 68’an di ser tixûbên welatan re werne kir.

Wê demê em xortên kurdan, li şar û warên kurdan ji nîveka dezgeyê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê re derbas dibûn. Komara Tirkiyeyê ya ku wê demê nedikarî saziyên karkerên ku xwe bi rêxistin kirine belav bike, dixwest me bi riya perwerdeya li dibistanan ji nasnameya bav û kalan biqetîne û bi nasnameyeke çêkirî ve girê bide. Di zarokatiya me de gelek mamosteyên ku li Enstuyên Gundan (koy Enstûsû) îcazet girtî hebûn, nifşê 68’an bandoreke pir mezin li ser wan kiribû. Ji wan gelek jî ji wî nifşî bixwe bûn ku rihê 68’an bi wan re hebû. Ew saziyên bi navê “Enstituyên Gundan” ku gelek şaîr û wêjevanên navdar jî gihîştandibûn, di sala 1953’yan de ji hêla bavê şaîrê navdar Can Yucel, Hasan Alî Yucel û yekê bi navê Pertew Tongûç ve hatibûn damezrandin. Belê perwerde û destûrdarên wê saziyê yên jêhatî tevî çepgirî û ruhê xwe yê ji nifşê 68’an em asîmîle dikirin û ji dezgeyê bişavtinê re diborandin.

Ew kesên şoreşger (!) li ser navê şoreşê zimanê me wekî nîşana paşverûtiyê bi me didan nasîn û axaftina me ya bi zimanê dayikê qedexe dikirin. Qedexeya wan a li ser zimanê me ne qedexeyeke sist û ji rêzê bû. Qedexeyeke xurt û şidîbû ku ew dişopandin. Heta bi me jî didan şopandin. Wan camêran wê demê bi hişên xwe yên şoreşger dezgehekî wisa li me venebûn(dadabûn) ku rêbaza wan li ser gelek hevalên me bandora hingoftinê (fikrîsabît) pêk anîbû. Ew hevalên me di jiyana xwe ya ji wê pêve tu caran bi kurdî neaxivîn. Bi dayik û bavên xwe yên tirkînezan re jî bi tirkî diaxivîn pirsên wan ên bi kurdî bi tirkiya xwe ya nîvcoya netemam dibersivandin. Mixabin ez bi dilekî soj dibêjim; îro jî ew heval di nav wê trawmayê de bi wê tirkiya xwe ya netemam dipeyîvin û bi kurdî naxivin.

Hîn ku cih hatiye ji bo nimandina rengê trawmaya ku me borandî nîşanî we bikim dixwazim serpêhatiyeke xwe ji we re parve bikim. Belê gelek ders û dîmenên balkêş di vê serboriyê de hene, divê em bala xwe baş bidinê. Şîret û sosretiya di vê serboriyê de ji guhê xwe re bikin guhar.

Sal 1968 bû, li bajarê Adiyeman (Semsûr), taxa Xarxarê Dibistana Seretayî ya Şoreşê em xwandekarbûn. Temenê min 7 bû û yên hevalên min ên polê jî li derdora 7’an bûn. Ez xwendekarê pola duyemîn bûm. Navê mamosteyê me Abdullah Qadioglû bû. Qadioglû xelkê Adiyemanê, kurê Mehmûdê Qêdî bû. Mehmûdê Qêdî û binemala wî hemû kurd bûn. Di mala xwe de jî bi kurdî dipeyivîn. Mamoste Abdullah Qadioglû ji bo me him di polê de him li dibistanê him jî ji derveyî dibistanê yanî li malan û kolanê axaftina vî zimanî qedexe kirîbû. Hemû xwendekar temîn kiribû ku “kî bi kurdî biaxive (bi dayika xwe re jî), werin ji min re bibêjin, ez ê yên bi kurdî axivî bidim cezakirin” digot.

Wan deman xizanî û hejarî pir bû û mal û malbatên me nedikarîn ji bo me sol û kincên baş ku me ji sermaya zivistanê biparêzin bikirin. Cotek solên ku nimreyekê ji lingên min mezintir di lingê min de bûn. Çenteyê min li gor bejna min gelek gir û giran bû. Ji ber ew ji xwişka min a 8 salan ji min mezintir ji min re mabû. Min di wan kolanên sar û zivistanê zemînê wan bi barîna şiliyê heriyeke sor digirt de xwe bi zor û zehmet digihand dibistanê. Rojeke zivistanê ya sar ger ku ez ne şaşbim rojek ji meha reşemiyê bû.

Gava min bi zehmetiya her roj xwe gihand polê min fam kir ku ez çend deqîqeyan dereng mame. Mamoste di polê de bû û palmisaniya kî hatiye kî nehatiye dikir.

Mamoste serê xwe li maseya ber xwe rakir, bala xwe da min û got: “Li ber textê reş, li ser lingekî raweste!”

Bêçare min tevî wê cemidînê çenteyê xwe da erdê û ez li ser lingekî rawestiyam.

Mamoste got: “Çenteyê xwe jî hilde!”

Min çente hilda, mamoste berê xwe da xwendekarên di polê de û ji wan re got: “Hûn dizanin vî çi kiriye?” Hemû xwendekaran bi hev re gotin: “Na!”

Mamoste got: “Duh ber bi êvarê li kolanê bi dayika xwe re bi kurdî axiviye.”

Her kes mat, metel û riwî, li rûyê mamoste dinêriya.

Mamoste got: “Çav û guhê min li her derê hene, bila haya we jê hebe.”

Bêguman min nizanîbû kî li mîxê min xistiye. Hevalê min kurê cîranê me X, ez tê venebûm ku ew di siraya xwe de rûniştîbû, pîs pîs li min dinêriya û bi min dikeniya. Şik nîne ku têvenana (mixbîrî) hevalê min ji bo wê rûdanê hewldaneke normal bû. Dibe ku tiştekî min an hewldaneke min bi wî qehr hatibe wî jî bi wê rêbazê heyfa xwe li min hilanî be. Bila ew li wir be.

Niha min dîmenek raberî we kir. Divê hûn biçin wê roja reşemiya sala 1968’an ya sar û wê wêneya sosret di mêjiyê xwe de vejînin. Gelî birano, zimanê me yê ku weke şîrê dayika me helal û li me qedexekirî û yê ku bi sebeba bikaranîna vî zimanî me dide cezakirin kurd e. Kesê ku ji bo axaftina zimanê dayikê hevalê xwe têvenayî (îxbarkirî) kurd e. Yê ku bi sebeba axaftina zimanê ku ji dayika xwe hînkirî hatî cezakirin jî kurd e.

A niha ez dipirsim, ew çawa feqe û li serê vî miletî hatiye dadan? Gelo ji vê girantir qewimînek hatiye serê miletekî din? Heke ku we got, “Erê, hatiye!” pirsên min jî neman.