4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo parastina sînorê xwe Iraqê dest planeke nû kir

Lijneya Asayîşa Niştimanî ya Iraqê ku li dijî êrîşên Îran û Tirkiyeyê ketnav hewldanan biryar da ku ji bo hêzan veguhezîna ser sînorê her du welatan dest bi planeke nû bike.  

Lijneya Asayîşa Niştimanî ya Iraqê ku duh di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de li hev civiya, ji bo ku hêzan veguhezîne ser sînorê Îran û Tirkiyeyê dest bi planeke nû kir. Lijneyê, piştî civînê daxuyanî da û ev agahî dan: “Lijneyê qala êriş û binpêkirinên Tirkiye û Îranê yên li ser sînorê Iraqê kir. Bi taybet ew bombebaranên ku li hejmarek deverên Herêma Kurdistanê pêk tê û bûye sedema welatî jiyana xwe ji dest bidin û ziyan bi mal û milkê wan bibe.”

Li gorî daxuyaniyê, hikûmeta Iraqê di çarçoveya hewldanên ji bo rawestandina van êrişan, ji derveyî hewlên dîplomasî hinek biryarên din daye.Lijneyê biryar da ku planekê ji bo veguhestina hêzên xwe li ser sînorê Îran û Tirkiyê amade bike. Her wiha biryar da ku hemû pêwîstiyên piştgiriya lojîstîk ji bo Fermandariya Hêzên Parastina Sînor bên dayîn û karmend û pereyên pêwîst bên zêdekirin ku bikarin karê xwe bikin.