6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîr, biyanîbûn û Odysseus

Welatê kurdan hem jîngeh û hem jî miringeha kurdan e. Ew, aramgeha ebedî ye ji bo kurdan. Yên li derveyî Kurdistanê bimire goreke bêxwedî ye. Odysseus ji bo welatê xwe şer dike.

Odysseus û şervanên xwe wê şevê li welatê “Phaiak”ê bûne mêvanên mîr Alkinoon û keybanû Arete. Civata wan xweş geriyaye, şîva wan xweş e, kêfa wan li cî ye. Mîr, keybanû û qîza wan Nausikaya ku ji Odysseus hez dike û temama civata wan, nizanin mêvanê wan Odysseus e, kes li wî welatî wî nas nake. “Aoidos”ek ango dengbêjek ji civatê re kilama herba Troyayê dibêje. Qala Odysseus û baqilî û mêranî û serpêhatiya wî ya şer dike. Gava Odysseus vêya dibihîze pir xemgîn dibe, her tişt tê bîra wî û digirî. Dibê, “Odysseus ez im”…

Odysseus di rêwîtiya xwe de -ku deh sal e ev rêwîtî- bûye biyaniyê xwe, xwe ji bîr kiriye. Rêwîtiya kurdan jî dişibe rêwîtiya Odysseus. Rêya bindestiyê ewqasî dirêj e hin kurd bûne biyaniyên xwe, xwe ji bîr kirine. Wek Odysseus gerek bi kilamên dengbêjan, bi helbestên helbestkaran dîsa bên bîra xwe û biyanibûna xwe bişikînin.

Fîlozof Luc Ferry dibêje, şerê mezin ê Odysseus ne hût û rawir û dehbe û astengiyên li pêşiya wî bûn; dibê, di rêwîtiya wî ya deh salan de şerê wî yê herî mezin jibîrkirin bû. Odysseus tu carî xwe ji bîr nekir, ji ber wê karîbû vegere welatê xwe. Heke kurd xwe ji bîr bikin wê tu carî venegerin welatê xwe, wê rêya xwe winda bikin û pêlên jiyanê wan bixeniqîne. Biyanîbûn ji hût û dehbe û rawiran erjengtir e, xerabtir e. Heke bîr tune be ti tişt tune ye, mirov tune ye. Biyanîbûn bêbîrî ye, jibîrkirin e.

Odysseus bi Xwedê re, bi Poseidon re şer dike ji bo vegere welatê xwe. Zora hemû astengiyên vî yezdanî dibe. Bahoz û bager û tofanên Poseidon nikarin wî rawestînin, nikarin wî bikujin. Ew divê here welatê xwe. Odysseus ne bi tenê ji bo jiyanê, her wiha ji bo mirinê jî dixwaze biçe welatê xwe. Ew dixwaze li welatê xwe bimire, ne li biyanistanê. Welatê Odysseus ne bi tenê jîngeha wî, her wiha miringeha wî ye jî.

Welatê kurdan hem jîngeh û hem jî miringeha kurdan e. Ew, aramgeha ebedî ye ji bo kurdan. Kurdê/a ku li derveyî Kurdistanê bimire goreke bêxwedî ye.

Di mijara biyanîbûnê de ya herî dijwar biyanîbûna mirinê ye. Jibîrkirina mirinê di mirov de biyanîbûnê çêdike. Mirin ne ew tişt e were jibîrkirin, gerek her dem di bîra mirov de zindî be. Mirin ji jiyanê dirêjtir e. Mirin nemirtiya rast e. Mirina li welatê xwe ne mirin e, ya li biyanistanê mirin e.

Odysseus di rêwîtiya xwe de rêya wî bi welatê Kalypso dikeve û dibe evîndarê wê. Kalypso jineke pir bedew e, xwedawendek e, welatê wê (girava wê) pir xweş e, bihuşt e. Nemirtiyê pêşniyarî Odysseus dike Kalypso. Heke Odysseus li cem wê bimîne wê nemir bibe. Lê ji bo vêya gerek ew welat û eyal û gelê xwe ji bîr bike. Odysseus nemirtiyê qebûl nake, pêşniyara Kalypso red dike; ji ber ku jibîrkirin mirin bi xwe ye. Piştî bîra mirov çûye, êdî nemirtî êşek e, êşeke bêdawî ye. Mirina rast ji nemirtiya sexte xweştir e. Odysseus ne nemirtiyê, ne bihuştê û ne jî Kapypsoya xweşik, ti ji vana naxwaze, vana wê wî biyanî bikin, wê wî bikin cendek. Ew bîra xwe dixwaze, bila bîra wî hebe û ew vegere bîra xwe, vegere welatê xwe Îtaka, jina xwe Penelopeia, lawê xwe Telemakhos û miletê xwe.

Odysseus li cem Kalypso nemir bibe wê êşa wî jî pê re nemir bibe. Gava êşeke mirov a xedar hebe dermanê herî hêja mirin e. Mirov bi xêra mirinê ji xwe re ji wê êşê rizgar dibe, yan na wê êşa mirov bê dawî be. Kurd li kîjan welatî nemir bibin wê êşa wan jî li wî welatî nemir bibe, wê heta û heta biêşin. Biyanîbûn êşeke nemir e, dermanê wê bîr e, welat e.

Odysseus di mijara biyanîbûnê de ne bi tenê bi bihuştê tê ceribandin, her wiha bi dojehê jî tê ceribandin. Gava li cem jina bi navê Kîrke ye, Kîrke ji bo Odysseus karibe vegere bîra xwe (vegere welatê xwe) berê wî dide dojehê (Hadesê). Odysseus, heke rêya çûna welatê wî di dojehê re derbas be jî wê biçe wir. Û Odysseus diçe dojehê jî, ji bo welatê xwe. Helbestkar Homeros di rêwîtiya Odysseus de kulîlkên “lotûs” derdixe pêşiya karakterê xwe Odysseus. Lotûs dermanê êşan in. Ê ku wan carekê bîn dike êşa wî rehet dibe. Bîna van kulîlkan ev çend xweş e ku kî carekê wan bîn dike xwe ji bîr dike. Heke Odysseus lotûsan bîn bike wê êdî tiştek neyê bîra wî, wê êdî derd û kul û êşên wî giş biqedin. Odysseus vêya napejirîne. Ji bo bê bîr nemîne van kulîlkan bîn nake. Bila ew xwe ji bîr neke û bila rêya wî dirêj be û mişt kul û derb û êş bin lê ew ê dîsa jî here.

Bîna bîrê ji bîna lotûsan xweştir e. Bîr “bîn”an çêdike, bîr çavkaniya bînên xweş e. Bîra me, bîranînên me “bîn”an diyar dikin di giyanê me de. Biyanîbûn bîna genî ye, biyanîbûn bîna berateyan e. Bê bîr, welatên xweş û xwarinên xweş û jiyana xweş bihuştên sexte ne. Biyanîbûn wek zewqekê dest pê dike. Koka biyanîbûnê konformîzm e. Mirov ji bo zewqan dide dû biyanîbûnê. Dûre ew zewq dike ku mirov xwe ji bîr bike. Lê belê miqabilî van zewqên sexte zewqên rast jî hene, welatê mirov zewqeke rast e. Gava mirov tê welatê xwe zewqekê jê distîne. Ev zewqeke pir xweş e. Welat tehm e. Xwarin û ava welatê mirov tehma herî xweş e li dinyayê. Mirov li tehma bîra xwe digere. Bîr tehm e. Di temama jiyana mirov de ti tehm biqasî bîra mirov ne bi ekl e. Bîr çêja herî rajor e, cewahir e, “rohil heyat” e. Biyanîbûn tiştekî tehmsarkî ye, tehl e. Biyanîbûn jehr e, zilindar e. Mirovên biyanîbûyî ti tehmê ji jiyanê nakin. Çi dixwin, çi vedixwin, çi li xwe dikin, ti tehmê jê nakin. Bihuştên sexte tehma wan nîn e. Ziman pêhisîna tehmê ye. Mirov bi zimanê xwe (bi peyvên xwe) tehm dike. Biyanîbûn bê ziman e, bê tehm e. Biyanîbûn derew e, sîmulasyon e. Tehma derewan tune ye, tehma rastiyê heye. Rastî tehm e. Ên biyanîbûyî ti carî xweşiya rastiyê tehma nakin.

Rastî, nemir e wek Odysseus…