19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PKK û kodên nû yên 50 salî- II

Di 50 saliya piştî PKK’ê de, weke her baskên civakê, jin jî bûne xwedî nasname. Jin têgihiştin û ferq kirin ku ew jî nasnameyek cûda ne, felsefeyek, zimanê felsefeya wan û dîrokek wan jî heye.   

Gelo di navbera behişt û dojehê de çi girêdan heye? Ev pirs, di çarçoveya têkiliya  şev û rojê de nayê şîrove kirin.

50 salên beriya PKK’ê û 50 salên piştî PKK’ê jî, di vê çaroveyê de ne; hem têkildarî hev in, hem cûda ne. Şev û rojên sed salî her dem tirs belav kirine. Di 50 saliya beriya PKK’ê de, bablîsokên fetisandinek bê exlaqî heye.  Di 50 saliya piştî PKK’ê de, ev bêaxlakî hate şikandin, lê ne hate tunekirin. Şer û pevçûn dewam dike!…

Şer û pevçûn, ji hev cûda ne, şer bi çek e, pevçûn bi mêjî ye!…

Dema ku van gotinan dibêjim, ez bi rasyonalîzma Rojava û nakokiyên Rojhilata Navîn haraket nakim. Rastiya min rûdêna metirsînî ya dewleta romî ye û kiryarên faşîzma dewşirme ye.

Rayedarên dewleta tirk, ji jor heta bi jêr, her dem bi jesta veşartina rastiyan haraket dikin, “Jest”a wan di ferhenagan de nine, cûda ye. Ji ber ku jesta paşayên îttîhadî, her dem mirov kirina nava tenêtî tunekirinê. Piştî 50 salên beriya PKK’ê ku bavûkalên me her dem di tenêtiyê de hatine tunekirin, em nikarin bi lewaziya nezanîn, xeşîmî û îlîzyona çîrokên skandal himbêz bikin. PKK’e, ev luks ji hole rakiriye.

Ji ber ku nifşê duyemîn, keç û xortên kurdan, li dijî sîstema faşîzma veşartî, yan jî faşîzma ku hêj nav lê nehatiye kirin, rahiştiye çek û têdikoşin. Min gotina faşîzma veşartî bikar anî, ji ber ku rasyonalîzma Ewropaç hîna faşîzma dewşîrme ku bi faşîzma romî tê îşkdan, mahkum nekiriye.

Kurdan, di 50 saliya piştî PKK’ê ev  faşîzm eşkere kirin û  bi dengekî bilind qîriyan. Dengê kurdan, nû nû li cîhanê olan vedide.

Yek ji van dengan jî dengê jinan e. Qet guman têde nîne ku teza balkêş, mîrateya “hîkmet-î beşer” di vê sedsalê de lehengiya jinên kurd e. Belkî ev, lehengî, ji hikmet-î Hûda ku bi “vahy”an jî peyamberan re ne hatiye şiyandin mezintir e.

Em gunehkaryan nekin, Xweda, jin û mêr ji hev cûda nekirine. Lê “new-î beşer”, ev cûdatî dibin navê “hikmet-î Hûda” de kirine. Civak jî bedbaht û bedbîn kirine.

Her çiqasî zanistên îslamîst yên serdema me, sosyolojiya civakî bi fikrên olî ve girêbidin jî, rayedarên payebilind yên 50 saliya berê û piştre, êrîşî tevgerên kurd kirine. Herî zêde PKK’ê, para xwe ji van êrîşên bêyom girtiye. Her demê jenetrorên derewan bikar anîne û dixwazin gel û Tevgera Azadiyê ji hev qut bikin.

Lê di 50 saliya piştî PKK’ê de, li hemberî mutemediya ragihandina derew, saziyên rast ku rastiyan ji raya giştî re radihînin hatin ava kirin. Di vê babetê de jî, jina kurd cihê xwe girt. Da xuyakirin ku hêza jinê, tenê li serê çiyan nine. Di her qada jiyanê de heye. Parlamentoya dewleta tirk jî di nav de, li her qada meşrû û ne meşrû karên meşrû dike.

Dijmin tu caran û tu qadê ji bo kurdan meşrû nabîne. Rastiya rast li ku be meşruiyet li wir e.

Ji ber ku di faşîzmê de jin meşrû nine, amurê karkirinê ye. Di cîhana modern de jî, jin amurê karên bazirganiyê ye. Di ola îslamî de jî, meşrûtiyeta jinê, di îfadeyê de, bi pîvana sê jin, beramberî yek mêrî, di mehrê de, heta bi çar jinan, di cêriyan de heta bi 15 jinan e. Ev jî bûye bingeha bî-mecaliya jinê û jiyaneke ku her dem, dibin tirsa bûmehîn-erdhejê de be.

Xala duyemîn,piştî meşrûyetan bi taybetî pêşengên Îttîhad û Terakî xwestin, fikir û aqilê   “patrîmonîal” sîstema huquqa rasyonal ya Max Weber bikin pratîkê, Lê ev sîstem, ne li gorî seltanata radîkal a Osmanî  bû. Radikalîzma Osmanî, bi taybetî piştî têkçûna li Balkanan, di Paşayên Îttîhad û terakî de weke faşîzmê derkete hole û di serdema avakirina dewleta tirk de jî, weke faşîzma Turk-î Turan hate formulekirin. Bi vê hişemdiyê, burokrasiya welat jî di vê çaçroveyê de hate sazkirin.

Lê reng û temtêla perwedeya serdema Osmanî jî, nikarîbû modela  Ewropa bike pratîkê, lewma copy derikete holê.

Copy dikaribû bibe restorasyon û di beşekî edebiyatê xwe da der, lê hemberî faşîzma dewşirme têkçû. Copy, her dem ji ronahiya aqil dûr e û mirov ji tefekkûr- hewngîriyê dûr dike.

Di encama durkirina mirovan ji ronahiya aqil, bû sedema ku jin, di serdema avakirina dewleta tirk de, di çarşefa reş û di nava çar dîwarên malê de dîl bimîne. Her ku çû, jin bêhtir kete rewşeke xerab.

Paşayên Îtîhat û Terakî, 2 dibistan ava kirin; yek dibîstana futuhatê bû, jin di vê hêza futuhatê de nînin û nikarîbûn ji nîmetên xwe sûdê bigirin…  Dudu, dibistana nîjadperestiya paşverû û “encama zorê”… Di vê dibistanê de jî cihê jinê nebû, ji ber ku azanînûn kesayeta jinê, felefseya jinê vê dibistanê qebûl nake û “encamek zorê” ye. Di “encama zorê” de, “faşîzma romî” dikevê dewrê, esker, her dem li devê derî ye û herî zêde jin û zarok têne çewisandin. Vê helwesta reşbînî, sosyolojiya civakî ji ruhiyeta helbestî derxist. Kire rewşeke “Silk-î Sakim-î Îştîrakîyûn” -tevlîbûna sapik û bêahlakî-.

Îdeologên Turk-î Turan jî bi vê îdeolojiyê hate xwedî kirin. Bêyomên wekî Ziya Gokalp jî, li mîrateya mogolan û tradîsyona “el hîkayet-ûl abdest-el gusul” ya bi xwînê derket.Kesyatên wekî Abdullah Cewdet, li dijî vê îdeolojiya bêyom, ku Z. Gokalp pêşengiya wê dikir derketin lê bisernektin.

Lê PKK bi ser ket

Di 50 saliya piştî PKK’ê de, ev her du dibistan hatin “mulga” kirin û berxwedana gel kete edebiyatê. Di vê berxwedanê de, jin pêşengiyê dikin, herka çemê dîrokê jî hêdî hêdî guhert.Bê mubalexe, jina kurd, bûye zimanê felsefê û dibistana hiş û ramanê ku riya guhertin û azadiya civakan misoger dikin. Em dubare dikin; Di 50 saliya berî PKK’ê de, di felsefe ê îdeolojiya ku civakan li ser piyan digire, cihê jinê nine.

Bi şorêşa mezin a karsaziyê, jin weke karker hatin bikaranîn, faşîzma Mussolînî jî jin kirin hundirê fabriqeyan, şev û roj dane kar kirin, Lê li Rojholata Navîn û Asya, ev  pêşketin (tezahür)  jî çênebûye, nuansa zimanên cûda ne hatiyê zemt kirin.Di 50 saliya piştî PKK’ê de, jin ji rekihê hatin rizgarkirin. Dî jinên Ereb jî dengê xwe bilind dikin.

Îxaneta li dijî jinê mezin e. Îxaneta di dagirkeriyê de hîn mezintir e. Jin jî her dem bûye xenîmeta şer. Şer îhaneta herî mezin ya li dijî mirovaniyê ye. Jinê dike amurê bazirganiyê.50 sal in PKK li dijî vê zihniyetê şer dike. Çeteyên DAIŞ’ê, ji aliyê zihniyeta dewleta mêr ve hatin destekirin. PKK li dijî çeteyan û zihniyeta dewleta mêr şer kir û şerê xwe didomîne. Vêca; di 50 saliya piştî PKK’ê de, nuansên zimanên cûda hatin zemt kirin û jin, bi nasnameya xwe, bi deng û rengê xwe derkete holê. Kollektîvizma di rengê artêşbûna jinê û saziyên civakî de nîşan da; kolektivîzma demokratîk bi saziyan civakî zemt kir û li dijî antî centralîza dewleta mêr, weke alternatîf derkete hole.

Hemû bivêjên xapandinê avêtin sergoya dîrokê, biwêjên ku felsfeya jinê erê dikin, zimanê hişmendiya wekheviya jin û mêr  tine ziman, di zanista jinelojiyê de derxistin hole û di ferhenga mirovaniyê de bi cih kirin.

Ocalan weke îdeologê jinê nexşerê amade kirin. Lê jinê jî ideologên xwe derxistin hole, dibistan û akademiyên xwe avakirin. Jinelojî kirin pratîkê û di çarçoveya paradîgmeya Ocalan de, 5 hezar sal bêjin kirin, weke “sosyalîzma ideal” kirin jiyanê. Belkî navê civaka demokratîk, mirovê demokrat, jina demokrat gotinek rastir be, lê me behsa biwêjan kir, Ev jî biwêjek e!…

Weke karakterîstîk, faşîzma romî, temamkirina faşîzma dewşîrme ye. Piştî têkçûna li cîhana ereb, paşayên Îtîthadîk hemû eskerên xwe Kurdistanê, di qijleyên “TUL” de bi cih kirin. Piştî dagirkirina Stembolê çekên artêşa Osmanî jî ji destên wan hatin girtin. Paşayên îttîhad û Terakî, bi zihniyeta korsanî dest bi avakirina komên çete kirin, dewlet jî veguherandin dewleta çete û haydud. Çete. haydud û demokrasî li dijî hev in. Cihê ku demokrasî lê nebe, aramya civakan jî, ya jinan jî nine. 50 saliya piştî PKK’ê, bi Ocalan dest pê dike û di pêvejoya  nirxandina dîroka Osmanî, dewleta tirk,  Rojhilata Navîn û lêkolîna li ser felsefeya îdeolog û feylesofên cîhanê, hemû dogma  avêtin aliyekî,  teoriyên reel sosyalîmzê di çarçoveyek rast de nirxandin û stratejiya  antî faşîst, li gotî kultura civaka kurd û gelên Mezoptamya  di fikrê rasyonal de formule kirin. Baskê ku herî zêde dihatin perçîqandin, di aliyê fizîkî, ruhî, bedenî û jiyanî de dihatin çewisandin jin bû. Fêhm kir ku eger jin nebe, têkoşîna civakî, şorşegerî etewyeî nabe, ji netewyeî ber bi enternasyonalîstî naçe. Bîrdoza, “gerdûnîbûn ji pîpînka derî dest pê dike” kire pratîkê.

Di şoreşan de jin nebe, nabe.

Şoreşa Fransa, bi pêşengiya jinan serketin bidestxist, piştre jin ji şoreşê hatin dûrkirin û hemû lehengên şoreşê hatin tasfiyekirin.  Ev jî, di aliyê hiş û ramanê de, tecrûbe û azmuneyek mezin û dîrokî bû. Ocalan, kion jî bale kişandiye ser kesayeta J’anDarc û çarenûsa Fransa.

Kritik bû bingeha têkoşînê. Ev bingeha 50 saliya piştî PKK’ê saxlam hate avakirin. Ev xwe dîtina di dîrokê de ye. Ji bo vê jî dîroka 50 saliya piştî PKK’ê,  nebû dîroka dubare kirin-tekerrûra dîroka kurd.

Aliyê din ê madalyonê; Faşîzm ji destpêkê heta îro ayingeh avakirine. Di van ayingehan de, bi taybetî li Rojhilata Navîn “sultanîzm”ê, “neo-patrimonyal”, sultaneta nû, yan jî “new-osmani”, empoze dikin.  Paşayên Îttîhadî jî, di dewleta modern de sultanîzmek avakirin, ji berdêla sîstema “ummet”, sîstema bi  paradoxan dagirtî,  bi jehra “new-î şexsi” ya çiravî-teqanê dagirtî  avakirin. Netewa Tirk jî di nav de, tu gel, tu çîn, bi taybetî jin, di vê sîstemê de bêhneke-nefeseka aram nastînin.