6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Guterres:  Ez bang dikim ku agirbesteke mirovî pêk were

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres ji Meclisa Ewlehiyê re têkildarî rewşa li Filistîn û Îsraîlê peyamek şand û banga çalakkirina madeya 99 a peymana NY`yê kir.

Sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres çalakkirina madeya 99 a peymana NY`yê ragihand. Ev made, ya herî xurt di peymanê de. António Guterres hişyarî da ku şerê li Xezayê, gefên li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî bixe xetereyê.

Guterres li ser “X” destnîşan kir ku madeya 99 a peymana NY`yê çalak kir û got: “Li hember xetereya li dijî pergala mirovî ya li Xezayê, ez bang li Konseya Ewlehiyê dikim ku alîkariyê bidin û rê li pêşiya felaketeke mirovî bigirin. Ez bang dikim ku agirbesteke mirovî pêk were.”

Çalakkirina madeya 99 çi ye?

Berdevkê NYyê Stéphane Dujarric diyar kir ku çalakirina vê madeyê ji aliyê sekreterê giştî ve, tê wateya çalakirina gava destûrî ya mezin.

Dujarric got: “Ev made, amûra herî bi hêz di destê sekreterê giştî de ye. Bi rêya wê dikare bala Konseya Ewlehiyê bikişîne ser her mijarekê ku li ser ewlehî û aştiya navneteweyî xetere ye.”

Dujarric sedema çalakkirina madeya 99 vegerand, nêzîkbûna NY`yê ji pêvajoya felcbûnê li hember rewşa mirovî li Xezayê.

Dujarric got: “Sekreterê giştî yê NY`yê gotina felaket wisa bê sedem bi kar nayîne. Em hêvî dikin ku Konseya Ewlehiyê guh bide banga Guterres.”

Guterres di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ji zêdetirî 8 hefteyan ve kiryarên dijminane li Xeza û Îsraîlê berdewam in û di encamê de rewşeke mirovî ya zehmet tê jiyîn û zêdetirî 12 hezar kes hatin kuştin ku di nava wan de 33 zarok hene, zêdetirî nîvê malên li Xezayê hatine rûxandin, ji sedî 80`ê şêniyên Xezayê koçber bûne.

Helwesta Israîlê çi ye?

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Eli Cohen got wîleya sekreterê giştî yê NY`yê li ser aştiya cîhanî xetere ye û li ser “X” got: “Daxwaza çalakkirina madeya 99 û banga agirbestê li Xezayê, tê wateya piştgiriya Hemasê.”

Nûnerê daîm ê Îsraîlê li NY`yê Gilad Erdan banga Guterres red kir û got: “Ev bang delîlên pêşbaweriya Guterres li dijî Til Evîvê ne. Banga agirbestê jî, tê wateya, mayîna desthilata Hemasê li Xezayê ye.”