28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûrhalli: Ziman mifteya netewebûnê ye

Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP’ê Cemîle Tûrhalli, diyar kir ku çand û ziman mifte û deriyê netewebûnê ne û got: “Hînbûna ziman herkesî birûmet dike.”

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn. Lê tevî vê rewşê jî li dibistanên Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe ye û li sazî û dezgehên dewletê zimanê kurdî weke zimanê fermî nayê nasîn. Têkoşîna kurdan a li dijî vê rewşê didome û di çarçoveya vê têkoşînê de kurd gelek sazî û dezgeh vekirine û xebatên ziman li wan dimeşînin. Ev xebat jî gelek caran ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve bi hincetên cuda tên astengkirin. Bi armanca ku ev xebat bên pêşxistin û polîtîkayeke xurt a ziman û çandê bê afirandin, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), di kongreya xwe de Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ava kir.

Hevberdevka Komîsyonê Parêzer Cemîle Tûrhalli, der barê xebatên wan ên çand û ziman û armanca polîtîkayên astengkirina van xebatan ên desthilata AKP-MHP’ê de ji rojnameye me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Cemîle Tûrhalli, di destpêka axaftina xwe de li ser têkiliya çand û ziman a bi hev re sekinî û diyar kir ku ziman mifte û çand jî deriyê neteweyê ne û ji bo girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî ev tişt gotin:

“Dema ku zarokek dest bi dibistaneke biyanî bike wê demê hîsa fêmkirinê pê re tuneye. Tu tişt nakeve serê mirov. Mirov qebûl bike jî neke jî xwe ji tiştekê re teslîm dibîne. Mirov nikare bertekek jî nîşan bide. Ji ber ku bêhêzbûn heye ew tişt heta demekê li mirov rûdinê. Piştî demekê mirov fêm dike ku zimanê mirov ê bindestiyê ye. Carinan jî derûniyeke wisa di mêjiyê zarokan de didin avakirin ku zimanê kurdî weke zimanekî biyanî ango zimanê gundîtiyê ye. Heta ku mirov derûniya ziman qebûl neke mirov nikare wî zimanî fêr bibe.

Mamosteyên mezin!

Heta sala 1850 di medreseyan de ji aliyê ziman ve gelek perwerdeyên baş hatine dayîn. Kurd wê demê ji aliyê zimanê xwe ve gelek pêşketî bûne. Zimanê kurdî bi devkî hebûna xwe parastiye. Ger ku baldariya li ser ziman xurt nebûya wê îro zimanê me ji holê rabûna. Hebûna zimanê me bi saya dayikên me ye. Tevî ku neçûne dibistanê jî mamosteyên herî mezin ji bo me dayik in. Wan me di malê de perwerde kiriye. Ziman, çand, sînor û gelek tiştên din dayik bi mirov dide fêrkirin.”

‘Dizîne û ji xwe re kirine mal’

Tûrhalli, destnîşan kir ku piştî Komara Tirkiyeyê tê avakirin tê xwestin ku kurd bên bindestkirin û serî li polîtîkayên înkarê tê dayîn û wiha got “Her tiştê kurdan ji wan dizîne û ji xwe re kirin e mal. Ji xwarin, vexwarin, cil û bergan bigire heta çand û hunera wan desteser kirine. Her tiştî dizîne gotine yên tirkan in. Netewdewletî bi xwe jî bi Peymana Lozanê dest pê dike. Pîvanên xwe jî li ser yekperestiyê dide avakirin. Heta wê demê jî Tirkiye hê nebûye dewlet û jê re gotine ‘komara ciwan’. Di sala 1924’an dewleta tirk bi temamî tê avakirin.”

Axaftina zarokan a bi kurdî

Di berdewamê de Tûrhalli, bi lêv kir ku qirkirina neteweyekê li ser çand û zimanê wan tê kirin û wiha pêde çû: “Qirkirin tenê bi awayekî fîzîkî nayê kirin. Ger ku mirov bibawerî tevnegere wê hebûna mirov bi dawî dibe. Divê ku em kiryarên serdestan li ber çavan bigirin û nebin amûrên qirkirinê. Axaftina zarokan a bi zimanê dayikê gelek girîng e. Ger ku nifşek bê windakirin careke din ew nifş zindî nabe. Ji xwe pergal nabêje bila bi zimanê xwe neaxivin. Bi zanebûn li dibistanan derfetên perwerdeya kurdî nadin. Dizanin ku ew zarok di temenê biçûk de tên asîmîlekirin. Armanca wan a mezin ew e ku zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Di pergala dewleta tirk de nasyonalî her tim di rêza yekemîn de bûye. Desthilata heyî jî nûnertiya vê bîrdoziyê dike. Li ser hebûna kurdan ji xwe re hebûnekê didin avakirin.”

Jidilbûna ziman

Tûrhalli, bi bîr xist ku li Meclîsê jî destûr nayê dayîn ku zimanê kurdî bê axaftin û weke “zimanê nayê zanîn” tê pênasekirin û der barê mijarê de ev nirxandin kir: “Yekemîn polîtîkaya me ya jidilbûna ziman xweşiktiya ziman e. Ev jî perwerde ye. Heta em bikaribin em ê di raya giştî de jî ziman bikin meriyetê. Ya herî girîng jî ew e ku êdî bila statuya kurdan jî çêbibe û bê qebûlkirin. Divê ku di îdareya Meclîsê de jî êdî nivîsên kurdî bên xwendin. Hewceye ku ji kurdan re bibêjin ka hûn çi dixwazin? Hûn li vir çi dikin? Dema ku wisa bibêjin ji xwe ew bes e. Dema serxwebûna mirov bê qebûlkirin mirov dikare armanc jî bi dest bixe. Dema ku kurd dibin xwedî îrade tînin hemû destkeftiyên wan desteser dikin.”

Armanca pergalê

Di dawiya axaftina xwe de Tûrhalli, anî ziman ku ew ê her tim li zimanê xwe xwedî derkevin û ev tişt got: “Ger mirov xwedî li tiştekî derkeve ew tişt jî xwedî li mirov derdikeve. Hînbûna ziman herkesî birûmet dike. Ger ku mirov fêrbûna zimanekî ji xwe re bike weke avantajek ew ziman li pêş dikeve. Em ê li her derî polîtîkaya ziman bikin rêza yekemîn. Li hemû saziyên me em ê axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî bikin meriyetê. Em ê axaftina zimanê kurdî di nav jiyanê de bikin weke avantajekê. Mirov dikare bîrdoziya xwe ya nû li ser ziman jî bide afirandin. Armanca pergalê ew e ku bîrdoziya kurdan a bi salan e didome bloqe bikin. Zimanê kurdî ji aliyê zaravayên xwe ve gelek dewlemend e naxwazin kurd bi vê dewlemendiya xwe bijîn.”